Ji Girê Spî heta Serêkaniyê xelekên Berxwedana Rûmetê (2) 2020-10-02 09:02:19   Êriş, qirkirin, talan û koçberiya li Girê Spî û Serêkaniyê   QAMIŞLO - Berî dewleta tirk û komên girêdayî wê bi destûra hêzên desthilatdar ên wekî Rûsya û Emerîkayê êrişî Girê Spî û Serêkaniyê bikin jiyaneke wekhev û demokratîk li van herêman hatibû avakirin. Piştî êrişan binpêkirina mafan, tecawiz, destdirêjî, revandin, talankirin, guhertina demografiyê û hedefgirtina jinê dest pê kir.    Di 9'ê Cotmeha 2019'an de ango di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Gelê Kurd û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dewleta tirk û komên girêdayî wê êrişî Girê Spî û Serêkaniyê kirin. Serokkomarê Tirkiyeyê Tayip Erdogan li pêşberî çapemeniyê gefa êrişê her tim li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dixwar. Serêkaniyê û Girê Spî yek ji şaxên ku modela projeya Netewa Demokratik a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Lê belê bi gefxwarina Tayip Erdogan projeya Netewa Demokratîk, azadî û wekheviya gelan hedef hatin girtin. Bi êrişa dewleta tirk û komên girêdayî wê ya li ser Girê Spî û Serêkaniyê bi sedan kurd hatin qetilkirin, bi hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn û li ser axa xwe bûn koçber. Her wiha çekên kîmyewî li dijî gelê kurd hat bikaranînin.    Rojava ya ku 10 sal in di nava şer û berxwedanê de ye    Dewleta tirk şerê dîrok, hebûn, xweza û zimanê Gelê Kurd li Kurdistanê dike, li Rojavayê Kurdistanê jî heman tişt dibe. Ji Efrînê bigire heta Kobanê piştre Herêma Cizîrê ev 10 sal in bi êrişên komên girêdayî dewleta tirk rû bi rû tê. Dewleta tirk nikarîbû bi komên girêdayî xwe û hevkarên xwe şerê ku daye meşandin bi ser bixe û vîna gelan têk bibe, vê carê bi xwe daket meydanê. Rojava ya ku 10 sal in di nava şer û berxwedanê de ye li dijî êrişan hîn jî li berxwe dide. Gelek bajarên Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk ve hat kontrolkirin û niha bûne qadên aloziyê. Dagirkirina xaka welatekî  bi biryara yek dewletê nayê dayin. Lewra dagirkirina xaka Sûriyeyê ji aliyê artêşa dewleta tirk ve bi erêkirina Emerîka, Rûsyayê lê bi komployeke veşartî û di binê masê de çêbûye.    Hevkariya Emerîka ya bi Tirkiyeyê re   Hêzên Koalîsyona Navneteweyî berî êrîşa dewleta tirk a li Serêkaniyê û Girê Spî ya bi du rojan, vekişiya. Di 7'ê Cotmeha 2019'an de bi vekişîna Hêzên Koalîsyonê a ji ser sînorê Rojava Donald Trump ev gotibû:"Hêzên me li ser esasê têkbirina DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Ji îro û şûnde tu hêzên me li ser sînor bi cih nabin û ew ji çarenûsa hevalbendên xwe yên Kurd bi tirs in".   Di rojên taybet ên gelê kurd de êriş pêk tên   Bi taybet di salên dawî de bi talîmata Tayip Erdogan di rojên taybet ên gelê kurd de dewleta tirk êrişî ax û îradeya gelê kurd dike. Herêma Efrînê di 29'ê Çileya 2016'an de Rêveberiya Xweser ragihand, artêşa dewleta tirk jî di 20'ê Çileya 2018'an de bi 72 balafirên şer û bejahî êrîş birin ser Herêma Efrînê. Di heman demê de di salvegera 20'an a Komploya li iser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di 9'ê Cotmehê de dewleta tirk û komên girêdayî wê êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Lê heta vê kêliyê Berxwedana Serdemê ku derbasî qonaxa xwe ya duyemîn bûye û Berxwedana Rûmetê dewam dike.    Êrîşa 9'ê Cotmeha 2019'an    Artêşa dewleta tirk û komên girêdayî wê di 9'ê Cotmeha 2019'an de cara yekem cihê ku li Serêkaniyê bombebaran kirin Dibistana Ş.Ronahî bû. Li dijî êrîşan gelê Serêkaniyê li kêleka têkoşerên azadiyê, xwe bi çek kirin û hember dewleta tirk mafê xwe yê parastina rewa bi kar anîn.   