Li Cerattepe ji çemaman di bedêla avê de dohnê makîneyan diherike 2017-10-02 09:08:10   Evrîm Kepenek   ARTVÎN - Piştî li Artvînê Şuraya Dewletê biryara li Cerattepeyê "madenvanî dikare bê kirin" erê kir, Seroka Komeleya Yeşîl Artvînê Neşe Karhan diyar kir wê  li dîjî şîrketa dest bi xebatê kir berxwedana wan berdewam bike û anî ziman ku ji çeman di bedêla avê de dohnê makîneyan diherike.   Piştî li Artvînê Şuraya Dewletê biryara  li Cerattepeyê "madenvanî dikare bê kirin" erê kir, şîrketa madenê jî lez da kar û xebata lêgerîna madenê. Ji bo ku welatiyên Artvînê yên îkna bike şîrketa madenê ya ku lez da xebatên xwe ji bo ku welatiyan îkna bike jî dest bi xebateke taybet ya têkiliyên bi gel re jî kir.   'Şîrket li gorî rêgeza tevnagere'   Seroka Komeleya Yeşîl Artvîn  Neşe Karhan a ku xebatên şîrketa madenê nirxand diyar kir ku şîrketê di serî de ji cihê bi navê 'kuzey Galerî' dest bi xebatê kiriye lê niha Guney Galeriya ku ji tunelan pêk tê jî vekiriye, hemû qirêjiya ku derdixe jî valakiriye çem û wiha berdewam kir: "Ji dema ku vê şîrketê dest bi kar kiriye li gorî ti rêgezan tevnegeriyaye û niha jî tevnagere. Bi gotina 'em ê madenvaniya paqiş bikin' gel dixapînin û çawa dest pê kirin hemû der qirêj kirin. Ji ber qirêjiya ku derxistin holê niha ji çeman di bedêla avê de dohnê makîneyan diherike."    'Em ê serî li Komîsyona NY'ê ya Derdorê bidin'   Neşe di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku armanca wan ew e ku di serî de xebatên şîrketê rawestînin û ev tişt got: "Ger ku serlêdana me ya li AYM'ê bê encam bimîne em ê serî li  li Komîsyona Neteweyên Yekbûyê ya Derdorê bidin."   'Heta ku şîrket biçe berxwedan'   Neşeyê di dwaiyaaxaftina xwe de diyar kir ku xebatên şîrketê nikarin berxwedana wan asteng bikin û wiha got: "Pêdiviya me bêhtir bi piştgiriyê heye. Ev mijar tenê Artvînê eleqedar nake. Ev pirsgirêka tunekirina bajarekî ye û wê berxwedana me berdewam bike. Pêdiviya me bi piştgiriya her kesî heye. Hete ku ev şîrket ji vir biçe wê berxwedana me berdewam bike."