Dem dema azadiya jinê ye (3)

  • 09:05 2 Adar 2022
  • Dosya
 
Ji bo neyê darvekirin bû penaber
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Maryam Rajatî Hangî ya li Îranê cezayê darvekirinê lê hat birîn, neçar ma bê Tirkiyeyê û damezrîneriya Komeleya Piştevaniya Jinan a Penaberên Navnetewî kir. Maryam li dijî binpêkirinên li hember jinên penaber têdikoşe.
 
Li her derê cîhanê jin 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi berxwedanê pêşwazî dikin. Jinên li dijî binpêkirina kedê, qirkirina jinê, krîza aborî, şîdeta dewletan, ferzkirina penaberan seranserê salê têkoşiyan, wê 8’ê Adarê de derkevin kolanan û dengê xwe bilind bikin.
 
Li deverên cuda yên cîhanê ji ber şerên tên jiyîn mirov neçar dimînin welatên xwe terk bikin. Koçberî pir caran derî li mirinê vedike. Li Tirkiyeyê 5 mîlyon penaber dijîn. Bêguman yên herî zêde bi şîdet û binpêkirinê re tên rû hev jinên penaber in. Sekretera Giştî ya Komeleya Piştevaniya Jinên Penaber a Navneteweyî aktîvîst Maryam Rajatî Hangî der berê pirsgirêkên jinên penaber de axivî.
 
Ji bo neyê darvekirin bû penaber
 
Maryam ku li Îranê ji ber mezheba xwe 7 caran hat girtin, neçar ma bê Tirkiyeyê, wiha dibêje: “Li Îranê li gorî qanûnên wê ger kesek ji Mislimantiyê derbasî mezhebek din bibe cezayê wê darvekirine. Ez ji Mislimantiyê derbarî Xiristiyanyê bûm . J ber vê du cezayên darvekirinê dan min. Gelek kes ji ber vê hatin darvekirin. Min nexwest bêm darvekirin, min dixwest ez bijîm.”
 
Maryamê got dadgeha Îranê ji bo ku ew vegere ewraq jê re şandine û got ku di rewşa vegere de wê ya cezayê  darvekirinê an jî cezayê muebetê bidinê.
 
Nikare parêzeriyê bike
 
Maryamê da zanîn ku ji ber Tirkiyeyê vîze nexwestiye hatiye Tirkiyeyê lê li Tirkiyeyê di alî aborî û manewî de pir pirsgirêk jiyaye û wiha dirêjî dayê: “Ez çawa ketim Tirkiyeyê hatim Enqereyê. Min pirsgirêkên li Îranê jiya kir rapor. Ji bo welatê sêyem min serlêdan kir lê gotin divê tu bisekinî û 5 salan venegeriyan. Dema nû hatim min ziman nizanibû. Min kar nedît, xanî nedît. Nasnameya penaberan 6 mehan carê tê nûkirin. Ji ber vê kesî kar neda min. Min hiqûq xwendiye. Ez li vir nikarim pîşeya xwe bikim.”
 
Mafên xwe yên li welat nizanin
 
Maryamê destnîşan kir ku ji bo hebûna li Tirkiyeyê tespît bikin 15 rojan carê diçin Îdareya Koçberiyê û rêça tiliyan didin û di vê rewşê de jî di jiyana kar de pirsgirêk dertên. Maryamê di vê mijarê de jî wiha vegot: “Em di nezelaliyek mezin de dijîn. Ev ji bo me pirsgirêkek mezine. Em ditirsin ku polîs me bidin sekinandin an jî yek me gilî bike. Ji ber ku hema me dersînor dikin. Tirkiyeyê deriyên xwe vekir lê ji bo penaberên jin derfetên kar tune. Divê qursa ziman hebe ku  jin bi rehetî bijîn. Xebatek dewletê di vî alî de tune. Saziyên civaka sivîl di vê mijarê de xebatan dimeşîne. Mafên penaberan çine, em nizanin. Agahiyê nadin me. 7 sal in ez li virim. Ez jî baş mafên xwe nizanim.”
 
Jin neçar dimînin bizewicin’
 
Maryamê bi lêv kir ku jin di heman demê de pirsgirêkên aborî dijîn û wiha daxuyand: “An jî beramberê keda xwe heqdest nagirin. Penaberek 12 saetan dixebite, lê tirk 8 saetan dixebitin. Pereyê em digirin jî nîvê yê wan e. Karsaz li dijî bertekan dibêjin biçin hûn li kû gilî dikin bikin. Piranî penaber ji ber veşarî dixebitin, newêrin gilî bikin. Pirsgirêkên aborî rê li ber gelek tiştî vedike. Jin ji ber pirsgirêkên aborî neçar dimînin bizewicin.”
 
Maryamê di berdewamiyê de ragîhand ku got jinên penaber yên ji her çar alî cîhanê çar sal berê hatine gel hev û komele ava kirine û ji bo alîkariya penaberan ev komele hat avakirin. Maryamê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin ji xwe re li cihên ewle digerin. Em xizmetê didin wan. Jin rastî tecawizan tên. Piranî jinên zewicandî li mala xwe jiyana hepsê dijîn. Jin piranî ser van pirsgirêkan serî li me didin. Ji ber Tirkiye jinan dersînor dike, jin li welatên xwe tên qetilkirin. Lê tenê beşek biçûk di çapemeniyê de xuya dike. Îran û Tirkiye di qetilkirina jinan de bi hev re tevdigerin.”
 
‘Divê jin bibin yek’
 
Maryamê got li Tirkyeyê NY di pêvajoya penaberiyê de bandorek wan tune, gelek rayeyan dide Midûriyeta Emniyet û Îdara Koberiyê û di vê rewşê de gelek penaber tên dersînorkirin û wiha dawî lê anî: “Îdara Koçberiyê ne objektîfe.  Me di navbera xwe de dibin û tînin. Dema li cihekî dizî dibe berê xwe didin penaberan. Her tim penaberan sûcdar dibînin. Bila jin netirsin. Bila bibin yek. Bila mafên xwe fêr bibin. Em li her qadê piştgiriyê didin jinan. Ne tenê 8’ê Adarê an jî 25’ê Mijdarê. Divê em her roj ji bo mafên xwe têbikoşin.”