Leşkeran lêkolîna ji bo Çemê Zîlanê asteng kirin 2021-06-05 16:24:59 WAN - Leşkeran rêveberên ÇEV-DER û TEMA’yê ku ji ber Roja Hawîrdorê ya Cîhanê xwestin li ser Çemê Zîlanê lêkolînê bikin asteng kirin.  Reveberên Komeleya Hawîrdorê ya Wanê (ÇEV-DER) û Weqfa Parastina Heyînên Xwezayî, Dar Danînê û Têkoşîna bi Erozyonê re ya Tirkiyeyê (TEMA) ji ber Roja Hawîrdorê ya Cîhanê xwestin li ser Çemê Zîlan ê li Gundê Wêranê yê navçeya Erdîşê lêkolînê bikin, lê eskeran bi hêceta qedexeya çalakiyan heye şande asteng kir.    Ligel ku Serokê ÇEV-DER’ê Alî Kalçik, diyar kir ku daxuyaniyê nadin çapemeniyê, wê tenê lêkolînê bikin jî leşkeran girse asteng kir.  Alî , anî ziman ku ji bo çem û derdor qirêj nebin hatine heremê û bi gotinên “Tişteke ku girêdayî nêrîna siyasî nîne. Ev têkildarî pêşeroja we ye. Ev ne daxuyaniya çapemeniyê ye” bertek nîşanî leşkeran da. Ji ber astengkirina leşkeran, şande bêyî ku lêkolînan bike ji herêmê veqetiya. Ji bo şandeya ku ji 4 kesan pêk tê hejmareke zêde ya leşker, polîs û cerdevanan şandin heremê. Leşker û polîsan heta derketina navçeyê rêveberên komeleyê şopandin.