‘Bikaranîna çekên kîmyewî şerê hilweşîna ekolojîk e’ 2022-12-15 09:03:53     Zelal Tunç   WAN - Hevseroka Çev-Derê Arzu Dînçer balkişand ser bikaranîna çekên kîmyewî yên li hember Başûrê Kurdistanê û da zanîn ligel mirovan texrîbatek mezin li ser xwezayê dibe. Arzuyê bi lêv kir ku bandora vê texrîbatê bi sedsalan didome û bikaranîna kîmyasalê şerê hilweşîna ekolojîk e.   Hevseroka ÇevDerê Arzu Dînçer da zanîn ku ji aliyên leşkerên Tirk de li Metîna, Zap û Avaşîn çekên kîmyewî hatine bikaranîn û got ev hilweşîna ekolojîk e û wiha vegot: “Texrîbata çekên kîmyewî li ser ekolojî û mirovan gelek mezin e. Her wiha welatên ku bi salan şer lê tên meşandin, cihên çekên kîmyewî lê tên bikaranîn bi salan bandorek mezin li ser mirovan dikin.”   Êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Başûrê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî hatibûn bikaranîn. Ligel bertekên hatin nîşandan, bang li heyetên serbixwe yên navneteweyî jî hatin kirin ku li herêmê lêkolîn bê kirin. Seroka Konseya Navenda Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ku diyar kiribû ku divê lêkolîna der barê bikaranîna çekên kîmyewî de bê kirin, hedef hatibû girtin. Hem li dijî girtina Şebnemê û hem jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji gelek aliyan bertek hatibû nîşandan.   Çekên kîmyewî  tenê bandorê li ser mirovan nake, bandorê li ser hemû zindiyên xwezayê dike û bandora wê bi salan didome. Hevseroka Komeleya Pêşxistin û Lêkolîna Parastina Berhemên Dîrokî ya Hawirdorê ya Wanê (Çev-Der) Arzu Dînçer der barê mijarê de nirxandin kir.   ‘Em bi pêkanînên cuda re rû bi rû ne’   Arzuyê destnîşan kir ku texrîbata bikaranîna çekên kîmyewî gelek giran e, bi salan didome û wiha dirêjî dayê: “Bandora wê hem li ser mirovan hem li ser xwezayê gelek mezin e. Em ekolojîst texrîbata ekolojiyê teqez qebûl nakin. Li cîhanê hilweşînên herî mezin şerê der barê hawirdorê de ne. Hilweşînên der barê hawirdorê de bi salan bandora xwe didin hîskirin. Bi taybet li welatê me û li herêma me hilweşînên ekolojîk, pêkanînên şaş û polîtîkayên şaş tên meşandin. Di encama vê de hilweşîn pêk tên. Mixabin li herêma me jî pêkanînên cuda hene.”   ‘Qirkirina ekolojiyê heye’   Arzuyê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Êrîşên li hember xwezaya Kurdistanê tenê bi kîmyasalê ne sînor e. Dar tên birîn, daristan tên şewitandin. Li herêma me daristan tên şewitandin û li Cûdî qirkirina ekolojiyê heye. Bi sedan dar hatin birîn û ev rê li ber texrîbatek mezin vedike.”   ‘Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye’   Arzuyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber germahiya global ji xwe xweza di xetereyê de ye. Li aliyê din jî li herêmên ku bi salane şer didomin bi bikaranîna çekên kîmyewî re, hem mirov hem jî xweza di bin bandorek mezin de dimînin. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye û em vê qebûl nakin.”