'Em ê li dijî êrişên li ser zeviyên xwe li berxwe bidin' 2024-06-17 09:05:29     Mîdye Miqted   ŞEHBA - Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya kantona Efrîn-Şehbayê Zelox Bekir derbarê talankirina xwezayê ya ji aliyê dewleta tirk ve da zanîn ku her çiqas ew parastina xwezaya xwe bikin û li hember êrîşan bibin bersiv ewqas ewê civakbûyina xwe bidomînin, biparêzin û wiha got:"Em ê li dijî êrişên li ser zeviyên xwe li berxwe bidin."   Êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê ya li ser xwezaya Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Komên girêdayî dewleta tirk agir bi çiya, daristan û berhemên xelkê Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixin û bi sedan hektar zevî û dar tên şewitandin. Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê di raporekê de eşkere kiribû ku komên girêdayî dewleta tirk bi armanca talankirinê agir berdidin zevî, çiya û darên Efrînê û agir berdane zeviyên gundên Kîmar, Berad, Basilê û ew agir heta gundên Soxanekê, Kilotê, Kefir Nebû yên Şêrewa belav bûye. Wekî vê mînakê gelek mînakên êrişa komên girêdayî dewleta tirk a li dijî xwezaya gelê kurd heye. Dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 2 hezar hektar çandinî û 19 hezar darên berhemdar şewitandin.   Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya kantona Efrîn-Şehbayê Zelox Bekir nirxandin kir. Zeloxê got:"Êrîşên dewleta tirk ên li ser kantona me û tevahî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê berdewam e. Ev jî yek ji siyasetên herî qirêj a dewleta tirk e. Bi taybet niha demsala genim, nok, nîsk, ceh û hwd. ye. Bi zaneyî êriş li ser zeviyan tê kirin û keda gel tê binpêkirin. Bi êrîşan deh hektar erd hatin şewitandin. Ji bo ev êriş raweste em têkoşîna xwe dikin. Em ê li dijî êrişên li ser zeviyên xwe li berxwe bidin."   'Bi êrîşan deh hektar erd hatin şewitandin'   Zeloxê di destpêka axaftina xwe de têkildarî rewşa çandinî û talankirina xwezayê ya bi taybet di vê salê de wiha got:" Di demsala çandiniyê ya sala 2024'an de hemî kes her wiha hemî dezgehên çandiniyê di nava liv û tevgerê de bûn. Şewitandina zeviyan a ji aliyê dewleta tirk a dagirker û komên girêdayî wê ve zêdetir bandorên neyinî li aboriya welatiyan dike her wiha xweza û zeviyan talan dike. Loma jî sazî û dezgeh ji bo zirar negihijê keda welatiyan di nava têkiliyê de ne. Êrîşên dewleta tirk ên li ser kantona me û tevahî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê berdewam e. Ev jî yek ji siyasetên herî qirêj a dewleta tirk e. Bi taybet niha demsala genim, nok, nîsk, ceh û hwd. ye. Bi zaneyî êriş li ser zeviyan tê kirin û keda gel tê binpêkirin. Bi êrîşan deh hektar erd hatin şewitandin. Ji bo ev êriş raweste em têkoşîna xwe dikin. Em ê li dijî êrişên li ser zeviyên xwe li berxwe bidin."   'Hewldana me her ji bo parastina xwezayê li pêş e'   Girêdayî hewldana Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Efrîn-Şehbayê ya ji bo parastina xweza û zeviyên xwe Zeloxê wiha axaftina xwe da domandin:"Li hember dewamkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker a li ser gelek zeviyên di herêmê de hewldana me her ji bo parastina xwezayê li pêş e. Yek ji wan hewldanan ew e ku em gelê xwe hişyar dikin a duyem bi hemû sazî û hêzên xwe re em di nava têkiliyê de ne. Ji bo xwegihandina zû ya cihê şewtandinê em vê têkiliyê pêş dixin."   