Ji Girê Spî heta Serêkaniyê xelekên Berxwedana Rûmetê (6)

  • 09:01 6 Cotmeh 2020
  • Dosya
Di bin topbaranê de têkoşîna Heyva Sor a ji bo jiyana bi hezaran sîvîlî
 
Sorgul Şêxo
 
QAMIŞLO - Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê rola xebatkarên tenduristiyê yên Heyva Sor a di Berxwedana Rûmetê de nirxand. Cemîlayê da zanîn ku di nava şerdên gelekî dijwar de xebatkarên Heyva Sor rola xwe ya girîng lîstine û wiha got: "Zagonên navneteweyî yên ku qaşo parastina sivîl, birîndar û bijîşkan a di şer de dike di serdema êrîşên dewleta tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî  de derneket pêş. Her wiha sûcên şer li Serêkaniyê û Girê Spî çêbûn. Civaka navneteweyî û saziyên mafê mirovan tenê wekî tamaşevanan, bêyî ku wîcdanê wan biêşe, dinihêrtin." 
 
Xebatkarên tenduristiyê yên Heyva Sor a Rojava li hember top, balafir û bombebaranê bi erkê xwe yê exlaqî û wîcdanî rabûn. Xebatkarên Heyva Sor a Kurd û Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn di Berxwedana Rûmetê de di bin bombebaran û topbaranê de ji bo jiyana bi hezaran sîvîlî li berxwe dan û ew jî hedef hatin girtin. 4 xebatkarên Heyva Sor a Kurd dema ku dixwestin birîndaran ji cihên şer xilas bikin, ji aliyê balafirên dewleta tirk ve birîndar bûn. Çar xebatkarên Heyva Sor ên bi navê Hayil El-Salih, Mîdiya Bozan, Havîn Xelîl û Îbrahîm Bozan, dema dixwestin xwe bigihênin hewara birîndaran ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta tirk ve bi rengekî hovane şehîd ketin. Li gor zagonên navneteweyî nabe ku li deverên şer ambulans û bijîşk werin hedefgirtin. Lê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî sûcên şer li dijî sivîl û şervanan û li dijî bijîşk û endamên Heyva Sor a kurd ji aliyê dewelta tirk ve pêk hat. Li dijî vê yekê bêdengiyeke navneteweyî jî hebû. Derbarê rola Heyva Sor a Kurd a di Berxwedana Rûmetê de, Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê nirxandin kir.
 
'Şervanan xak rizgar dikir, me sîvîl derman dikirin'
 
Cemîlayê wiha behsa rola xebatkarên Heyva Sor a di Şoreşa Rojava de kir: "Li kêleka şervanên ku xaka Rojava buhist bi buhist ji çeteyan rizgar dikir, me jî şervan û sîvîlên ku di encama şer de birîndar dibûn, derman dikirin. Armanc û hedefên me ew bûn ku em çawa bikaribin sivîlan ji mirinê xilas bikin û jiyaneke nû bidin wan. Li ser wî esasî jî em bi erkê xwe yê exlaqî radibûn. Çeteyan û dewleta tirk jî di heman demê de şerê sîvîlan jî dikirin. Sivîl her dibûn qurbaniya şerê ku dihate meşandin."
 
'Zagonên navneteweyî li gorî berjewendiyan e'
 
Cemîlayê bal kişand ser zagonên navneteweyî yên di derbarê şer de û wiha dom kir: "Zagonên navneteweyî yên derbarê şer de tenê li gorî berjewendiyên desthildatdaran e. Ev zagon li Sûriyeyê û bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve dihat bombebarankirin pêk nedihatin.  Di şerê ku li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî rû da, korîdoreke mirovî tunebû ku em sîvîlên birîndar û şehîdan derxînin û bigihînin deverên bi ewle."
 
'Xilaskirina her birîndarekê/î hêja bû ku mirov bêje ez kedê didim'
 
Cemîlayê kêliyên xilaskirina birîndarekê/î û hestên ku jiyaye wiha vegot: "Xilaskirina jiyana her birîndarekê/î ji jin, zarok û kesên temenmezin tevî şervanan jî hêjayî ku mirov bêje ez kedê didim. Lê kêliyên ku herî zêde bandor li me kir û ji bîra me naçin ew bûn, dema ku deverek dihate bombebarankirin û qêrînên jin û zarokan bi ezmanan ve bilind dibû ku û nedikarî rêyeke bibînin wan xilas bikin."
 
'Korîdoreke mirovî tunebû ku em birîndaran derxînin'
 
Cemîlayê da xuyakirin ku li gorî zagonên navneteweyî divê korîdorên mirovî hebe ku birîndaran xilas bikin, lê li Serêkaniyê û Girê Spî ne bi vî rengî bû û wiha dirêjî da gotina xwe:"Sûcên şer ku dewleta tirk li hember sivîlan dikir, wê bikeve dîrokê û neyê jibîrkirin. Korîdoreke mirovî tunebû ku em sivîlên birîndar derxînin, ev ji sûcên şer girantir e."
 
