Agirê bi daristana Pîranê ketiye belav dibe 2021-06-08 11:06:21     AMED - Piştî operasyonên leşkerî yên li Pîranê ya Amedê agir bi daristanê ket û ev 8 roj in didome. Agirê ev 8 roj in nayê vemirandin li gundên Xarpêtê jî belav dibe.    Li gundê Pîrejmanê yê girêdayî navçeya Pîranê ya Amedê, piştî ku operasyonên leşkerî bi dawî bûbûn, di 1’ê hezîranê de agir bi daristana quntarê Çiyayê Gorseyê ketibû.  Agirê ku ev 8 roj in destûr nayê dayîn ku bê vemirandin, bi bandora ba li gundên Nerbiş û Wişkala yên girêdayî navçeya Miyaran a Xarpêtê belav bû. Welatî bi derfetên xwe helw didin agir vemirînin. Li gorî agahiyên me ji welatiyan girtin, daristana li Çiyayê Gorseyê bi temamî şewîtiye.    Bertekên gundiyan   Li ser hesabê medya sanal a gundê Wişkala bertek nîşanî mudaxalenekirina şewatê hat dayîn. Gundiyan bertekên xwe wiha parve kirin: “Li ser medyaya sanal nûçeyên derew tên çêkirin, ka em kesî nabînin, peywirdar tune ne. Hemû amir û leşkerên tên vir me temaşe dikin û kêfa çayê dikin. Bi maşîneyên kar rê tê çêkirin. Ev şewat bi maşîneya kar nikare bê vemirandin. Hewldanek nîne ku agir bê vemirandin, ji van gundiyan re heyf nîne, we vê şevê xistin vê rewşê. Em we hewaleyî Xwedê dikin. Em hemû sedemê şewatê baş dizanin, lê mixabin tê veşartin. Tu qenalên nûçeyan rastiyê nîşan nadin.. #trthaber#trt1#ahaber#kanal23”