'Keça winda' ya Dêrsîmê Gulîstan Doku (3) 2020-06-10 09:04:31   Parêzerê malbatê: Gulîstan Doku hat windakirin   Aysel Işik   AMED - Parêzerê malbatê Alî Çîmen diyar kir ku Gulîstan Doku hat windakirin û nêrîna întîxarê bi zanebûn tê belavkirin û got: “Delîlên ku der barê întîxar kiriye de avêtin holê jî di esasê de derxist holê ku der barê Gulîstanê de nînin.”   Xwendekara beşa pêşketina zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku (21) li Dêrsîmê ji 5’ê Çilê de ye agahî jê nayê girtin û ji ber herî dawî li ser Pira Dînarê hatiye dîtin hemû îhtîmal li ser ‘xwe avêtiye avê’ tê nîşandan. Walîtiya Dêrsîm û emniyetê bala civakê kişand ser întîxarê û tenê di avê de li Gulîstanê geriyan. Lê tevî evqas dem derbas bû yek şopek der barê Gulîstanê de nehat dîtin. Ekîbên Rizgariya Bin Avê (SAK) tevî ku diyar kirin ku hebûna wê ya di avê de ji sedî yek e jî Walî û emniyet hîna jî di avê de israr dikin.   Li aliyê din jî yekem gumanbarê bûyerê Zaynal Abakarov derket derveyê welat û der barê wî de tu tiştek nehat kirin. Ji ber vê jî bertekên mezin tên nîşan dan. Parêzerê malbatê Alî Çîmen der barê aliyê hiqûqî de axivî. Her wiha me, der barê daxuyaniya bavê Zaynal, Engîn Yuce ya li ser çapemeniya civakî da jî, ji xwişka wê Aygul Doku nêrîn girt.   ‘Hîndekar ji ewlehiyê re dibêje’   Alî derbarê roja ku beriya Gulîstan winda bibe de agahî da û got: “Gulîstan di şeva 04.02.2020’an de saet di li dora 8’an de li ser peyama ku ji telefona Zaynal Abarakov ku numare li ser Engîn Yucel qeydkiriye, saet di navbera 16.21 û 19.23’an de ji Pastaxaneya Hanimelî ya lê dixebitî destûr digire û te mala Zaynal Akarakov. Saetekê li wir dimîne û piştre derdikeve. Dîmenên wê jî destê me de hene. Piştre welatiyek li 155 digere û dibêje ‘jinek ciwan li vir heye bi zor li wesayîtê siwar dikin’. Li ser vê polîs tê cihê bûyerê. Di wê bûyerê de kesê bi guman yê ligel Gulîstanê Zaynal e. Polîst nasnameyê dipirse, nasnameya Gulîstanê heye, lê ya Zaynal tune. Em vê ji ku dizanin, em vê ji îfadeya gumanbar û bavê gumanbar dizanin. Gulîstan ji wir derdikeve û diçe mala hîndekara ku mamosteya wê ye Hatîceyê. Li wir vedibêje. Hîndekar jî bi xwe diçe rewşê ji hêzên ewlehiyê re vedibêje.   Dîmen di dosyayê de hene   Rojek beriya bûyerê, bûyera şîdetê heye, bi zor li wesayîtê kirin heye. Roja din Gulîstan radibe taştê dike, diçe mala mamosteya xwe. Saet dora 11’an dîsa diçe kafeya ku Zaynal lê dixebite. Dîmenên der barê wê de di dosyayê de heye. Di dîmenan de Zaynal bi uslubek tûnd nêzî Gulîstanê dibe. Hevalekî li kafeyê dixebite jî dibêje. Di dîmenan de jî ji xwe tê dîtin, wekê bi ser de dimeşe tê dîtin. Dinêre ku Gulîstan neçûye dîsa digere. Dîmenên wê jî hene. Gulîstan 8 deqeyan li wir dimîne, piştre li wesayîtê siwar dibe.”   ‘Îfade bi naqok in’   Alî daxuyakirin ku sînyala telefonê saet di 12.26’an de tê birîn lê kesên dibêjin ku Gulîstan saet di 16.40’an de dîtine hene û got: “Du karkerên li zanîngehê dixebitin, çûne polîs û gotine me Gulîstan dîtiye û eşgalê wê dane. Dibêjin ku ji pirê heta têketina bajar hatiye. Saet di 16.06’an de hevdîtinek telefonê ya 4 saniyeyî ya li ser navê Engîn Yucel qeydkirî jî heye. Hevdîtinek heye lê diyare ku bixwe hatiye kirin an jî peyama telesemtere. Lê têkiliyek heye. Ji ber vê jî ev teza ku Gulîstanê saet di 12.26’an de întîxar kiriye dirizîne. Dema ev dane di dosyayê de derket holê ku, qeydên PTS yên aydê Gulîstanê yên di navbera saetên 12 û 13.30’î de hebûn. Dema ev dane derketin holê beşa heta 19’an hat xwestin. Derbarê vê de belgeyek nivîskî destê me de tune. Me ji wesayîta tîpa zirxî ya akrebê ya di 4’ê Çilê de mudaxale kiriye, daxwaza yed û dîmen kir. Ji ber li wir jî îfadeya çar polîsan hatiye girtin. îfade bi hev nagirin. Du heb dibêjin Gulîstan li wesayîtê siwar bûye du hebên din jî dibêjin Gulîstan pêşiya wesayîtê de meşiyaye. Me naqokiya vir anî ziman. Bavê gumanbar hatiye cihê bûyerê lê kesî di îfadeyê de ev neaniye ziman. Piştre bavê gumanbar îfade dike ku wesayîta wî ketibû axê û ji bo ji wir derxîne li wir bûye.”   Sedema ku malbat ji Zaynal bi guman e   Alî da zanîn ku li gorî vegotinên hîndekarê, ji ber nasnameya gumanbar tunebûye polîs geriyane û bavê wî hatiye cihê bûyerê û wiha berdewam kir: “Ji ber vê jî em divê agahiyek wisa lêpirsîn bikin. Beriya ku îfadeya hîndekar Hatîce derkeve holê, çima bavê ku polîse piştgiriyê nade dosyayê. Kes îfadeyek wisa nabêje, ta ku îxbara 155 û îfadeya mamoste Hatîce derdikeve holê. Yanî sedema gumana li hember Zaynal ji ber vê ye. Rojek berê rastî şîdeta gumanbar tê, roja din winda dibe. Ji ber vê jî kesê ku divê ewil bê lêkolînkirin ev e.”   ‘Em dixwazin ku dîmen bên zelalkirin’   Alî der barê asta niha ya dosyayê de jî agahî da: “Tê payîn ku kamerayên li ser pira Dînarê bên zelalkirin. Niha ji ber qeydên ji aliyê cendermeyan ve baş nehatine kirin şandine şîrketeke din ya taybet, ji wir jî encamek baş neyê bidestxistin wê bişînin TUBÎTAK’ê. Ew dîmen ji xwe daneyên zanistîne. Ger zelal bibe wê gelek tişt derkevin holê.”   Di saetên ku Gulîstan winda bû de ev kes çima winda ye?   Alî wiha berdewam kir: “Dayika Zaynal ji Komara Îslamî ya Afgane. Li gorî belgeyekê Zaynal zewicandiye li gorî yekê ezebe. Ev bi hev re dikevin naqokiyê. Me qeydên telefona gumanbar daxwaz kir. Me tevgerên hesabên wî daxwaz kir. Piştî Gulîstan winda dibe, roja din gumanbar naçe ser kar û dest ji kar berdide. Ji holê winda dibe. Di jiyana xwe de guherînên mezin dike. Hevalên Gulîstanê dema ji Gulîstanê agahî nagirin li hemû yurdê lê digerin, dema nabînin li Zaynal digerin û heta saet 7’an besiva kesî nade. Piştre hevala Gulîstanê, Gulşen li ser watsabê xwe digihîne Zeynal û Gulîstanê dipirse. Li ser vê gumanbar dibêje ‘Wê ev anî serê xwe’. Ev tê çi wateyê. Di saeta ku Gulîstan winda dibe de ev şexs çima windaye.”   ‘Ev bûyereke windakirinê ye’   Alî destnîşan kir ku ekîbên xebatê dimeşînin jî bêhêvîne û got: “Li ser daxwaza malbatê lêgerîn didome. Yên xebatê dimeşînin jî bawer nakin li wir e. Ji ber sê bûyerên din yên wek Gulîstanê çêbûn û ew hatin dîtin. Lê Gulîstan nayê dîtin. Gulîstan winda dibe. Xwendekareke zanîngehê ya 22 salî çawa dibe winda dibe. Ev bûyereke windakirinê ye. Ger întîxar kiribe jî ji ber bûyera roja beriya vê întîxar kiriye. Piştî bûyerê divê yekane gumanbar Zaynal bihata girtin. Di asta yekem de tişta divê bihata kirin ev bû. Lê telefona wî jî nehat desteserkirin. Malbateke ku keça xwe ya 22 salî winda kiriye heye. Aygul li xwişka xwe digre. Bavê Zaynal ku divê empatiyê bike û êşa wan fêm bike, ji bo Gulîstanê dibêje ‘ew keçik’. Yanî naxwazin navê wê jî bibêjin. Ev ne tevgereke normal ya malbatê ye. Şeva beriya bûyerê divê bê ronîkirin. Miroveke winda û malbata wê heye. Malbateke normal ji bo gumanan ji ser xwe bavêje tevlî hemû pêvajoyan dibe. Bi malbata zaroka xwe winda kiriye re di piştevaniyê de be. Dixwazin întîxarê bidin pêş. Lê hemû delîl nîşan dide ku ev ne întîxare.”   ‘Name kevn e’   Xwişka Gulîstanê Aygul Doku jî bi lêv kir ku nameya întîxarê bêbingehe û wê şevê neçûye yurdê jî wiha berdewam kir: “Gulîstan kesek belav bû. Min jî gazinc dikir. Vê nîşeyê pir zûde ji hevalên xwe re dinivîse. Dibêje ‘Dema ez mirim odeya min kom bikin, bila zêde belav nebe’. Dema emniyet ê nivîsê digire, hevalên wê jî dibêjin ku ev nîşeya berê ye.”   ‘Çima doz li min vedibe?’   Aygulê balkişand ser daxuyaniyên bavê Zaynal, Engîn Yuce jî nirxand û ev tişt anî ziman: “Madem wisa bila bihata piştgirî bida me êşa me bidîtia. Berovajî vê bi hêrs ji Gulîstanê re dibêje ‘ew keçik’. Derbarê malbatê de ji xwe tiştek nayê kirin. Ez dibêjim gumanbarê sereke, zora wî diçe. Dibêje ku ev pêvajo temam bibe wê dozê vebike. Çima dozê vedike? Ji ber ez li xwişka xwe digerim? Bila dozê vebike, hela bila pêvajo bi encam be em ê jî dozê vebikin. Ger xwişka min hatibe kuştin an jî ji vê avê derketibe jî ez ê gilî bikim. Ji xwe ekîb dibêjin di avêde jî tune.”   Aygulê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di hevdîtina dawî ya telefonê ya bi xwişka xwe re, gotiye ku ji bo fînalan xwe amade dike û wiha dawî lê anî: “Di betlana somestirê de bi saziyekê re li hev dike, plana xebatê dike. Gelo keseke wisa planan dike, çi bandor lê dike ku întîxar dike. An jî vana çima şîdet li xwişka min kirin. Ez bersiva van pirsan mereq dikim. Heta Gulîstan neyê dîtin, ez ê her tiştî bikim. Kesê bi navê Engîn, ji lêgerîna me nerehete. Doza Gulîstanê diçe ku bila biçe, em ê destûr nedin vê nezelaliyê. Li pişt Gulîstanê bi qasê dinê jin hene.”