Ekolojîst Leyla Çîte: Divê tora hêza civakî bê avakirin 2024-06-27 09:06:36     AMED - Ekolojîst Leyla Çîte, bal kişand ser lêkolînên ku piştî şewata li Amed û Mêrdînê derketiye şûnde hatiye kirin û got: “Di qeza, erdhej, karasetên tên jiyîn dewlet alîkariyê nade me. Ji ber vê divê tora hêza civakî bê avakirin.”   Bi banga Tevgera Ekolojîstên Mezopotamyayê gelek komeleyên ekolojiyê di 25’ê hezîranê de  ji ber şerwata li gundên Çınara Amedê û Şemrexa Mêrdînê derketibû, çûn herêmê û lêkolîn kirin. Aktîvîsta komeleya Ekolojiyê ya Amedê Leyla Çîte der barê lêkolînên kirine de agahî da.   ‘Şewat ji ber ceyranê pêk hatin’     Leylayê da zanîn ku di çarçveya serdanê de hem sersaxî xwestine û hem jî li herêmê lêkolîn kirine û got: “Şewat tenê nebû sedema windahiya can. Di heman demê de zirarek mezin da axê, hewa, avê û zindiyan. Şewat ekosîstemê bi giştî tune dikin. Jiyanê dike pêvajoyeke ku zehmet. Di hinek çapemeniyan de hat gotin ku şewat ji ber puş pêk hatiye. Lê ne wisa ye. Ji ber dîrekên ceyranê pêk hatiye. DEDAŞ berpirs e.”   Leylayê bi lêv kir ku ne gel ne jî parêzvanên maf wê dest ji pêkanînên DEDAŞ’ê bernedin û wiha domand: “Hem xweza hem civakê karasetek mezin jiya. Rayedarên dewletê li dijî bangên gel bêdeng man. Ev bi zanebûn tên kirin. Ev jî sûcdaran hîn bêtir zêde dike.”   ‘Em ê raporê amade bikin’   Leylayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku lêkolîna wan tenê di alî teknîkî de pêk nehatiye û got: “Li ser zindiyan û ekosîstemê texrîbatek mezin mijara gotinê ye. 66 kîlometre şewitî. Em ê van bikin rapor û parve bikin. Di alî xwezayê de em ketine pêvajoyek bi xeter. Di mehên Tîrmeh û Tebaxê de şewat zêde dibin. Di qeza, erdhej, karasetên tên jiyîn de dewlet alîkariyê nade me. Ji ber vê divê tora hêza civakî bê avakirin.”