Ji bo ku kana mermer bê girtin kampanya îmzeyê 2021-06-03 12:49:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, ji bo îptalkirina kana mermer ya li Payizavayê tê xwestin bê çêkirin kampanya îmzeyê da destpêkirin.    Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, ji bo îptalkirina kana mermer ya li gundê Şêxan ê Payizavayê tê xwestin bê çêkirin kampanya îmzeyê da destpêkirin. Tevgera Ekolojiyê derbarê kampanya ku li ser change. org da destpêkirin de ev daxuyanî da:    "Ji krîza Gerdûnî ya avhewayê bigirin, heta bi krîza xurekê, bi giştî li dijî krîza ekolojîye, di bedelêa ku ewlehî bê girtin, pêşveçûneke li dijî vê heye, ji Hes, Jes û Tokiyan bigirin bi giştî krîzeke ekolojîk heye. Ji ber vê bi gundên ku bên valakirin û bi koçberkirina kesan re wê gelek pirsgirêkên civakî derkevin holê. Bila çêkirina kana mermer ku tê xwestin li gundê Şêxan ê payizavayê bê çêkirin îptal bikin berdêla mexdûrkirina gel bidin."