'Li Serêkaniyê her dem sîvîl dibûn hedef'
 
Cemîlayê da zanîn ku dayikan di xilaskirina birîndaran û şehîdan de dibûn alîkar û wiha pê de çû: "Li Serêkaniyê her dem sîvîl dibûn hedef. Li Serêkaniyê dema ku xortek diçe firinê nan bigire, ji aliyê dewleta tirk ve tê hedefgirtin û şehîd dibe. Paşê birayê wî yê ku bi hawara wî ve diçe ew jî tê hedefgirtin  lê dayik û xwişka wan ew ji wê kolanê derxistin û birin Nexweşxaneya Roj da ku wan derman bikin. Lê mixabin ji ber şer, pevçûn, top û bombebaranê rêyek tune bû ku em wan ji Serêkaniyê derxînin û bibin Til Temirê. Qêrîna xwişk û wê dayikê erd û ezman hejand."
 
'Yên ku xwestin birîndaran xilas bikin, bi xwe birîndar û şehîd bûn'
 
Cemîlayê karwanê ku di 13'ê Cotmehê de hat hedefgirtin wiha bi bîr xist: "Karwanê sivîlan ku dixwestin bi me re bibin alîkar ku piştgiriyê bidin şervanên xwe û birîndaran ji bin kavilan derxînin, bûn hedefa topên dewleta tirk. Ya herî bi êş ew e ku sivîlên ku hatin bi me re bibin alîkar ku em sivîlên birîndar xilas bikin, ew bi xwe birîndar û şehîd bûn."
 
'Tiştek bi min nehatiye, birayê min xilas bikin'
 
Cemîlayê di heman demê de zaroka 9 salî ya bi navê Sara û Mihemed ên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û wiha dewam kir: "Sara û Mihemed dema ku li kolanê dilîstin bûn qurbaniya topên dewleta tirk. Dewleta tirk lîstoka wan veguherand xwîn û kenê wan veguherî qêrînên ku bi girî ve dibûn yek. Sara lingên wê jê bûn û Mihemed jî şehîd bû. Dema ku Sara birîndar dibe di wê rewşa xwe de dibêje: Tiştek bi min nehatiye, birayê min xilas bikin. Gotin û hestên Sara yê ji bo birayê wê yê şehîd ket, qet ji bîra me naçe û di mejiyê me de her zindî ye."
 
'UNICEF zarokan naparêze'
 
Cemîlayê zagonên ku qaşo mafê zarokan diparêzin bi bîr xist û ev yek anî ziman: "UNICEF a ku qaşo dibêje mafê zarokan diparêze, zarokên Girê Spî û Serêkaniyê neparast. UNICEF dibêje ku pêwîst e zarok bixwînin, bikenin, bijîn lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zarokên me ji ber dagirkeriyê ji perwerdeya xwe qut dibin, ling, dest û organên laşê wan ji ber şer winda dibin, her destê wan li ser guhê wan e û tu rêxistin jî helwestê li dijî êrişên li ser wan nîşan nade. UNICEF zagonê parastina mafê zarokan a tenê axaftinên li ser rûpelan in û bi erkê xwe ve ranabe."
 
'Tevî hemû derfetên kêm me hewil dida em jiyana birîndaran xilas bikin'
 
Cemîlayê wiha dewam kir: "Gundek ji gundên Serêkaniyê di saet 00:00'an de hat bombebarankirin, di nav de birîndar û şehîd hebûn. Ji ber ku şev reş bû me nedikaribû ambulans jî ronî bikira nêzî saetekê li wî gundî em man û me bang kir kes heye yan na. Me tenê dikarîbû şehîd û birîndarek xilas bikira. Dilê me hîs kir ku hin birîndarê din jî hene lê şev bû. Saet di 06:00'ê sibehê de dîsa me berê xwe da gund wê demê hin şervan şehîd bûbûn lê yek birîndar mabû. Dema ku me dît, wiha got:"Hûn li ku derê man, ez ji şeva din ve li bende we bûm. Gotina wî em pir êşandin, lê derfetên di  destên me de kêm bûn. Tevî hemû derfetên kêm me hewil dida em jiyana birîndaran xilas bikin."
 
'Free Burma Rangers di oxira xilaskirina birîndaran de şehîdekî xwe dan'
 
Cemîlayê sersaxî ji malbata Endamê Rêxistina Free Burma Rangers re xwest  û wiha domand: "Endamê rêxistineke ku bi dil û wijdanê xwe alîkarî dame di xilaskirina birîndaran de jiyana xwe ji dest da. Free Burma Rangers di her kêliyê de li kêleka me bûn. Di oxira xilaskirina birîndaran de endamê wan Zaw Sîng şehîd bû. Zaw Sîng ne tenê şervan, kamerevanê rêxistinê her wiha di xilaskirina birîndaran de roleke wî ya pir çalak hebû."
 
'Di her kêliyê de em amade ne'
 
Cemîlayê herî dawî diyar kir ku ew ji bo gel û şervanan her amade ne û wiha bi dawî kir: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şer de gelek êş dîtin, daxwaza me  ew e ku şer raweste, gel bi aramî bêyî rijandina xwînê û rondikan bijî. Em jî di her kêliyê de amade ne ku li kêleka şervanan û gelê xwe bi erka xwe ya wijdanî ve rabin."
 
Sibehê: Foza Yûsif: Hevrîn Xelef ji bo netewa demokratîk semboleke zindî bû