'Em ê bi berxwedanê bersivê bidin zilmê' 2024-12-24 09:09:23   Derya Ren    RIHA - Jinên beşdarî nobeda li ser sînorê Pirsûs-Kobanê bûn diyar kirin ku ew li gel gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û gotin, “Me dît ku ruhê Kobanê di sala 2014’an de jî derket holê. Her wisa, ruhê Kobanê wê di vê pêvajoyê de jî derkeve holê. Em ê bi berxwedanê bersivê bidin zilmê."   Di dema ku Tirkiye û komên wê yên paramîlîter êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin, herî dawî di 19’ê Kanûnê de Rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn bi balafireke keşfê ya dewleta Tirk hatibûn qetilkirin. Bertekên li hemberî van êrîşan li gelek deverên cîhanê bi taybet li Kurdistan û Tirkiyeyê dewam dikin, rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî teqez dikin ku divê Tirkiye bê darizandin. Li aliyê din çalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo ya li dijî êrîşên dewleta Tirk  didome. Ji duh ve li ser sînorê Pirsûs-Kobanê dest bi çalakiya nobetê hat kirin. Di çalakiya nobetê de çalakvanan bal kişand ser pêwîstiya yekîtiya Kurdan, her wiha balê dikişînin ser bêdengiya raya giştî ya li hemberî êrîşên Tirkiyeyê.   Jinên ku beşdarî nobeda li ser sînorê Pirsûs-Kobanê bûn têkildarî mijarê axivîn.   'Em li gel gelê Rojava ne'   Hevseroka Komeleya KATDER'ê Fatma Akbaş, diyar kir ku ew ji bo gelê Rojava li ser sînor in û wiha got: “Divê gelê me yê Rojava bizanibe ku em her tim bi wan re ne. Beşek ji gelê Rojava di vê berf, zivistanê de neçar man ji axa xwe koç bikin. Em bi dil û can piştgiriya wan dikin. Heta şer neqede em ê ji vir dernekevin. Çi pêwîst be em ê bikin."   'Ji bo careke din heman komkujî pêk neyên em li vir in'   Aslihan Çîftçî diyar kir ku ew ê bi gelê Kobanê re bibin yek û got: “Em mirinê naxwazin. Em dayik her tim alîgirê aştiyê ne. 2 rojnamegerên me li wir hatin qetilkirin. Tenê karê xwe dikirin. Em kesên ku ev komkujî kirine şermezar dikin. Em ji bo wan rojnamegeran canê xwe feda dikin. Ji ber ku ew çav û guhên me ne. Em li ser sînorê Kobanê ne û ji bo careke din heman komkujî pêk neyên em li vir in."   'Rojnameger li çar parçeyan tên qetilkirin'   Ferîde Demîr diyar kir ku Tirkiye her tim rojnamegeran dike hedef û wiha dewam kir: “Rojnameger tên qetilkirin. Ji me re digotin li Rojava çi diqewime. Em bi saya wan hîn dibûn. Ji ber bûyerên li Rojava diqewimin em nikarin razên. Weke dayik em her tim alîgirê aştiyê ne, bila xwîna ciwanên me neyên rijandin. Dema ku zarokên Rojava ranekevin, em jî nikarin razên. Tirkiye bi balafiran li wan dixe, malên wan kesan bi ser serê wan de dikeve. Li vir xwarinê didin çeteyan û dişînin wir. Em van êrîşan şermezar dikin."   'Em ê bi berxwedanê bersivê bidin zilmê'   Ferîde Aka, anî ziman ku weke dayik naxwazin êdî pevçûn rû bidin û wiha got: “Dîrokê desthilatdariyeke wiha nedîtiye. Hem şerê taybet û hem jî şerê fîzîkî tê meşandin. Zarokên me tên qetilkirin, zilm û heqaret li me tê kirin. Divê zarokên me neyên qetilkirin. Weke dayik em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li pişt zarokên xwe bin. Gelek welat hene, çima çavê xwe ji her tiştî re digirin? Çima mafên me nayên dayîn dê heta kengê wiha bidome? Lê em ê berxwedana xwe bidomînin. Îro em li ser sînor in, her çendî li ser me zilm hebe jî em ê bi berxwedanê bersiva vê zilmê bidin."   'Em ê mîrateya wan biparêzin'   Elîf Elmas da zanîn ew ê mîrateya berxwedanê biparêzin û got: "Em ji bo zarokên xwe li vir in. Têkoşîna me dubare dike û em banga aştiyeke bi rûmet dike. Me ji bo kesên ji axa xwe hatin derxistin û ji bo her kesên berxwedêr dest bi nobetê kir. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li vir bin û em ê mîrateya zarokên xwe û yên ku me winda kirine biparêzin."   'Gelê Kobanê paşve gav neavêt'   Hevseroka Navçeya Eyûbiye ya Rihayê ya DEM Partiyê Ayşe Akgul, diyar kir ku ji bo parastina aştiyê li dijî şer li sînorê Kobanê ne, Ayşe Akgul diyar kir ku Rojava ji bo hemû gelan xwedî cihekî girîng û taybet e. Ayşe Akgul got: “Em ji bo gelê xwe li wir bi tenê nehêlin li vir in. Me dît ku ruhê Kobanê di sala 2014’an de derket holê. Her wisa, ruhê Kobanê wê di vê pêvajoyê de jî derkeve holê. Wê demê em bi berxwedan û coşeke mezin hatin ser sînor. Gelê Kobanê tu carî paşve gav neavêtiye û ji niha û pê de jî paşve gav navêje."