‘Li Şirnexê li dijî xwezayê qirkirineke sistematik heye’ 2022-07-30 09:02:12   Sema Çaglak   ŞIRNEX – Parezêr Gulnur Yilmaz, destnîşan kir li Şirnexê li dijî xwezayê qirkirineke sistematik heye û diyar kir ku divê birîna darên li Şirnexê bikeve tevahiya rojeva cîhanê.   Li Çiyayê Cûdî û Gabarê û li Herêma Bestayê yên Şirnexê du sal in bi destê cerdevanan di bin çavdêriya leşkeran de dar tên birîn. Li Bestayê bi deh hezaran dar ji aliyê cerdevanan ve hatin birîn û talankirin. Her roj di navbera 20-25 kamyon û TIR’ên ku daran bar dikin diçin derveyî bajêr hene.  Li gorî raporên Baroya Şirnexê di nav 7 mehan de %7 qadên darîstanî hatine tunekirin.   Bertek û nerazîbûnên li dijî qirkirina xwezaya Şirnexê her diçe zêdetir dibin. Parêzer Gulnur Yilmaz têkîldarî mijarê axivî. Gulnur, daxuyand ku Tirkiyê bi vê qirkirinê re aşkere sûc dike û wiha axivî: “Lİ Şirnexê ji bo bidestxistina rant û darên erzan daristan tên tunekirin. Ji cerdevanan bigire, heta leşker û hemû rayedarên dewletê şirikantiya vê komkujiyê dikin. Qirkirina ku Tirkiyê bi  birîna daran dike hem ji aliyê hiqûqa navxweyî hem jî ji hêla hiqûqa navneteweyî sûc e. Bi salan e li Şirnexê di bin navê herêmên ewlehiyê de xweza tê tune kirin û li dijî vê herkes bêdeng e. Qirkirina xwezayê nayê qebûlkirin û divê rayedar hesabê vê qirkirinê bidin.”     ‘Bêdengî dê qirkirinê mezintir bike’   Gulnur, destnîşan kir ku bi vê yeke jiyana gelê herêmê jî dikin xeterê û got: “Di berdewamiya hesabên bidest xistina rantê de jiyana gelên herêmê jî dikin xeterê. Li dijî vî welatê hêzek yekperest a hegemonîk heye. Berê li herêmê bi bûyerên kiryar nediyar dihat xwestin li wê derê jiyanê tune bikin. Niha jî bi qirkirina xwezayê hem bi demografyaya herêmê tê listîn hem jî jîngeha li herêmê tê tunekirin.  Tevî van bûyerên komkujiyê li welat bêdengiyek mezin jî heye. Ev bêdengî rê dide ku li dijî xwezaya herêmê êrîş û komkujiyên mezin û hovane bên kirin.”   ‘Helwesta Greenpeace divê bê şermezarkirin’   Gulnurê, bal kişand  ser daxuyaniya Greenpeace ya ku ji bo gilîkirina baroya Şirnexê da û got: “Bêguman li dijî vê komkujiyê liv û tevgerên hiqûqî hene. Heke mijar ne Bahra Spî be, erdnîgariya Kurdîstanê be sazîyek wekî Greenpeace jî dirûtiya xwe nîşan dide.  Li seranserê cîhanê qeyrana avhewayê her diçe girantir dibe. Li dijî vê qirkirina darên Şirnexê jî helwesta Greenpeace divê bê şermezarkirin. Têkoşîna ji bo ekolojîyê divê ne ji bo herêmekê be. Li tevahî cîhanê ji bo ekolojiye têkoşînek tê dayîn û hemû girêdayî hevdû e.”   ‘Qirkirina daran divê ji rojevê dernekeve’   Gulnur, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Baroya Şirnexê derbarê qirkirinê de gelek rapor amade kirine. Lê hemû serlêdan û gilînameyên wan bê bersîv man. Em dizanin ku li dijî helwestên hiqûqî polîtîkayek bê encam hiştinê kirine dewrê. Tevî van yekan gelek hewildanên hiqûqî hene û dê zêdetir bibin. Li Şirnexê li dijî xwezayê qirkirinek sistematik heye û divê demildest were rawestandin. Her wiha yên ku wê qirkirinê pêk tînin divê hem ji aliyêç hiqûqa navweyî hem jî ji aliyê ya navneteweyî de werin cezakirin.”