Ji Girê Spî heta Serêkaniyê xelekên Berxwedana Rûmetê (3) 2020-10-03 09:04:49   'Em ji bo vegera Girê Spî bê navber têdikoşin'   Berçem Cûdî   EYN ÎSA - Jinên ji Kantona Girê Spî ku niha di kampa Til-El Seminê de dijîn, têkildarî êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê anîn ziman ku ew ji bo vegera Girê Spî bê navber têdikoşin û wiha gotin:"Tevî hemû şerd û mercên dijwar ên jiyana di kampê de, me dest ji têkoşîna vegera ji bo axa xwe berneda. Em ê têkoşîna xwe bê navber bidomînin heta ku em vegerin malên xwe."   Şêniyên Kantona Girê Spî ji ber êrişên dewleta tirk ev saleke di kampa Til El-Seminê ya li Bakurê bajarê Reqayê dijîn. Bi hêviya vegera axa xwe li dijî tevahî şerd û mercên jiyanê yên zehmet bê navber têdikoşin. Jinên ji Kantona Girê Spî ku niha di kampa Til-Elê Semin de dijîn têkildarî êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê axivîn.    'Çeteyan gundê me dagir kirin'   Jina bi navê Dela El-Kenaş ku ji gundê Şerikrakê ye şerê ku qewimiye wiha anî ser ziman: "Em li mala xwe rûniştîbûn û me xwarin dixwar, ji nişka ve me dît komeke ji çekdarên ku şerwal li xwe kirine hatin. Me nizanîbû kurd in, ereb in yan kî ne. Ji me re gotin em dixwazin derbasî malan bibin ji ber dê artêşa azad êriş bike. Em tirsiyan, wê şevê em ji malên xwe derketin û çûn gundekî din raketin. Em roja din sibehê vegeriyan mala xwe, lê me dît leşker di malên gund de belav bûne, heta malên xirabe jî tijî leşker bûn. Leşkeran ji me re gotin derkevin wê êrîş çêbibe, rast e me dengê topan dibihîst lê ji me dûr bû. Di wan kêliyan de me dît şer û pevçûnên giran dest pê kir û em hema ji gund derketin. Paşê me gelek caran hewil da em binêrin çi ji malên me hatin û hinek tiştên xwe bibin, lê me nikarîbû. Loma em çend rojan li çolan raketin û paşê em çûn gundê Hîşê ku em mehekê lê man. Ji ber bi min û hevjînê min re nexweşiya dil heye em di wê navberê de ji bo dermankirinê em mehekê çûn Şamê. Çawa em vegeriyan em derbasî kampê bûn."   'Em ê tola xwe hilînin'   Delayê diyar kir ku wan di pêvajoya hêzên QSD'ê de jiyana herî bi ewle û baş dîtin û wiha domand: "Rast e malên me talan bûn û gundê me hat dagirkirin, lê em hîn hene û jiyana xwe didomînin. Ev du car in em ji mala xwe koçber dibin, cara yekem ji  ber çeteyên DAIŞ'ê em sal û nîvekê perîşan bûn, piştre me mala xwe ji nû ve ava kir. Çawa du salên me çêbûn careke din em ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê koçber bûn. Di van salên şoreşê de, me di pêvajoya Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser de jiyana herî bi ewle, baş û bi rûmet dît. Lê baweriya me bi Artêşa Azad, DAIŞ û Tirkiye tune bû, loma çawa diketin gundên me em ji tirsa re direviyan. Zarokên me beşdarî refên QSD'ê bûn, ev bi serê xwe baweriya herî mezin tîne. Em mal û axa xwe dixwazin. Em jî têkoşîna vê yekê dikin û tevî hemû şerd û mercên zehmet em li ber xwe didin. Em ê tola xwe ji dagirkeriya dewleta tirk hilînin û herêmên xwe rizgar bikin."   'Tirkiyeyê herêma bi tirs ava kir'   Jina bi navê  Ferîde Ibrahîm ku ji gundê El-Kefîfe ye, êrişa li ser Girê Spî wiha nirxand: "Me bihîst şer li Girê Spî dest pê kir, piştre balafirên şer ên dewleta tirk dest bi topbaranê kir û em yekser ji gundê xwe derketin. Tirkiyeyê bi hinceta avakirina herêmeke bi ewle herêma me dagir kir, lê berovajî herêma bi ewle herêma bi tirs û hov ava kir. Heger ewlehî heba em ê niha li malên xwe ba na. Lê malên me talan bûn û hilweşiyan û mirovên me qetil bûn. Em di kampan de ne, lê tu kêlî bê ku em li ser Girê Spî nefikirin derbas nabe, ev yek jî hêza me ya têkoşînê ye. Em ji hêzên xwe bawer in û çavên me li benda rizgarbûna Girê Spî ye."   'Wê çarenûsa Tirkiyeyê weke DAIŞ'ê be'   Jina bi navê Zelîxan Osman a ji gundê Şeiba ye ku di dema êrîşan de leşkerên tirk kur û hevjînê wê revandin, bûyer anî ziman û wiha got: "Tirkiyeyê kurê min û du kurên tiyê min girtine û ew niha di zindana Tirkiyê de ne. Wê demê hevjînê min jî girtin, lê me 10 milyon lîrayên Sûriyeyê dan heta ku ew berdan. Li aliyê Tirkiyeyê jî me parêzer girtiye û me heta niha 35 milyar lîrayên Tirkiyeyê dane, lê hîna nehatine dadgehkirin. Ji ber êrişên dijwar em nizanan ku çawa ji gund derketin, li gor agahiyên me girtine, Tirkiyeyê tevahî malên me hilweşandiye. 3 maşîneyên me birin û ji xwe re di nava Girê Spî de pê digerin. Dewleta tirk van kiryarên ne rewa li ber çavên tevahî cîhanê dike, lê em dibînin bêdengiyeke wiha ye ku hevkariya wan bi Tirkiyeyê re teqez dike. Ev ne cara yekem e ku em koçber dibin, çawa em li hember Artêşa Azad û DAIŞ'ê bi ser ketin, em ê dagirkeriya dewleta tirk jî têk bibin û vegerin ser axa xwe."   Sibehê: 'Çavên me li vegera warê me ye'