‘Divê modelên bikarhênerî û hilberînê ji nûve bên avakirin’ 2020-05-08 09:26:19   Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN - Ekolojîst Pelîn Cengîz diyar kir ku vîrusa korona têkiliya wê bi krîza avhewayê re heye û got: “Divê hemû modelên bikarhênerî û hilberînê bi vê vîrûsê re ji nû ve bi teşe bibin û divê stratejiyên veguhsetinê derxînin holê. Hêviya me ev e ku li dijî xwezayê hestiyariyek pêş bikeve. Divê li dijî vîrûsê tedbîr bên girtin.”   Ekolojîst Pelîn Cengîz anî ziman ku bi vîrusa krona re krîza avhewayê ya bi salane tê nîqaşkirin ji nû ve hatiye rojevê û got hikûmet divê piştî vê pêvajoyê jî heman hesasiyetê li hember xweza û zindiyan nîşan bide.   ‘Li cîhanê krîzek mezin a avhewayê tê jiyîn’   Pelînê got di vê pêvajoyê de krîzeke mezin a avhewayê jî heye û hinek alî vê mijarê di rojevê de dihêlin û got: “Dagirkirina xwezayê ya li cîhanê êdî hatiye asteke ku vegera wê tüne ye. Li cîhanê dagirkirina axê û windabûna çavkaniyên avê hene. Qirêjiya hewayê jî her diçe zêde dibe. Li gelek cihên cîhanê derfetên xwegîhandina vê tüne ye. Mixabin her sal cureyên zindiyan tune dibin. Sewalê tên tunekirin û nifşê wan tune dibin jî ji ber cihê ku lê bimînin namîne, derbasî mirovan dibin. Ev texrîbatên me rêz kirin jî qada jiyanê ya hemû zindiyan teng dike. Der barê vê de dagirkirinek mezin mijara gotinê ye. Yek ji nokteya herî girîng jî vîrus bi lez belav dibe. Di nokteya em lê ne de jî mirin zêde dibe.”   ‘Divê mijara ji nû ve avakirinê bê nîqaşkirin’   Pelînê destnîşan kir ku heta dermanê vîrusê neyê dîtin wê vîrus bibe dema pêla duyem û sêyemîn û got: “Di vê pêvajoyê de divê mirov avakirina jiyaneke nû nîqaş bikin.Divê em ji hemû qadên jiyanê dersê derbixin. Divê stratejiya veguhestinê danîn holê. Dive li dijî xweza û hemû andiyan jî tedbîr bên girtin. Divê hemû modelên bikarhênerî û hilberînê bi vê vîrûsê re ji nûve bi teşe bibe û divê stratejiyên veguhsetinê derxînin holê. Hêviya me eve ku li dijî xwezayê hestiyariyek pêş bikeve. Divê li dijî vîrûsên nû jî tedbîr bên girtin.”