Ji bo şaredariya Hewagê hedefa ewil xebatên jinan e

  • 09:05 28 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
RIHA - Şaredariya Hewagê çawa şaredarî ji qeyûman girt, ewil mala bîhnvedanê ya jinan ya ku qeyuman girtibû ji nû ve vekir. Midûra Polîtîkayên Jin û Malbatê Zuhal Parlakçi da zanîn ku wê xebatên jinan bidomînin û xizmet erênî tên dîtin.
 
 Şaredariya Hewag a Rihayê meha borî "Mala Bînvedanê ya Jinan" vekir. Di 2014’an de şaredariya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) mala bîhnvednê vekiribû û di 2016’an de bi destê qeyûmê hatibû tayînkirin hat girtin. Mala bîhnvedanê ya jinan ya cara duyemîn hat vekirin ji aliyê jinan ve eleqeyek mezin dibîne. Şaredariya Hewagê, tevî deynê ku qeyûman hiştiye xizmeta ji bo gel didomîne.
 
Midûriyeta Polîtîkayên Jin û Malbatê ya Hewagê Zuhal Parlakçi û berpirsa mala bîhnvedanê ya jinê Rahîme Ercan der barê xebatên jinan de axivîn.
 
‘Em dizanin jin çi dijîn’
 
Zuhalê da zanîn ku beriya qeyûm mala bîhnvedanê hatiye vekirin lê piştî tayînkirina qeyûm dîsa hatiye girtin û wiha got: “Piştî me şaredarî girt hema me dîdsa tamîr kir û xist xizmeta jinan. Bêguman ev cih tenê li ser daxwaza jinan nehat vekirin. Em dizanin jin çi dijîn. Li navçeyên biçûk pisgirêk her diçin mezin dibin.  Cihekî ku jin lê runin, bîhna xwe vedin an jî hewcedariyên xwe bînin cih tunebû. Havînê di germê de zivistanê di baranê de heman rewş bû.”
 
‘Dema dibihîzin bê pere ye matmayî dimînin’
 
Zuhalê destnîşankir ku  mala bîhnvedanê li navenda Hewagê bû. Jinên ji gundan ji navendê diçin diçin wir. Dema jin diçin wir çay, avê vedixwin, xawrinê dixwazin, îbadetê dikin, li zaorkên xwe dinêrin, fêr dibin ku her tişt bê pere ye. Matmayî dimînin. Her tiştên ji aliyê dewletê ve tên çêkirin pir biha ne. Ji ber vê jin matmayî dimînin.”
 
‘Em ê Navenda Piştgiriya Jinê vebikin’
 
Zuhalê di berdewamiyê de balkişand ser daxwazên jinan yên pêvajoya hilbijartinê de hatine girtin û got: “Jin tevli hilberînê nehatine kirin. Qadên civakî li jinan sînor kirine. Me got em çi xizmetê bibin  ji jinan re. Kooperatîfa me ya jinan heye. Kooperatîfa me kooperatîfek aktîf e. Di alî aborî de piştgiriyê dide jinan. Em ê navenda Piştgiriyê ya Mekiye Ana a Jinan vebikin. Li vir wê ligel psîkologan ji bo jinan piştgirî bê dayîn. Tevî derfetên qels em xizmetên xwe didmînin. Wek hemû şaredariyên DEM Partiyê me jî bi deyn şaredarî girt.Me ji bo jinan û zarokan hewz vekir. Em ê xizmetên xwe bidomînin.”
 
‘Jin gelek kêfxweşin’
 
Berpirsa mala bîhnvedan ya jinan Rahîme Ercan jî pêvajoya li mala bîhvedanê wiha vegot: “Ez sibehê saet di 08.00’an de vir vedikim.Ez çaya xwe çêdikim. Jin dema tên vir kêfxweş dibin. Ji bo hewcedariyên xwe pêk bînin cihekî biçinê tunebû. Dema çayekê jî didim wan kêfxweş dibin. Dibêjin me heta îro tiştekî wisa nedîtiye. Dema em kêfxweşiya wan dibînin em jî kêfxweş dibin.”