Li dijî keştiya jehrî bertek: Bila ji sînor negirin hundir 2022-08-06 09:03:00     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Keştiya ji Brezîlyayê derket ku bi madeyên kîmyewî yên zehrî tijeye wê bînin tesîsa Alîaga yê. Jinan bertek nîşanê vê dan û gotin: "Tirkiye bûye sergoyê cîhanê û bi aşkera mirinê didin ber me."   Keştiya Nae Sao Paula ya bi kîmyewiyên jehrî û astbest tijeye û tê îdiakirin ku ji bo cerebandinên nuklerê wê bê bikaranîn wê bînin tesîsa keştiyan a navçeya Alîaga ya Îzmîrê. Keçtî ji Brezîlyayê derket rê. Bertekên li dijî keştiya mijara gotinê didomin. Jinên Îzmîrê jî bertek nîşanê rewşê dan.   ‘Ji bo pereyan erê kirin’   Parêzvana jiyanê Aysel Ogren bertek nîşanê rewşê da û got Tirkiye veguheriye sergoyê cîhanê û got ji ber pere girtine qebûlkirin û divê ev rewş bi awayekî xurt bê protestokirin.   Parêzvana jiyanê Turkan Baran jî nêrînên xwe anî ziman û ev bertek nîşan da: “Cîhana me ji xwe têk diçe û bi aşkera mirinê didin ber me. Jixwe pirsgirêkên aborî, ekolojîk hene. Di vir de bandora polîtîkayên şer jî hene. Krîza aborî bi hewldanên wisa tê çareserkirin. Fatureya krîzê li xizanan bar dikin. Em hemû bedela vê didin.”   ‘Tirkiye qirêj dibe’   Aborîst Eren Tunga jî diyar kir ku hatina ji vê keştiyê tê pirsgirêka aborî çareser nake û wiha daxuyand: “Tirkiye yek ji welatên ku keştî lê jê tên jihevkirinê ye. Ev jî li cihekî wek Egeyê ye. Ger ku em hawirdora xwe biparêzin divê em îtîraz bikin. Ev peywira welatîbûnê ye. Bi keştiyê aborî sererast nabe. Dikare çareseriyên din bên dîtin."   ‘Divê ji sînor negirin hundir’   Ji Platforma Hawirdorê ya Alîgair Ozgul Çaglar jî bertek nîşan da û got ev jehr wê ne tenê Alîaga bandor li ser hemû Ege û Tirkiyeyê bike û got gelek madeyên jehrî têde hene. Ozgulê diyar kir ku divê destur neyê dayîn ku keştî bikeve sînor.   Bahar Denîz ya 25 sale dermanvaniyê dike jî destnîşan kir ku qirêjiya hewayê bandorek mezin li ser tenduristiya gel dike û li Alîaga gelek nexweşiyên pençeşêr, astim, alerjîk û kisirê hene û tehemula Alîaga li dijî dukaneke heskariyê jî tune.