Opozîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê rêxistina rewakirina terorê ye (1) 2020-12-15 09:16:46   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Gelên Sûriyeyê ku bi hêviyên rizgarbûyina ji pergala serdest a Rêjîma BAAS’ê dest bi serhildana 2011'an kirin, di roja îro de bi mudaxaleyên hêzên cuda rû bi rû dimînin. Rêjîma BAAS'ê bi alîkariya Rûsya û Îranê desthilatdariya xwe didomîne û Opozîsyona Sûrî jî îro li gor berjewendiyên kesên ji derve mudaxaleyî Sûriyeyê dikin tev digere.    Opozîsyona Sûrîyeyê di destpêka raperîna Sûriyeyê de xwe ji aliyê leşkerî ve bi navê Artêşa Azad, ji aliyê siyasî ve jî bi navê Opozîsyona Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opozîsyona Sûriyeyê bi rêxistin kir. Van herdu hêzan li ser bingeha têkbirina pergala malbata Beşar El-Esed di 2011'an de dest bi raperîna Sûriyeyê kirin. Lê belê piştre bi mudaxaleya Tirkiyeyê re ev hêz ketin bin kontrola Tirkiyeyê. Dagirkerî û komployeke navneteweyî li dijî gelên li Sûriyeyê pêş ket. Opozîsyona Sûriyeyê veguheriye sîwana bicihanîna berjewendiyên dewleta tirk û kiryarên dijmirovî.    Fermanên xwe ji istîxbarata dewleta tirk digirin   Artêşa Azad komek ji fermandar û leşkerên Rêjîma BAAS’ê bûn ku li dijî pergala Beşar El-Esed derketin û di 29'ê Tîrmeha 2011'an de xwe bi rêxistin kirin. Artêşa Azad di dawiya 2012'an de ji hêza xwe ket û endamên wê beşdarî komên cuda yên weke Cebhet El-Nûsra, DAIŞ, Exewan Mûslimîn bûn û niha jî di Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de cih digirin. Opozîsyona Sûriyeyê di dirêjahiya çend salan de bê ser û ber tev digeriya, ji ber vê zêdetirî 50 komên çekdar ku bi nasnameya Artêşa Azad şer didan meşandin, xwe bi rêxistin kirin. Dewleta tirk di 30'yê Gulana 2017'an de avakirina Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ragihand. Armanca sereke ya avakirina vê artêşê ew bû ku ji bo berjewendiyên dewleta tirk bibe alîkar. Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ji 35 komên çekdarî ku ji bermahiyên Artêşa Azad, Cebhet El-Nûsra, Exewan Mislimîn, DAIŞ, hwd. pêk tê. Vê artêşê xwe li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ji 2016'an ve bi cih kiriye. Pere, çek û fermanên xwe ji istîxbarata dewleta tirk digirin.    Opozîsyona Sûriyeyê sûcên şer pêk tîne   Dewleta tirk  Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê di hemû êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi kar tîne. Di dema êrîşa dewleta tirk a di 9'ê Cotmeha 2019'an de li ser Serêkaniyê û Girê Spî, komên girêdayî dewleta tirkdi derheqê sivîl û pêşengên civakê de sûcên şer ên li dij mirovahiyê pêk anîn. Di 12'ê Cotmehê de Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û ajokarê wê bi awayekî hovane qetil kirin. Di heman rojê de 9 sivîl li ser riya M4 ya di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de hatin qetilkirin. Di 21'ê Cotmehê de şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê ji aliyê fermandarê koma bi navê El-Mecid Yasir Ebd El-Rehîm ku weke Berdevkê Fermî yê Opozîsyona Sûrî beşdarî civîna Astanayê bû, hate girtin. Çete bi bê rêzdarî nêzikî Çîeçek Kobanê bûn. Di 23'yê Cotmehê de bi cinazeyê şervana YPJ'ê Amara Rênas lîstin û dîmenê kiryarên xwe li ser malperên medyayên civakî parve kirin. Li Girê Spî tîmeke tenduristîyê ku ji du hemşîre û ajokar pêk dihat, ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û paşê hatin qetilkirin. A niha şêniyên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê û bi taybet jî jin tên qetilkirin, tecawizî wan tê kirin û tên revandin. Cihên wan talan û wêran dikin. Li rex van kiryaran çete xwezayê dişewitînin û şûnwaran didizin. Her wiha Artêşa Niştîmanî li derveyî erdnîgariya Sûriyeyê jî di şerê li dijî Lîbyayê û Ermenîstanê de jî hatin bikaranîn.   Kujer li Cenevre û Astanayê nûnertiyê dikin   Nasnameya Opozîsyona Sûrî ya Siyasî jî Opozîsyona Niştmanî ya Sûriyeyê ye û hemû komên dijber yên di aloziya Sûriyeyê de cih digirin, digire nava xwe. Di 2011'an de hemû komên Opozîsyonê di bin navê Opozîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê de yekîtiya xwe ava kirin. Di 2012'an de Opozîsyonê navê xwe veguhert, kir Opozîsyona Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opozîsyona Sûriyeyê. Ev rêxistin weke nûnerên gelên Sûriyeyê yên dijberî pergala Rêjîma BAAS’ê hatin pejirandin. Lê di bin sîwana vê rêxistinê de tevahî tewanên şer pêk tên. Çeteyê bi navê Ehmed Hesan Feyad El-Hays yê bi nasnava Hatim Ebû Şeqra Endamê Fermandariya Ehrar El-Şerqiye û Endamê Fermandariya Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê di 12'ê Cotmeha 2019'an de Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşeroj, Hevrîn Xelef qetil kir. Her wiha Hatim El-Şeqra cînayetên qirkirin û qetilkirina sivîlan bi rê ve dibe. Endamên Ehrar El-Şerqiye, endamên berê yên Cebhet El-Nûsra û DAIŞ'ê ne, ew bi navê rêxistinên terorîst tên pênasekirin.   Opozîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê sîwana tevahî terorîstan e   Dadgeha Leşkerî ya Opozîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê endamekî Ehrar El-Şerqiye bi sûcê qetilkirina Hevrîn Xelef, ceza kir. Lê di 23'yê Cotmeha 2020'an de li bajarê El Ezazê civîneke di navbera fermandarên leşkerî yên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê û yên Opozîsona Niştîmanî ya Sûriyeyê de pêk hat. Di wê civînê de kujerê Hevrîn Xelef,  Hatim Ebû Şeqra jî hebû. Ew hevdîtin rastiya ku qaşo Opozîsyonê kujerê Hevrîn Xelef dadgeh kiriye, radixe ber çavan. Her wiha eşkere dike ku Opozîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê bi cînayetên dewleta tirk re hevkar e, sîwana rewakirina terora çeteyan e û tewanên şer e. Parastin û veşartina kiryarên komên terorîst ên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê Opozîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê, Opozîsyonê weke rêxistina piştgiriya bi terorê re û rewakirina tewanên şer û cînayetên qirkirina etnîkî nîşan dide.    Sibehê: Divê kujerê Hevrîn Xelef were darizandin