Li dijî tevgera ekolojiyê tundî zêde bû

  • 09:02 8 Îlon 2024
  • Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Parêzvanên xwezayê der barê êrîşa li Hopayê hat jiyîn axivîn û gotin sermaye û şîrket ji bo berjewendiya xwe tundiyê zêde dikin û dewlet jî ligel van şîrketan cih digire. Jinan wiha got: “Li dijî êrîşan divê ekolojîst bên gel hev û têkoşînê mezin bikin. Em çiqas bibin yek em ê evqas xurt bibin.”
 
Li Hopa ya Artvînê li nêzî Cankurtaranê,  şîrketa Yap-Soy Beton îhaleya daristanê girt û dest bi birîna daran kir.  Şîrketê gule reşand ser kesên ku xwestin pêşî li birîna daran bigirin û welatiyekî jiyana xwe ji dest da. Jinên parêzvanên xwezayê diyar kirin ku bi tundiya zêde bûye dixwazin ekolojîstan têk bibin. Jinan gotin li dijî vê wê têkoşîna xwe bidomînin û banga hestiyariyê li gel kir.
 
‘Li dijî tevgera ekolojîst tundî pêş ketiye’
 
Endama Lijneya Hiqûqê ya Platforma Hawirdor û Çandê ya Egeyê (EGEÇEP) Îpek Sarica axivî û got di êrîşa li Hopayê de du kes birîndar bûne kesekî jiyana xwe ji dest daye û got: “Li dijî tevgera ekolojiyê tundî zêde bûye. Şîrket wê dema pêş de mezinbûna sermayê ji ser ax û xwezayê pêş bixînin. Li dijî vê wê têkoşîna me mezin bibe.”
 
‘Tundî wê zêde bibe lê em ê serî netewînin’
 
Îpekê wiha anî ziman: “Sermaye ji bo xwe pêş bixîne wê komkujiya xwezayê zêde bike. Em li plana pêşvebirina salên 2024-2028’an dinêrin pêşiya madenê tê vekirin û tê teşwîqkirin. Ji ber vê jî wê zext zêde bibin. Ev rewş wê me têk nebe.”
 
‘Dewlet li ku ye?’
 
Endama Lijneya Rêveberiya Platforma Hawirdorê ya Muglayê (MUÇEP) Derya Lîm jî daxuyakirin ku êrîşa li Hopayê nayê qebûlkirin û got: “Mirovên xweza parastin hatin qetilkirin. Ji bo sermaye û şîrketan maf û îmtiyaz tê dayîn. Kanî dewlet? Bi aşkera nîşan dide ku ligel şîrketan e. Ev her tim wisa bû. Her tim tundî pêk dianî. Lê em ê bîranîna Reşît Kîbar di têkoşînê de bidin jiyîn. Ji aliyê şîrketan ve xweza tê qetilkirin. Ji bo me biçewisînin her tiştî dikin. Ji ser vê hinek kes pereyan qezenc dikin. Ev ji bo gel xizmetê nake. Hêvîdar im gel bibin xwedî hişmend û ferq bikin. Em çiqas bibin yek em ê evqas xurt bibin.  Em ê her derê biparêzin.”