Li hemberî biryara girtina GOÇÎZDER'ê bertek 2024-12-28 09:15:51   Elfazî Toral   STENBOL - Seroka Komeleya GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal da zanîn ku ew biryar der barê feshkirina GOÇÎZDER’ê qebûl nakin û got: “Em di navîn mijara koçberî û penaberiyê de ne. Girtina saziyek wisa wê zirarê bide mafê penaberan.”   Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) bi armanca piştevaniya komên tên koçberkirin hatibû avakirin û faliyetên xwe dimeşand. Runiştina biryarê ya doza der barê GOÇÎZDER de hatibû vekirin, di 25’ê Kanûnê de li 15’emîn Dadgeha Hiqûqa Asliye ya Edliyeya Bakirkoyê hatibû dîtin. Der barê komeleyê de biryara feshkirinê hat dayîn.   Seroka GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal axivî û got ew biryarê qebûl nakin wê xebatên xwe bidomînin.    Kamîle Kandal diyar kir ku berê jî rêveberên komeleyê bi heman îdiayan hatine darizandin lê ji dozê berat kirine û got: “Îdiayên der barê endam û rêveberan û yên niha derbarê girtina komeleyê de wekhe vin. Em van îdiayan di alî hiqûqê de rast nabînin. Ev biryarek siyasiye. Xebat, rapor, xebatên qadan û xebatên cemawerî hinek cih nerehet kirine. Ji ber vê jî ev biryar siyasiye.”   ‘Li Rojhilata Navîn şer heye’   Kamîle Kandal daxuyakirin ku li welatên demokratîk divê biryarên wisa tunebin û wiha domand: “Li Tirkiyeyê zextên li ser muxalîfan li ser rêxistinên civaka sivîl zêde bûne. Em ê li dijî zextan serî netewînin. Em van biryaran qebûl nakin. Em ê îtîraza xwe bibin dadgeha jor. Li Rojhilata Navîn gelek şer tên meşandin. Pirsgirêka penaberî û koçberiyê heye. Niha penaberên Sûriyeyê şûnde dişînin. Em navîna pirsgirêkan koçberiyê de ne. Ev biryar zirarê dide mafê mirovan û penaberan.”   Banga piştevaniyê   Kamîle Kandal di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê bi girtina komeleyê re şert û mercên jiyana penaberan hîn bêtir bikeve zorê û banga piştevaniyê kir. Kamîle Kandal her wiha bi lêv kir ku biryara fehskirinê bi armanca ku kesan ji qada xebatê dur bixin hatiye dayîn û got wê xebatên xwe bidomînin û têkoşîna xwe bimeşînin.