Li dijî komployê berxwedana dîrokî (7) 2024-10-02 09:04:39   Di 11 salên dawî de çalakiyên komploya 9’ê Cotmehê   WAN - Komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 26 sal li pey xwe hişt û berdewamiyaa komployê polîtîkayên tecrîdê didomin. Di 11 salên daweî de li dijî van polîtîkayana çalakiyên cuda pêk hatin.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 9’ê Cotmeha 1998’an neçar ma ji Sûriyeyê derkeve û bi derketinê re komploya navneteweyî dest pê kir û 4 meh şûnde jî teslîmê Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye û 43 meh in agahî jê nayê girtin.   Em niha ber bi salvegera komploya 9’ê Cotmehê ve diçin û ji 2012’an heta 2023’yan di 11 salan de çalakiyên pêk hatine me berhev kirin.   9’ê Cotmeha 2012’an: Li her derê berxwedan   * BDP’a Colemêrgê li avahiya xwe daxuyanî da. Serokê BDP’a Colemêrgê Rahmî Kurd, şaredar Fadil Bedîrhanoglu, rêveberên BDP’ê û gelek kes tevli bûn. Her wiha li Çelê jî li avahiya BDP’ê daxuyanî hat dayîn.   *BDP’a Şirnexê  daxuyaniyek da û piştre meşek pêk anî. Polîsan êrîşê girseyê kir û sê kes birîndar bûn.   *Li Cizîrê jî li taxa Nûr ciwanan dest bi meşê kirin û ber bi Fermandariya Garnîzon ve meşiyan. Polîsan hewl da asteng bikin û bi ava şid û gaza bombeyê êrîş kir. Li Sîlopiyê jî li BDP’ê daxuyanî hat dayîn.   *BDP’a Çewlîkê jî ji ber avahiyê ber bi Kuleya Saetê ve meş pêk anî. Gelek kes tevli meşê bûn.   *BDP’a Mêrdînê li ber avahiya BDP’a Artukluyê daxuyanî da.   *Li Bismilê jî meş pêk hat û daxuyanî hat dayîn.   *BDP’a Wanê jî bi tevlibûna sedan kesî ber bi Kolana Hunerê ve meş pêk anî. Li Erdîşê jî daxuyanî hat dayîn.   *Li Navçeya Norşîn a Bedlîsê jî daxuyanî hat dayîn û 9’ê Cotmehê hat protestokirin.   *BDP’ê li Mûşê bi tevlibûna sedan kesî meş pêk anî.   *Li Rezan a Amedê li taxa Kaynartepe bi sedan ciwan ber bi Çerxerêya Dortyolê ve meşiyan. Li Sûrê jî komplo hat protestokirin û li Peyas û Bajarê Nû jî meş û dxuyanî hatin dayîn. Li Erxeniyê jî daxuyanî hat dayîn.   *Li Qoserê BDP’ê xwest meşê pêk bîne. Bi astengkirina meşê li Qada Ozgurluk daxuyanî hat dayîn. Li Dêrikê jî meş pêk hat.   *Li Sêrtê li ber avahiya BDP’ê daxuyanî hat dayîn.   *Li Êlihê bi pêşengiya BDP’ê wê meşek pêk bihata lê polîsan meş asteng kir. Li ser vê bûyeran destpê kir.   *BDP’a Kocaeliyê daxuyaniyek da.    *Ciwanên Welatparêz û Demokratîk li ber Dibistana Bililnd a Zimanên Biyanî ya Zanîngeha Egeyê daxuyanî dan û 9’ê cotmehê protesto kirin.   *BDP’ê li Aydinê daxuyaniyek da û komplo protesto kir.   9’ê cotmeha 2013’an: Komplo hat lanetkirin   *BDP’a Manîsayê meşek pêk anî û komplo şermezar kirin.   *Li Stenbolê DBP’ê ji ber Plato AVM ya Sultanbeylî ber bi Mizgefta Navendî meşek pêk anî.   *Li ber avahiya BDP’a Bayrakli ya Îzmîrê bi sedan kes hatin gel hev û heta ber Depoya Avê ya Gumuşpala meşiyan.   *Li Edeneyê ciwanan ji bo komployê protesto bikin bi polîsan re ketin nava pevçûnê. Li Seyhanê ciwanên hatin gel hev trafîk girtin û berbi Qerekola Şehîd Alî Aslan meşiya. Li Seyran û Yuregîrê jî li gelek taxan esnafan kepenk girtin.   *Li Amedê wê meşa ku pêk bihata polîsan mudaxale kir. 2 zarok 7 kes binçav kirin.   *Li Colemêrgê çalakî pêk hat û li ser mudaxaleya polisan pevçûnan dest pê kir û 4 polîs birîndar bûn.   *Meclîsa Ciwanan a Mêrdînê ya BDP’ê li taxa Saraçoglu meş pêk anî û daxuyanî dan.    *Li Xaçort a Wanê ciwanên YDG-H’ê çalakî li dijî komployê pêk anîn. Polîsan mudaxaleyê ciwanan kir û çalakiyan heta derengiya şevê berdewam kir.   *BDP’a Dêrsîmê ji kolana Hunerê heta Qada Seyît Riza meş pêk anî.   *Li Bazid a Agiriyê bi pêşengiya meclîsa ciwanan a BDP’ê meş pêk hat.   *Li Karaçoban a Erziromê meşa meşaleyî pêk hat û gelek kes tevli bûn.   *Li Cizîrê çalakiyên hatin destpêkirin heta derengiya şevê berdewam kir.   9’ê cotmeha 2014’an: Di çalakiyên Kobanê de protestoyên komployê   Di 2014’an de komploya navneteweyî piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê bi germahiya çalakiyên protestoyî yên 6-8’ê Cotmehê yên li Tirkiye û Kurdistanê hat şermezarkirin.   *Li Colemêrgê bi dehezara kes meşiyan û komplo şermezar kirin.   *Li gundê Dewşen a Pirsûs a Rihayê bi sedan kesên nobet girtin meşa protestoyî pêk anîn.   *Li Bazid a Agiriyê girseyê xwest êrîşa DAIŞ’ê ya li hember Kobanê û komploya 9’ê cotmehê şermezar bike. Polîsan mudaxale kir û li ser vê girse ber bi qada şaredariyê ve meşiyan.   *Li Semsûrê jî li ber HDP’ê daxuyanî hat dayîn.   *Li Hezex a Şirnexê bi hezaran kes li dijî komployê û êrîşa li dijî Kobanê meşiyan.    9’ê cotmeha 2015’an: Her der berxwedan   *Meclîsa gel a Sêyemîn Herêma Stenbolê ya HDP’ê li dijî komployê ji ber avahiya HDP’a Başakşehîrê berbi Qada Guvercîntepe meşiyan. *Li Serêkaniyê ya Rihayê bi dehan welatî li ber avahiya HDP’ê hatin gel hev û daxuyanî dan.   *Li Semsûrê jî rêxistinên HDP û DBP’ê xwestin meşê pêk bînin û ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Girseyê li ser vê daxuyaniyek da û komplo şermezar kirin.   9’ê Cotmeha 2016: Bi sekna Abdullah Ocalan plan vala hatin derxistin   *HDP’a Ceyhan a Edenê, li nûneriya Kuçukirimê daxuyanî dan. Li navçeyê esnafan kepenk girtin û komplo protesto kirin.   *HDP’a Îzmîrê û Kordînasyona HDK’a Îzmîrê li dijî komployê li avahiya HDP’a Bucayê daxuyaniyek da.   9’ê Cotmeha 2017’an: Bijî serok Apo   *Li avahiya DBP’a Amedê li dijî komployê daxuyaniyek hat dayîn.    9’ê Cotmeha 2018’an: Li dijî komployê grevên birçîbûnê hatin destpêkirin   *Li Stenbolê bi awayekî hevdem li Kagithane, Esenyurt û Sultanbeylî li avahiyên HDP’ê grevên birçîbûnê yên ji bo rojekê hat destpêkirin.   *Li Wanê bi pêşengiya DBP’ê li baxçeyê partiyê daxuyanî hat dayîn.   *HDP’a Edenê li ber avahiyê daxuyaniyek da.    *Nûneriya Çelê ya Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtî (TUAY-DER) bi wesîleya komployê daxuyaniyek da.   *HDP’a Êlihê li dijî komployê li avahiya partiyê daxuyaniyek da.   *Li Amedê li ber AZC Plazayê der barê komploya 9’ê Cotmehê de daxuyanî hat dayîn.   *Bi pêşengiya parlamentera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan heyetekê bi CPT'yê re hevdîtin kir.    9’ê Cotmeha 2019’an: Li hember Rojava operasyon hat destpêkirin   *Ji aliyê TSK’ê ve li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve operasyon hat destpêkirin. Gelek sivîl û endamên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan. *Rêxitsinên HDP û DBP’ê yên Çinarê ya Amedê daxuyaniyek li dijî komployê dan.   *Komploya navneteweyî di nobetê demokrasiyê yên li dijî tayînikrina qeyûmên ji bo şaredariyê Amed, Mêrdîn û Wanê hat protestokirin.   *KCD’ê der barê komployê de daxuyaniyek da.   9’ê Cotmeha 2020’î: Li Rojava komplo hat şermezarkirin   *Li Amedê li kolana Hunerê wê daxuyaniyek bihata dayîn. Lê polîsan asteng kir û li ser vê girse meşiya.   *Li Şirnexê jî bi meşekê komploya navneteweyî hat şermezarkirin.   *Li Mêrdînê daxuyaniyek hat dayîn û komplo hat şemezarkirin.   *Lİ Êlihê jî bi pêşengiya HDP’ê bi tevlibûna gelek kesî komplo hat protestokirin.   *Li Serêkaniyê û Girê Spî bi sedan kes li dijî êrîşên Tirkiyeyê û komployê meşiyan. Li Til Temir a Hesekê jî meşek pêk hat.   *Li kampa Waşûkanî ya Hesekê jî bi pêşengiya Kongreya Star meşek pêk hat.   *Li Şehbayê jî li navçeya Fafîn komplo hat şermezarkirin.    *Li  dijî komploya navneteweyî û êrîşên li dijî Girê Spî, Serêkaniyê, Gelê Kobanê daket qadan û meşiyan.   *Li Amedê li kolana hunerê girseya ku xwest daxuyaniyê bide bi astengiya polîsan re hat rû hev û piştre derbasî meşê bûn.   *Li HDP’a Sultanbeylî bi tevlibûna parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin panel pêk hat.   9’ê Cotmeha 2021’ê: Bi panel û sînevîzyonan komplo   *Bi wesîleya 23’emîn salvegera komployê, heyeta ku hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, hevserokê giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamentera HDP’ê Pero Dundar jî tê de çûn serdana Buroya Hiqûqê ya Asrin ya li Beyoglu ya Stenbolê.   *Ji aliyê HDP’a Cizîrê ve li dijî komployê daxuyaniyek hat dayîn.   *HDP’a Rezan li dijî komployê sînevîzyonek nîşan da.    *HDP’a Çelê li dijî komployê bernameya sînevîzyonê pêk anîn.    *Li Mersînê jî li avahiya HDP’ê panel pêk hat.   9’ê Cotmeha 2022: Çalakiya em ber bi azadiyê ve dimeşin   *Meclîsa ciwanan a HDP’ê li Kadikoyê bi pankarteke mezin kamplo şermezar kir.   *Li Amedê bi şîara ‘Em ber bi azadiyê ve dimeşin. Di encama êrîşa polîsan de 46 kes hatin binçavkirin.   *Li Îzmîrê  bi pêşengiya 11 partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl  bi şîara ‘em dimeşin azadiyê’ li ber Fuara Basnamane ya Enteranasyonel hatin gel hev.   *Li Edenê ji aliyê DBP, TJA, HDK, HDP’ê ve komplo hat protestokirin.   *Li Mersînê HDP’a Akdenîzê bi daxuyaniyekê komplo şermezar kir.   *4 rojnamegerên ku meşên li dijî komployê dişopandin hatin binçavkirin.   *Li Helebê welatiyan bi armanca şermezarkirina komployê meşek pêk anîn.   *Li Reqayê bi tevlibûna hezaran kesî meşek pêk hat.   *Li Tebqayê jî bi sedan kes li dijî komploya navneteweyî meşiyan.   *Li Dêrazor bi sedan kes li dijî komployê meşiyan.   *Li Esenyurt a Stenbolê pankartek mezin hat daliqandin û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat xwestin.   *Li Cizîrê bi şîara ‘Em ber bi azadiyê ve dimeşin’ meş pêk hat.   *Li Bazidê bi pêşengiya TJA, DBP û HDP’ê bi şîara ‘Em ber bi azadiyê ve dimeşin’ meş pêk hat.   *Li Dîlokê rêxistinên DBP û HDP’ê û aktîvîstên TJA’yê li Parka Yeşîlsu daxuyanî dan.   *Li Semsûrê daxuyanî hat dayîn.   *Li Qosrê jî meş pêk hat û komplo hat protestokirin.   *Li Wanê jî bi şîara ‘Em ber bi azadiyê ve dimeşin’ meş pêk hat.   *Li Geverê jî girseya ku xwest bimeşe, rastî mudaxaleya polisan hat û parlamenter jî nav de gelek kesî lêdan xwarin. Ji 20’î zêdetir kes hatin binçavkirin.   *Li Stenbolê li sê navçeyan bi dirûşmeya ‘Em ber bi azadiyê ve dimeşin’ meş pêk hat.   9’ê Cotmeha 2023’an: Meşa Gemlîkê   *Ayla Akat Ata ku der barê doza Kobanê de parastin kir, komploya 9’ê cotmehê şermezar kir û got Abdullah Ocalan bi projeyên xwe yên aştiyê rêberekî siyasî ye.   *Di 25’emîn salvegera komploya navneteweyî de ji gelek bajarên Kurdistanê bi hezaran kes li Amedê civiyan û xwestin bimeşin Gemlîkê. Beriya Meşa Gemlîkê nêzî 60 kesî hatin binçavkirin.   Sibehêê: 9’ê Cotmehê di 26 saliya xwe de ye.