Koçberiya 50 hezar kesî û bikaranîna çekên kîmyewî   Ji ber bombebarana bê serû ber a balafirên şer nêzî 50 hezar kes ji Navçeya Serêkaniyê û gundewarên wê neçarî koçberiyê bûn. Şêniyên Til Temir û Hesekê hembêza xwe ji koçberan re vekirin û ew bi cih kirin. Şêniyên Til Temir û Hesekê jî ji êşa koçberiyê ne dûr bûn. Nêzî 12 hezar koçberî li Kampa Waşûkanî bi cih bûn û beşek li 64 dibistanên Hesekê bicih bûne. Aşûriyên ku berê êşa koçberiyê jiyabûn, hembêz, mal û gundên xwe ji koçberên Serêkaniyê re vekirin. Li gorî ku tê zanîn zêdetirî 4 hezar koçber li navçeya Til Temir, gundewar û dibistanên wê bi cih bûne. Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê jî hat bombebarankirin û dewleta tirk fosfora spî ya qedexekirî jî bi kar anî. Zarokê 13 salî Mihemed Hemîd bi giranî birîndar bû. Qêrîna Mihemed li hemû cîhanê deng veda.    Yasmîna pêşerojê û avakara aştiyê   Her wiha Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef ango avakara aştiyê, ji bo jiyaneke azad û demokratîk hemî kêliyên jiyana xwe veguherandibû têkoşînê. Hevrîn ango yasmîna pêşerojê ji ber bandora kesayeta wê a jineke ber bi azadiyê ve diçe, di 11'ê Cotmehê de li ser rêya M4 ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şerqiyê, bi êrîşeke hovane hat qetilkirin. Hevrîn a jina pêşeng ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û ji bo jiyaneke wekhev, azad têdikoşiya, bi destên komên girêdayî Tirkiyeyê yê bi navê Hatim Ebû Şeqra ku berê bi hovîtiya xwe dihate nasîn, şehîd ket.   Karwan hatin topbarankirin   Şêniyên Herêma Cizîrê yên ku ji destpêka Şoreşa Rojava her li kêleka têkoşerên azadiyê bûn û piştgiriya wan dikirin nexwestin ku di Berxwedana Rûmetê de wan tenê bihêlin. Lewra dayik û bavên ku zarok ango neviyên wan di Berxwedana Rûmetê de, li dijî dewleta tirk û komên girêdayî wê li berxwe didan, xwestin piştgiriyê bidin wan. Bi hezaran şêniyên Herêma Cizîrê di 13'ê Cotmehê de bi karwanekê, bi tilîliyan û dirûşmên ku berxwedana têkoşerên azadiyê pîroz dikirin berê xwe dan navçeya Serêkaniyê. Di kêliya gihiştina têkoşerên azadiyê de ew karwan ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê hatin topbarankirin. Di encamê de Nûçegîhanê Ajansa ANHA'ê Seed Ehmed û Nûçegîhanê Çira TV'yê Mihemed Hesen Reşo, Yadê Eqîde Osman û 10 sivîlên din şehîd bûn. Bi giştî 3 rojnameger û 74 sivîlên din jî birîndar bûn.   Ambulans û karmendên tenduristiyê hatin hedefgirtin   Bijîşkên ku bi demê re ketibûn pêşbirkê da ku birîndaran xilas bikin, bûn hedefa dewleta tirk û komên girêdayî wê. Di encama bombebaranê de 3 ji endamên Heyva Sor a Kurd dema ku diçûn Serêkaniyê birîndaran bînin, bi giranî birîndar bûn. Her wiha Ambulansa Heyva Sor di 14'ê Cotmehê de dîsa ketin rê, da ku birîndaran bînin û erka xwe ya exlaqî û mirovî pêk bîne, hatin topbarankirin û di encamê de endamekî din ji Heyva Sor Hayil El-Salih birîndar bû. Lê ji ber giraniya birînê di 17'ê heman mehê de, dema ku dixwestin wî derbasî Başûrê Kurdistanê bikin şehîd bû.   Bombebaranê dewam kir   Dîsa da ku gel xizmên xwe yê birîndar ji Serêkaniyê derînin bêtirs û bi îradeyeke ji pola, di 17'ê Cotmehê de bi karwaneke tevî Ambulansên Heyva Sor a Kurd, Xaça Sor her wiha Rêxistina Free Burma Rangers a Amerîkî,  ber bi navçeyê ve ketin rê, lê rastî gulebarana çeteyan hatin. Karwan roja din ango di 18'ê mehê de ketin rê û bi israra ku wê derbasî Serêkaniyê bibin, tevî hemî xeteriyan derbas bûn. Wê demê 12 cenazeyên cangoriyên ku heta dawî jî şer kirin û tiliyên serkeftinê bilind kiribûn ji bin kavila bomberana dewleta tirk hatin derxistin.    