Sira şoreşê: Jin jiyan azadî (4) 2022-11-20 09:27:28     Pêşengiya jinê şoreş mezin kir    Dîlan Babat   ENQERE - Berdevka Kongre Starê Remziya Mihemed da zanîn ku tevî dagirkirina Tirkiyeyê didome, şoreşa jinan ji bilî Rojava bandor li hemû qadan kiriye û got: “Bi pêşengiya jinên Kurd şoreş roj bi roj mezin bû nêzî serkeftinê bû.”    Jinên li Rojava li dijî DAIŞ’ê şer kirin, bi axa xwe re jin jî azad kirin û bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ya berz kirin îro li Îranê jî li dijî şerîata paşverû tê berzkirin. Dirûşma  "Jin Jiyan Azadî" ya li hemû cîhanê belav bû, pira di navbera jinan de ava kir û jinên ji bo jiyan û azadiya xwe têdikoşin, tevî hemû polîtîkayên kuştinê yên dîktatoran, ji parastina jiyana xwe tu car şûnde gav navêtin.   Ji dema şoreşa Rojava heta niha Tirkiyeyê êrîşî Gelê Rojava kir û bi taybet. Gelê Rojava bi taybet jinên Rojava li dijî van êrîşan berxwedana nîşan daye ji hemû cîhanê re bûye çavkaniya îlhamê. Arîn Mîrkan, Barîn Kobanê yên ji bo azadiya jinan, wek bombeya zindî hovîtiya DAIŞ’ê dan sekinandin, ji têkoşîna jinê re bûn ronahî.   Berdevka Serokatiya Kongre Star Remziya Mihemmed der barê êrîşên li hember Rojava û têkoşîna jinê de ji ajansa me re nirxandin kirin.   'Bi rihê Arîn Mîrkan û Barîn Kobaniyan têkoşîn hat dayîn'   Remziyeyê da zanîn ku 25’ê Mijdarê bûye sembola berxwedana jinan a li dijî şîdeta li ser jinan û wiha dirêjî dayê: “Şoreşa jinan a li Rojava hêza xwe ji van şoreşên jinan digirin. Jin 10 salin li qadan berxwe didin.Di berxwedana 19’ê Tîrmeha 2012’an de jinan pêşengî kirin. Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan di qada siyasî, dîplomasî, civakî û saziyan de di asta hevserokatiyê de cihên xwe girtin.Jinan li van qadan berpirsyarî girtin esr xwe û hêza xwe danîn holê. Jinan li dijî çavsoriya DAIŞ’ê hovîtiya DAIŞ’ê têkoşînek mezin dan. Mohra xwe li şoreşê dan. Jinên dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berzkirin, bi rihê Arîn Mîrkan, Barîn Kobanê têkoşîn dan.”   ‘Dirûşmeyên Rêber Apo pêşniyarkirin li qadan bilind dibin’   Remziyeyê daxuyakirin ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê du mehe gel bi taybet jin li qadan e û dirûşma ‘jin jiyan azadî’ berz dikin. Remziyeyê ev tişt diyar kir: “Wan jî hêza xwe ji Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtine. Ev dirûşme li hemû cîhanê li ser zimanan digere. Ev dirûşma ku Rêber Ocalan ji bo şoreşa jinê danî holê, bi salane li qadan tê berzkirin. Ev dirûşme li hemû cîhanê deng dide. Em di vê mijarê de Rêber Apo û jinan pîroz dikin. Dirûşma me li cîhanê bandor kir. Şoreşa jinên Kurd veguherî şoreşa jinên cîhanê.”   ‘Bi serkeftina jinan gelên herêmê hatin nasîn’   Remziyeyê destnîşan kir ku li hember Kurdan 40 sale şerê tunekirinê tê meşandin û wiha dirêjî dayê: “Naxwazin çanda gelê Kurd bê jiyîn, gelê Kurd destkeftiyan bidest bixin. Dijminê faşîst her tim li ser Kurdan şer dimeşîne.Ji ber vê heta niha li ser gelê Kurd komkujî hatin meşandin. Li Dêrsîm, Zilan, Cizîr, Nisêbîn yanî li her derê Kurdistanê êrîş û komkujî hatin kirin.Dîsa li Şengal, Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef dîsa tunekirina gelê Kurd bû. Lê salên dawî de bi pêşengiya jinên Kurd a di têkşînê de şoreş roj bi roj mezin bû. Roj bi roj hêza jinên Kurd derket holê. Bi serkeftina jinan re gelên herêmê hatin nasîn. Ji hemû gelan jinên Ereb, Suryanî û Êzidî di vê şoreşê de cihên xwe girtin. Dijminê faşîst ev fêm kir:Jin pêşengiya têkoşîna şoreşê dikin. Ji ber vê jî  Zehra, Hebûn, Yadê Eqîde û Hevrîn Xelef, Zeynep Saruhan, Jiyan Tolhildan û niha jî Jîna Emînî Mahsa bûn sembol.Ji ber pêşengya şoreşê jin dikin.”   