Ji Girê Spî heta Serêkaniyê xelekên Berxwedana Rûmetê (4)

  • 09:04 4 Cotmeh 2020
  • Dosya
'Çavên me li vegera warê me ye' 
 
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Jinên ji bajarê Girê Spî nêrînên xwe di derbarê êrîş û kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê de anîn ziman û wiha gotin: "Ev cara duyemîn e em ji bajarê xwe koçber dibin, her tim çavên me li vegera Girê Spî ye, baweriya me heye em ê rojekê vegerin bajarê xwe."
 
Piştî êrişên li ser herêma Efrînê dewleta tirk amedekariyên êrîşên ser herêmên Firat û Cizîrê dikir, weke berdewamiya komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 9'ê Cotmehê de dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Girê Spî û Serêkaniyê kirin. Beriya êrîşên 9'ê Cotmehê jî gelek caran şêniyên herêmê rastî gef û êrîşên cur be cur yên dewleta tirk dihatin. Herî dawiyê jî di encama êrîşên dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê de bi sed hezaran şênî bi darê zorê ji malên xwe koçber bûn û derbasî Kampa Til Seminê bûn û hin ji wan jî derbasî kantona Kobanê bûn.  Gelê ku ji bajarê xwe koçber bûne bi hêviya vegera bajarên xwe dijîn. Têkildarî vê mijarê jinên ji bajarê Girê Spî nêrîn û helwestên xwe li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Girê Spî anîn ziman û ji ajansa me re axivîn.
 
'Ji ber êrîşên dewleta tirk em du caran koçber bûne'
 
Jina bi navê Hedlê Yusif a ji gundê Xirbet Elo yê girêdayî bajarê Girê Spî ye qala êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî dike û wiha dibêje: "Di saet sisiyên şevê de dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî gundewarên Girê Spî kirin, dema me dengê tank û topan bihîst me dizanibû ku em ê car din ji malên xwe koçber bibin. Em koçberî navçeya Çelebiyê bûn, dema em li Çelebiyê bûn wê demê dîsa çeteyan êrîşî me kirin, di nav wan êrîşan de min zarokên xwe winda kirin. Min bi çavên xwe dît ku Rûs derbasî nava çeteyan bûn. Em gelekî perîşan bûn, zarokên me ji dibistan û jiyana xwe ya aram bê par man. Hevjînê min sê caran hewil da xwe bigihêjîne gundê me, da ku serî li malê bide û sewalên me bîne. Hevjînê min di gelek zehmetiyan re derbas bû heya ku xwe ji çeteyan xilas kir."
 
'DAIŞ'ê jiyan bê wate kiribû' 
 
Hedleyê balkişand ser êrişên dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê û wiha pê de çû. "Cara yekemîn dema ku Girê Spî ji aliyê çeteyan ve hat dagirkirin wê demê em koçber nebûn, lê paşê êdî em nikaribûn di nava çeteyan de bijîn. Ji ber rojane çeteyan êrişî malan dikir û zirar didan me. Piştre çeteyan got divê yek kurd li Girê Spî û gundewarên wê nemîne, me nedixwest em dest ji axa xwe berdin, lê êdî derfetên me yên jiyanê li ser warê me nemabû em neçar man ku ji gund koçber bibin, piştre em derbasî Kobanê bûn. Di nava çend rojan de dewleta tirk û çeteyên wê komkujiyek li Kobanê pêk anî û di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji bilî dizî û talankirinê rojê hin kes dihatin cezakirin û kuştin. Em dixwazin dagirker ji malên me derkevin û em li warê xwe vegerin, her tim çavên me li vegerê ye."
 
'Jiyana me her tim bi koçberiyê derbas dibe'
 
Jina bi navê Xanim Hesen jî êrişên dewleta tirk û hevkarên wê wiha anî ser ziman: "Ji çend salan carekê em li ser axa welatê xwe koçber dibin, cara yekê ji ber DAIŞ'ê vê carê jî ji ber dewleta tirk û çeteyên wê em koçber bûn. Zarokên min di nava şerê Girê Spî de man û li hemberî dewleta tirk û çeteyan li berxwe dan. Ji ber van êrîşan min gelek war guhertin û heya niha jî ez waran diguherim. Cara yekemîn em derbasî Bakurê Kurdistanê bûn lê vê carê dewleta tirk bi xwe serkêşiya vî şerî dikir û hîna jî li navçeya Eyn Îsa êrîşên xwe didomîne. Destpêkê Erdogan bi rengekî veşartî alîkariya DAIŞ'ê dikir, di şerê Girê Spî de rûyê xwe eşkere kir. Êrişên ku li ser Girê Spî  hat ne tesaduf bû, ji ber 9'ê Cotmehê roja komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû. Dewleta tirk xwest bi vê rojê re komployê bidomîne. Dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî herêma Efrînê kir û demografiya herêmê da guhertin îro heman kiryaran li Girê Spî jî dide meşandin."
 
Sibehê: Koçberên Serêkaniyê: Dewleta tirk êrişî dewlemendiya xaka me kir