Agirê li ber vemirandinê ji ber gulebaranê dîsa gûr bû 2021-07-15 14:37:05     ŞIRNEX - Agirê bi Herêma Bestayê ya Şirnexê ketibû ku li ber vemirandinê bû, ji ber helîkoptêrê gule li herêmê barand careke din gûr bû.    Li Herêma Bestayê ya di navbera Şirnex û Sêrtê de ji 12’ê tîrmehê ve agir bi çiyê ketibû û her ku çû belav bû. Agirê ku heta niha tu tîmên agirkujiyê mudaxile lê nekirine, xwe bi xwe kêm mabû vemire. Lê agirê li ber vemirandinê duh bi şev dîsa berbelav bû.    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin bidestxistin; duh bi şev helîkoptera leşkerî gule li herêmê barandiye û ji ber vê yekê agir carek din gûr bûye.