'Talankirina mezin a xwezayê li Efrînê pêk hat'   Di  dewamiya axaftina xwe de Zeloxê bal kişand ser talankirina herî mezin a bajarê Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk ve û wiha got:"Siyaseta qirêj a dewleta tirk ji bo talankirin û binpêkirina xwezayê ne ji îro de lê belê ji gelek salan heya niha berdewam e. Mînaka herî ber bi çav jî bajarê Efrînê ye ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê xwezaya Efrînê hat talankirin. Daristan dar û berê wê her wiha zeviyên wê bi temamî hatin talankirin. Ya herî girîng jî ji ber ku bajarê Efrînê bi zeytûnên xwe gelek berhemên dewlemend bi dest dixe dewleta tirk darên zeytûnê li Efrînê ji binî de radike û li Tirkiyeyê diçîne da ku sûd jê bigire. Li bajarê Efrînê guhertina demografîk talankirina xweza, diziya zeviyên welatiyan her li pêş e. Di heman demê de ev talana xwezayî bandorê li derûniya mirovan jî dike."   'Siyaseta talanê tê meşandin'   Zeloxê da zanîn dewleta tirk her tim li dijî xwezaya gelê kurd siyaseta talanê meşandiye û wiha pê de çû:" Yek ji projeya dewleta tirk û hikumeta Sûriyeyê ya girîng desteserkirina li ser çandinî û xwezayê ye. Çimkî ev herêm ji warê çandiniyê gelekî dewlemend e. Weke genim û zeytûn ji gelek cureyan em dikarin dest pê bikin. Gelekî berhemdar in. Heta roja me ya îro jî ev siyaseta dewleta tirk berdewam dike. Ya herî berbiçav hevdîtina dawî ya di navbera Rûsya-Sûriye û Tirkiyeyê de çêbû û di encamê de kantona Efrînê hat dagirkirin. Her wiha hin deverên din ên Sûriyeyê radestî dewleta tirk hat kirin. Ne tenê siyaseta dagirkirinê her wiha siyaseta guhertina demografîk, dizî û talankirina şûnwarên dîrokî jî pêk hat. Diziya mal û milkê welatiyan jî hat kirin. Lê em di wê  baweriyê  de ne ku wê rojek bê û hemî kiryarên hov ên derheqî xwezaya Efrînê de hat kirin wê ji raya giştî re hîn bêtir bê eşkerekirin."   'Qutkirina avê ya li ser herêmê dibe sedema zirara li ser xwezayê'   Zeloxê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin ku çawa di encamê de yekser xweza jî tê hedefgirtin û got:"Ev demek dirêj e ku dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe bi ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nedaye sekinandin. Li kêleka wê jî qutkirina avê ya li ser herêmê dibe sedema herî bingehîn a gihandina zirara li ser xwezayê. Yanê bi giştî ev siyasetên ku tên meşandin armanca wan îflaskirina aboriya civakê ye û talûkeya li ser xweza û civakê ye. Her wiha lawazkirina vîna berxwedanê ye."   'Daxwaza me ew e ku ev projeya çandiniyê li her deverê pêk were'   Di dawiya axaftina xwe de Zeloxê da zanîn ku stratejiya wan a herî bingehîn ew e ku çawa civak xwe û ekolojiya xwe biparêze û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:"Kar û xebata me ya herî sereke ew e ku çawa gelê me xwe li hemberî hemî siyasetên qirêj ku bi serê wan tê meşandin biparêzin, xwedî li xweza û ekolojiya xwe derkevin da ku bikaribin aboriya xwe bi pêş bixin. Di heman demê de jî çandinî bi pêş bikeve û ekolojî were parastin. Îro jî koçberên Efrînê yên ku di kantona Şehbayê de cihê xwe digirin tam ev projeya xwezaya xweparastinê pêk anîne. Bi taybet di nava wargehên penaberan de dema ku tu derbas dibe tu dîmenên pir xweşik dibînî. Dar çandine her wiha zebze jî dane çandin. Tevî kêmderfetiyê jî ekolojî û xwezaya Şehbayê rih pê hat. Daxwaza me jî ew e ku ev projeya çandiniyê li her deverê pêk were."