Li Zozanên Kadiralakê tehdîda îmarê 2017-09-30 10:12:11   Evrîm Kepenek   TRABZON - Zozanên Kadiralakê ya bi kulîlka xwe ya ‘stêrka şîn’ navdare, taybetiya wê ya qada SÎT ya Xwezayî ya di Asta Sêyemîn de hat rakirin û xistin çarçoveya Qada Bikaranîn û Parastina Dikare Bidome. Piştî ji gel bertek hatin zozan wek Parka Tabîatê îlan kirin. Endama TOHAV’ê Mavîş Aydinê diyar kir ku guherîna vî navê ji bo guherîna herêmê ne astenge û niha herêm ji rantê re hatiye vekirin.   Li Zozanên Kadiralakê ya navçeya Tonya ya Trabzonê pêşiya betonkirinê hat vekirin. Taybetiya wê ya qada SÎT ya Xwezayî ya di Asta Sêyemîn de hat rakirin û xistin çarçoveya Qada Bikaranîn û Parastina Dikare Bidome. Piştî bertekên gel di rojên borî de Wezîrê Bajarvanî û Derdorê Veysel Eroglu hat Trabzonê û  zozan wek Parka Tabîatê îlan kir.”   Parêzer Mavîş Aydin ku rêvebera TOHAV’ê ye  diyar kir ku ev guherîn tenê lîstikek hevokane û got rewşa wê ya ji îmarê re vekirin berdewam dike. Mavîşê got guhertina nav nav pêşî li guherînê nagire û ji rantê re tê vekirin.    ‘Wê ji îmarê re bê vekirin’   Mavîşê da zanîn ku îhtîmalek mezin ji bo bertekan kêm bikin vê rêbazê bikar tînin û wiha got: “Rakirina qada SÎT’ê  van qadan ji talanê re vedike.  Statuya Parka Tabîatê jî  pêşî li vekirina îmarê vedike.  Îhtîmalek mezin wê piştre ji Îmarê re bê vekirin.”   Malên Gel: Em kulîlka şîn nadin pelçiqandin   Endamên Mala Gel ya Trabzonê jî bi daxuyaniyekê bertekên xwe yên li dijî rewşê anîn ziman û gotin: “Piştî daristanên Surmene yên hatin şewitandin zozan û mêrgên firotin Boztepeyê şûnde niha dor hat Zozanên Kadiralakê. Emê destur nedin pelçiqandina kulîlka şîn. Li aliyê din jî li gorî giştî nameya wezareta karê hundir xaniyên li zozanan bê destur hatiye çêkirin jî tên hilweşandin.”