Li Çiyayê Cûdiyê dîsa şewat derket 2021-05-31 14:55:41     ŞIRNEX - Li daristana gundê Gundikê Ramo yê ku li quntarê Çiyayê Cûdi ye şewat derket.   Li daristana gundê Gundikê Ramo yê li quntarê Çiyayê Cûdî ku girêdayî bajarokê Gundikê Melî yê Şirnexê ye, hat zanîn ku şewat derket. Sedema şewata ku derket nehat zanîn û tu mudaxelejî lê nayêkirin. Hat diyarkirin ku şewata mudaxele lê nayê kirin her ku diçe belav dibe.   Her wiha hat diyarkirin ku ev hefteyeke jî li herêmê ji aliyê cerdevanan ve dar tên birîn.