Beyza Ustun: Bi rêxistinbûnê em dikarin pergalê têk bibin 2021-10-13 10:35:02   Oznur Deger    ENQERE - Prof. Dr. Emîne Beyza Ustun, bal kişand ser girîngiya mîtînga TJA'yê ya ku di 16'ê cotmehê de bê lidarxistin got: "Li dijî pergalê têkoşîneke hevpar hewceye. Bi rêxistinbûnê em dikarin pergala heyî têk bibin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê di 16'ê cotmehê de bi dirûşma "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" li Amedê mîtînga herêmê li dar bixin. Jinan ji bo tevlîbûna mîtîngê zend û bendê xwe badan û kolan bi kolan, tax bi tax û bajar bi bajar bi jinan re dicivin û bal dikişînin ser girîngiya mîtîngê. Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Prof. Dr. Emîne Beyza Ustun bal kişand ser mîtîngê ku bê lidarxistin û derbarê talankirin û tehrîpkirina xwezayê ji ajansa me re axivî.    Kedxwarî û şîdet...   Beyza, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pergala kapîtalîst a ku serdestiyê afirandiye, li hemberî jin û xwezayê zext û zordariyê dike û got: "Polîtîkayên ku li ser qezenca zêde hatî afirandin li hemberî jin û xwezayê kedxwariyeke mezin dike. Bingeha pergala kapîtalîst ji patriarkal ango perspektîfa mêr e. Ev pergal ligel kedxwariyê li hemberî jinê şîdetê jî diafirîne. Dema ev pêvajo didome şîdet û kedxwarî bêtir kûr dibe. Di salên dawî de tifaqên bi AKP'ê re dimeşîn, bi zîhniyeta patriarkal, şîdet û kedxwariyê nêzî jin û xwezayê dibin û ev tişt bi zelalî xuya dike. Kesên ku şahidiya 20 salî kirine zîhniyeta kedxwariyê di jiyana xwe de bêtir dibînin."    Bandora zîhniyeta patriarkal   Beyza, da zanîn ku di salên 2000'î de gelek qeyran pêk hatin û heta îro jî ev qeyran didomin û wiha bi lêv kir: "Ji ber qeyranan şîdet û kedxwarî bêtir zêde bûn. Ji holê rakirina Peymana Stenbolê ne tesadufiye. Di encam zîhniyeta patriarkal peyman ji holê hat rakirin. Teqeskirina serdestiya mêr a di nava malê de û domandina şîdet û kedxwariya li hemberî jin û zarokan encamên zîhniyeta patriarkalê. Li dijî şîdet û qeyranên heyî têkoşîna kesekî feydê nade pergala ekolojîk û jinê. Li dijî wê pergalê, avakirina jiyaneke wekhev a bi perspektîfa jinê hewceye, ji bo vê jî divê her kes berpirsiyartiyek bigire ser xwe. Niha pêvajoya siyasî xitimiye û ev tişt tenê bi siyaseta azad a bi perspektîfa jinê hatî pêşxistin ji holê bê rakirin."    'Ji bo xwe rizgar bikin êrişê jin û ekolojiyê dikin'   Beyza, destnîşan kir ku domandina qirkirina jin û xwezayê ya bi hev re ne tesadûfî ye û wiha axivî: "Heman zîhniyet herdu qirkirinan bi rêya kedxwarî û şîdetê didomîne. Ji ber vê sedemê şîdeta li hemberî jin û xwezayê zêde dibe. Rizgarî jî dê bi perspektîfa jinê pêk bê û heke wisa nebe dê kedxwarî bêtir kûr bibe. Patriarkaya kapîtalîst dê di her qadê de xwe bêtir nîşan bide, ji ber ku pergala wan di nav qeyranê de ne. Îqtîdar ji bo xwe ji siyaseta xitimandî rizgar bike êrişê jin û ekolojiyê dike. Mînaka berxwedana Îkîzkoyê li holê ye, li vir armanc ne tenê kana komirê ye dixwazin hemû herêm bidin şîrketan. Ev tişt li gelek deveran wisa ye. Niha jî heman nêzîkatî li geliyê Mûnzûrê pêk tê. Bêtir jin li dijî êrişan pêşengtiyê dikin. Qirkirina-Ekolojî û qirkirina-jinê ne tesadûfî ye. Li vir bêtir jin bedelen giran didin. Qadên xwezayî, zîndiyên xwezayê, hafizayên bajarê teslîmê sermayedaran dikin. Dest datinin ser jiyan, av û qadên jiyanê."   'Em ê jiyaneke nû avabikin'   Beyza, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser guherîna pergalê: "Heta ku pergal neguhere tiştên ku niha tên jiyin naguherin. Me li Rojava dît ku jin çawa pergaleke jiyanê avakirine. Di nav pergalê de avakirina jiyaneke wisa girîng û zehmet e. Ji bo em jî wê pêk bînin divê em demokrasiyê pêş bixin. Li vir rêya 3'yem HDP ye. Em ê bi hev re, bi parastina mafan rêyek nû avabikin. Heke em vê tiştî pêk bînin em ê carek din jiyanek nû avabikin. Parastina xwezayê ya ji qirkirinê û têkbirina şîdeta li hemberî jinê dê bi hêzkirina demokrasiyê û avakirina jiyaneke wekhev û azad pêk bê."   'Li dijî pergalê em ê ewilî bên cem hev'   Beyza di dawiya axaftina xwe de wiha behsa mîtînga TJA'yê ya ku di 16'ê cotmehê de bê lidarxistin kir: "Ez tevlî mîtîngê nebim jî dilê min dê li wir be. Jin dê li wî qadê gotinên xwe bêjn. Gotinên xwe dê bi bîryarî bînin ziman. TJA û rêxistinên jinan her tim ji min re bûn hêz. Em jin dê bi ser kevin. Em dikarin pergala êrişkar têk bibin. Hem hêza me heye û hem jî rêxistina me heye. Ewilî em ê li dijî pergalê bên cem hev."