Dem dema azadiya jinê ye (2)

  • 09:05 1 Adar 2022
  • Dosya
 
Çîroka pira navbera jinên cîhanê: Meşa Jinan a Cîhanê 
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Elîf Akgul da zanîn ku DKY pira navbera jinên cîhanê ye û pêvajoya wê ya li Tirkiyeyê nirxand û da zanîn ku dema DKY’ê xwe rêxistin dikir, tevgera jinên kurd Ronesans jiyaye.
 
Meşa Jinan a Cîhanê (DKY) ku di navbera jinên cîhanê de  peywira pirê dibîne bi tevlibûna hezaran dijî li dijî zîhniyeta desthilatdariyê têkoşîn tê dayîn. DKY ji sala 1990’an derket rê û di sala 2000’î de xebatên xwe pêş xist. DKY 5 salan carê di navbera 8’ê Adarê û 17’ê cotmehê ku Roja Li Dijî Xizaniyê ye, bernameyên cuda pêk tîne û jinên welatên cuda tîne hember hev. DKY ji 2000’î heta li Tirkiyeyê xwe rêxistin dike. Yekem meşa wê di sala 2000’î de pêk hat û KESK’ê malovaniya meşê kir. 
 
Çalakiya Meşa Jinan a Cîhanê sala 2000'î a li Tirkiyeyê di 8’ê Adarê de hat destpêkirin, di 8’ê cotmehê de bi mîtînga li Enqereyê bidawî bû. Elîf Akgul ya di sala 2000’î sekretera jinan a  Egîtîm Senê ku wê demê malovahiya DKY’ê kir, der barê pêvajoyê de axivî.
 
‘Şerta jina global rojeva tevgera jinan a cîhanê bû’
 
Elîfê da zanîn ku naveroka DKY’ê diyar kiriye, pirsgirêkên jinan yên li Tirkiyeyê jî nîşan dida û naveroka wê hemû aliyên şer û zîhniyeta serdest ya mêr lêkolîn dikir. Elîfê wiha vegot: “Têkoşîna jinan a li Tirkiyeyê di vê çarçoveyê de rêxistinbûnek afirandibû. Şerta jinan a global di rojeva jinên Tirkiyeyê de bû. KESK û Egîtîm Sen wê demê hêza pêşeng bû. Organîzasyonên rêxistinkirî ji ser Egîtîm Senê dimeşiyan. Sekreterya jinan di sala 2000’î de ava bû.”
 
Îlankirina şerta jinan a global
 
Elîfê da zanîn ku DKY di 1995’an de bi tevgerên jinên Kanadayê re hatiye gel hev û bi çalakiya ku federasyona jinan pêk aniye bûye sedema tevgera jinan a femînîst. Elîfê wiha daxuyand: “Li her çar alî cîhanê jin di vê pêvajoyê de hatin gel hev. Ji 60 welatî delegasyon tevlî konferansa jinan ya li Pekîn a Çînê bûn. Ji Tirkiyeyê jî ji ser KESK’ê tevlibûn pêk hat û şerta jinê ya global hat îlankirin. Şerta jinê ya golbal pir berfireh bû û 17 xalan pêk dihat. Li Tirkiyeyê polîtîkayên der barê jinan de, bêewlebûna kar a jinan bandor gelek li jinan kir. Li Kurdistanê şerek hebû û di rojeva jinên Tirkiyeyê de ev rewş hebû. Bedela vî şerê giran jinên kurd dida. Şîdeta şer bi giran dihat jiyîn. Biçavkirin, girtin, tacîz û tecawiz. Valakirina gundan û koçberkirin gihişt astek dijwar.”
 
‘Jinên kurd Ronesansa xwe dijiyan’
 
Elîfê bi lêv kir ku li dijî şerê li Kurdistanê giran dibû rihê berwedanê ya jinên kurd pêş ket û wiha bi lêv kir: “Jinên kurd hatin gel hev û rêbazên têkoşînê pêş xistin û pêvajoyek hişemendiyê bixwe re anîn. Li Kurdistanê xebatek cidî dimeşiya. Piştî îdeolojiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gihişt astek felsefîk, tevgera jinên kurd jî bi awayekî girîng pêş ket. Her kesî li qadan şahidiya têkoşîna jinên kurd kir. Em dikarin vê bêjin. Jinên kurd Ronesans jiyan.”
 