'Jinên Efrînê têkoşînê didomînin'   Remziyeyê bi lêv kir ku li Efrîn, Serêkaniyê, Girêspî,Bab, Cerablus yên di bin dagirkirina Tirkiyeyê de ne, li hembr jin û zarokan zext, îşkence û komkujî tê kirin û wiha dirêjî dayê: “Bi jinên ji Efrînê derketin û çûn Şehba û Helebê re têkiliyênme hene. Em xebatan hevpar dimeşînin.Wek Kongreya Star meclîsên me li wir hene. Xebatên wan deran meclîsa me ya Şehba dimeşîne. Xwegîhandina jinên li Efrînê mane zehmete. Jin nikarin xwe bigihînin me. Lê ji bo em daneyan bikin belge têkiliyên me hene. Çavkaniyên me hene. Lê em vê bêjin tevî hemû zext û îşkencê jinên Efrînê li wir têkoşînê didin. Li Şehba û TîlRifat jin û zarok bi xetereya mezin de ne. Her roj zarok hedef tên girtin. Jinên li kampan di bin xetereya mezin de ne. bi taybet kampên Tîl Semîn û Waşukanî yên li Serêkaniyê nêzî cihên hatine dagirkirinê ne. Gelê me kamp li nêzî herêmên xwe avakirine ku demek nêz de vegerin gund,bajar û axa xwe.”    ‘Xweza jî tê talankirin’   Remziyeyê her wiha got ku li qadên hatine dagirkirin xweza jî tê tunekirin û bi taybet ji bo darên zeytûnan jin gelek xemgînin, ji ber nikarin kom bikin, nikarin rûn jê hilberînin. Remziyeyê di vê mijarê de wiha got: “dijmin nahêle. Zeytûnan kom dikin û difroşin. Daran qir dikin. gel ji wir derdixin û dest didin ser. Divê em li dijî vê bisekinin.”   ‘Serhildana jinan ji Rojava îlhamê digire’   Remziyeyê ev tişt daxuyand: “Bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ avakirina şoreşê pêkane. Heta jin xwe azad nekin zexta li ser jinan ranabe. Jin 10 salin ji bo vê têdikoşin. Jinan li dijî dagirkeran bi berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê dan. Li Îranê bi pêkanînên îslamî dixwazin jinan bifetisînin. Jin nikarin cil û bergên li gorî dilê xwe li xwe bikin. Nikarin derkevin derve. Jinên Kurd nikarin navê xwe bikar bînin. Jîna Emînî navê xwe yê rast bikar nedianî. Bi navekî din dihat nasîn. Çawa li Rojava şoreş hat jiyîn li Rojhilat jî li dijî rejîma molla tehemul nema. Serhildana jinan ji Rojava îlhamê digire.Gel ji bo guherînê rabûn ser piyan. Gel rabin ser piyan wê guherîn pêk bê. Hewce bi guherînek mezin heye. Ev jî bi şoreşê pêkane.”   ‘Me ji bo azadiya Rêber Apo çalakî dan destpêkirin’   Remziyeyê balkişand ser sedsala 21’ê û got wê bibe sedsala jinê û ev tişt destnîşan kir: “Dîktator û dagirker êrîşa herî mezin li hember jinan dikin. Jinan di qirkirinê re derbas dikin. Jin êdî vê qebûl nakin.Her jinekê li dijî vê serî hildaye. Jin piştgiriyê didin hev xwe rêxistin dikin. Jinên herêmê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê ji bo 25’ê mijdarê  çalakî dan destpêkirin. Em ê deklerasyona xwe 13’ê Mijdarê de aşkera bikin. Wê çalakiyên me heta 25’ê Mijdarê bidomin.Em hemû jinên cîhanê li dijî dagirker û dîktatoran  yekitiya xwe ava bikin. Êşa jinan hevpar e. Em jinên Ereb, Tirk, Fars û hemû jinên cîhanê êşên xwe bikin hevpar û li dijî vê şîdetê rawestin. Em bi awayekî xurt tevli çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin.”   SIBE: TJA li dijî pergala serdest disa li qada ye!