Hevpeymanên sekinandina êrişan   Di 17'ê Cotmehê de Emerîka û Tirkiyeyê û di 23'ê Cotmeha heman salê de Rûsya û Tirkiyeyê derbarê rawestandina êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de gihiştin hevpeymanekê. Li ser wî esasî QSD'ê erka xwe pêk anî û 30 km paşde kişiya, lê di vir de êrîşên hovane, qetilkirina sivîlan, guhertina demografiya herêmê nesekinî û dewleta tirk sozên ku dabûn bicih neanî. Emerîka û Rûsya jî ji êrîş û guhertina ku dewleta tirk li ser Serêkaniyê dike ne dûr e, bêdengiya xwe her diparêzin. Gelek caran Barageha Rûsya li Til Temirê rastî topbarana komên dewleta tirk hat lê dîsa jî bêdeng man û derbarê bûyerê de tu daxuyanî jî nedan.    Cihên perwerdeyê kirin noqte û navendên leşkerî     Niha dewleta tirk  25 dibistanên Serêkaniyê veguherandiye noqte û baragehên leşkerî, her wiha 26 dibistan jî rastî tobparan û bombebaranê hatine. Di heman demê de li dibistanên wê zimanê tirkî hatiye ferzkirin.   Talana li Serêkaniyê didome   Di vê dema dawî de dîsa çeteyan bi rêya qaşo Meclisa Navçeya Serêkaniyê deriyekî bazirganiyê bi Tirkiyeyê re vekirin. Çeteyan mal û milkên Serêkaniyê, ceh û genimê depoyên Serêkaniyê, Sefih, Mebrûka û Alya dizîn û derbasî Tirkiyeyê kirin. Bi hezaran donim zeviyê sivîlan jî şewitandin. Talana li Serêkaniyê didome. Niha aloziyeke mezin li Serêkaniyê heye. Çete li ser talankirina mal û milkên sivîlan bi dehê caran bi hev ketine û şer û pevçûn di navbera wan de çêbûye. Hemî alavên çandiniyê yên Girê Spî, Serêkaniyê û gundewarên navçeya Til Temirê dizîn û derbasî Tirkiyeyê kirin.   Kiryarên li dijî nirxên civakê pêk anîn   Goristanên têkoşerên Serêkaniyê yên ku li dijî DAÎŞ'ê têkoşîneke mezin ji aliyê çeteyên El-Mûsetem ve wekî noqteyên leşkerî tên bikaranînin. Her wiha Goristana Êzîdiyan jî ji aliyê çeteyan hat xirakirin. Çawa dewleta tirk li Bakurê Kurdistanê gorên têkoşerên azadiyê xira dike, heman tişt li Serêkaniyê jî çêbû. Piştî êrişên Serêkaniyê û Girê Spî yên ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve, tevî bêdengiyeke navneteweyî, birdoziya DAÎŞ'ê ji nû ve zindî dibe. Êrişên li ser nirxên jinê û civakê dewam dikin.    Êriş, qirkirin, talan û koçberiya li Girê Spî   Ji ber êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li Grê Spî binpêkirina mafên mirovan pêk hat. Bi hezaran şêniyên ku koçber bûn li Kampa Koçberên Girê Spî ya li bajarokê Til El-Semen ya girêdayî Navçeya Eyn Îsayê ye bicih bûn. Şopdara heqîqetê û sembola jina azad, Nûçegîhana Navenda Ragihandina Çapemeniya YPJ'ê Dilovan Gever, dema bi kameraya xwe kêliyên dîrokê digirt, di 13'ê Cotmehê de di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest da. Bi tevlîbûna gelek jinên enternasyonalîst li dijî çeteyên DAÎŞ'ê YPJ'ê berxwedaneke mezin bi dest xist. Li dijî vê berxwedanê endama YPJ'ê Amara Rênas ji aliyê çeteyan ve di 21'ê Cotmehê de hedef hat girtin û jiyana xwe ji dest da. Bedena Amara ji aliyê çeteyên Feyleq El-Mecid ve hat teşhîrkirin. Dîmenên teşhîrkirinê di malperên tevna civakî de jî hatibû parvekirin. Li Efrînê îşkence li bedena Barîn Kobanê û li Girê Spî jî îşkence li bedena Amara Rênas hat kirin.    Li dijî êrişan şêniyên Girê Spî nerazîbûna xwe nîşan didin   Dewleta tirk li gorî agirbesta ku hatibû ragihandin tev nagere, gundên ku Rojavayî Navçeya Til Temirê dikeve û Eyn Îsa topbaran dike. Di encama topbaranê de gelek sivîl di nav de jin û zarok birîndar bûn. Ji kêliya êrişên li ser Girê Spî kiryarên dijmirovî yên li dijî sivîlan jî dest pê kirin. Li kêleka kiryaran kuştina sivîlan, revandin û xwestina fidyeyê, guhertina demografiya herêmê û bicihkirina malbatên çeteyan çêbûn. Mizgeft û dêrên xiristiyanan ji aliyê çeteyan ve wekî navendên leşkerî tên bikaranînin. Li hember êrişan şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî jî bi hêrs in û gelek caran jî li hember kiryar û binpêkirinên li dijî axa wan bi çalakiyên cuda şermezar kirine.    Sibehê: 'Em ji bo vegera Girê Spî bê navber têdikoşin'