Saziyên jinan ava bûn
 
Elîfeyê wiha dirêjî dayê: “Têkoşîna jinên Kurd bandor li her derê kirin. Ji sendîkayan heta qadên partiya siyasî saziyên jinan ava bûn. Hatina gel hev a jinan bi taybet di 1995’an de piştî KESK’ê polîtîka jinê pêş xist, sekreterya jinê ava bû. Biv ê re manîfestoyek hat avkairin û civîna yekem pêk hat. Vê civînê rotaya têkoşîna jinê diyar dikir. KESK’ê di qada kedê de mîsyonek mezin girt serxwe. Ji ber tevgera Femînîst li her derê Tirkiyeyê ne birêxistin bû bi jinan re avakirina têkiliyê zehmet bû. Ji ber vê KESK’ê her du pir kir yek û rola kordînasyonek cidî girt ser xwe.  Sekreterya jinan a KESK’ê şoreşek bû. Di salên 2000’î de DKY starta da û vê bandorek mezin li ser jina kir.”
 
‘Vejîna femînîzmê hat jiyîn’
 
Elîfeyê daxuyand ku piştî pira navbera tevgera femînîst û tevgera jinê kurd hat avakirin şûnde jinan piştevaniyek mezin nîşan daye û qadên têkoşînê hev xwedî kirine û wiha bi lêv kir: “Di sala 2000’î de di meşa jinan de li her derê civîn pêk hatin dosya hatin amadekirin. Pirsgirêkên ku jin dijîn hatin nîqaşkirin. Li dijî van pirsgirêkan di DKY’ê de hatina gel hev, ji bo hemû jinan bû morelek mezin û hêz da tekoşînê. Di dîroka Tirkiyeyê de di alî jinan de vejîna femînîzmê ya pir nasname û pirçandî ava bû.  Heta 2005’an  bi pêşengiya DKY’ê gelek çalakî û bername pêk hatin. Di 2003’yan de bi pêşengiya DKY’ê li Hîndîstanê konferansek jinê pêk hat. KESK jî tevlî bû. Der barê pirsgirêkên jinan de dosyayek pêşkêş kr.  Li Tirkiyeyê di 2005’an de çalakiyek mezin a ‘Ji şer re na’ pêk hat. Ev çalakî ji aliyê Egîtîm Senê ve hat rêxistinkirin û 13 hezar jin tevlî bibûn.
 
Meşa DKY’ê ya Stenbolê
 
Di 2005’an de li Stenbolê konferansek mezin a delegasyonên navneteweyî tevlî bûn, pêk hat. Wê rojê li Stenbolê mîtîngek mezin a jinan pêk hat. Ji her derê jin tevlî bûn. Ev mîtîng gelek dîrokî bû. Ji wê rojê şûnde pergala Tirkiyeyê serobino bû. Di salên 2000’î de tevî atmosfera 12’ê îlonê dihat jiyîn, îro pêvajoyeke ji 12’ê îlonê xirabtir tê jiyîn.”
 
‘Jinên kurd tenê tên hiştin’
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku îro girtîgeh, nîşaneya polîtîkayên îmhayê ya li hember Kurdaye û wiha dawî lê anî: “Aysel Tugluk ya nexweşa giran a demansê ye nayê berdan. Garîbe Gezer ya li girtîgehê hat tecawizkirin, hat qetilkirin. Ev hovîtî nîşan dide ku îradeya jinên kurd çawa hedef tê girtin. Bi vê peyamê didin jinan. Lê tevî vê jinên Kurd berxwedana xwe didomînin. Jinên kurd yên li dijî pirsgirêkan bi hevkarî têkoşîn, ji ber nasnameya xwe tenê tên hiştin.  Jinên kurd div ê astê de tenê tên hiştin.”