Serhildana ku sînor bezandin (5) 2024-09-16 09:07:11   Jinan bi 'Jin jiyan azadî' cewherê xwe dîtin!   Gulîstan Gulmuş   AMED - Aktîvîsta TJA’yê Mekiye Ormanci da zanîn ku li her derê cîhanê jin li dora felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ hatine gel hev û xwe rêxistin kirine. Mekiyeyê wiha got: “Vê dirûşmeyê soza ku jin xwe bibîne, bibe xwedî hişmend û bi vê xweserbûnê re jiyanek nû ava bike, daye."   Du sal berê di meha Îlonê de jinek kurd li paytexta Îranê Tehranê hat qetilkirin. Jîna Emînî ku ji bo serdana xizmên xwe çû Tehranê ji aliyê Polîsên Ahlaqê ve bi hicneta "baş serê xwe negirtiye" di 13’yê îlona 2022’yan de bi îşkeneyê hat binçavkirin û di binçavan de hat qetilkirin Piştî vê jin li dijî pergalê li her derê cîhanê bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ daketin qadan.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Mekiye Ormanci derbarê pêvajoya qetiklirina Jînayê de û pêvajoya ku piştî qetilkirinê pêş ket de, pirsên me bersivand.    * Rojhilata Navîn bi rojeva jinê re her tim tê rojevê. Bi taybet rewşa jinên Rojhilat û Îranê balê dikşîne. Hûn dikarin jinên Rojhilat û Îranî vebêjin?   Herêma Mezopotamyayê erdnigariyek li dora civakîbûna jinê ava bûye ye. Tiştên ewil yên jinan li vê erdnîgariyê hatiye jiyîn û têkoşîna jinê li dijî êrişên mêr ava bûye. Ev têkşîn bêguman heta îro hatiye. Demên dawî de têkoşîna jinan li herêma Îran û Rojhilat gihişt astek cidî. Di bin nave polîsên ehlaqadê de li hember jinan tundiyek mezin tê kirin. Em biçin dema Abbasiyan. Wê demê jî xanedaniya Abbasî êrişên tund dikir û li dijî van êrişan serhildana Hurremî yan jî jinên em jê re dibêjin Hurremî berxwedan. Ev kod tu carê ji dîrokê paqij nebûn.   Demên dawî de zextên li ser girtiyên jin yên siyasî pir tund bûne û darvekirin pir zêde bûne. Ev bi tayget piştî qetilkirina Jînayê zêde bûn. Li îranê di salên 70’ê de bi pêşengiya jinan berxwedan hebûn. Ev veguherî bahozê û niha li Rojhilat jî li Îranê jî li dijî êrişên pêk tên civak bi giştî bi tundiyê re hat rû hev. Di vê nokteyê de belkî niha ne di astek xurt de ye lê pêkane ku ev bahoz ji nû ve derkeve.   * 2 sal berê Jîna Emînî ji aliyê polîsên ahlaqê ve hatibû qetikirin. Piştî vê serhildanek mezin dest pê kir. Sedema ku ew serhildan mezin kir li gorî te çi bû?   Kodên zîhniyeta mêr hene. Em nikarin bêjin sedem dîtina por bû. Dema em li Mîtan dixin em dibînin ku zîhniyeta jinê temsîl dike û em ji mîtolojiyan dibînin ku ev zîhniyet jî zîhniyet bi por tê beramberkirin. Em binêrin olên yek xweda ewil ji porê jinan destpê kirine. Xuyaye ku bûye sedema zîhniyet ku heta îro di bin êrişan de ne. Êriş her hişê dîrokî nav xwe de dihewîne. Bêguman polîsên ahlaqê di şexsê Jînayê de êrişê îradeya hemû jinan kiriye. Wê demê bi dest bi çalakiyan hatibû kirin. Jinan laçik qebûl nedikirin red dikirin û daketin kolanan.  Por li wir tenê wek îmze an jî ji rêzê nikare bê destgirtin.   *Piştî berxwedanê êriş zêde bûn û rejîmê hêrsa xwe bi îşkence, darvekirinê nîşan da û hîna didomîne. Li dijî van êrîşan gel şûnde gav navêt û sedema wê hûn çawa dinirxînin?   Ev 50 sale li Kurdistanê li herêma Mezopotamyayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd bi dîrok, zîhniyet û hişê xwe xwe heyî dike. Ev hiş û zîhniyet di serî de ji bo beralîkirina pergalê xwe rêxistin kir û bi vê hişmendiyê wê rêxistinbûna xwe xurt bike. Êrişên li Îranê îro dest pê nekirine. Em behsa pergaleke ji salên 70’ê de didome dikin. Vê pergalê her ku têkoşîna jinan, rêxistibûna jinan dît êrişên xwe zêde kir. Di yek dengekî biçûk de çalakiyek biçûk de êriş kir, cezayên darvekirinê li jinan birîn. Lê jin tevî vê bêdeng neman. Tevî êrişan serî netewand. Di berxwedana 2022’yan de dest pê kir bi sedan aktîvîstên jin hatin girtin, darizandin û darvekirin.  Rêbazên zext û tundiyê derketin asta herî jor. Lê  tevî vê jinan şûnde gav navêt.   * Sembola serhildanê ‘Jin jiyan azadî’ bû.  Jin Jiyan Azadî soz û hêviya çi dide jinan?   Jin Jiyan Azadî soza azadiyê dide jinan. Ya ku pergalê biguhere jine û pêşengiya vê bike jine. Ev hişmendiya jinê di tarîtiyê de, bê dîrok ma. Jina ku bê dîrok ma ji nûve bi dîroka xwe re hat gel hev. Bi vê hevdîtinê re felsefeya xwe ava kir. Qadên têkoşîna xwe ava kir. Jin Jiyan Azadî felsefeya paradîgma azadiya jinê, demokratîk û ekolojîke. Vê jiyaneke nû esas girt. Ji ber vê evqas hêvî û kelecan afirand. Hemû jin li dora vê felgeyê bûn ye. Em dikarin bêjin ku  soza jiyanek nû daye jinan.   * Piştî qetilkirina Jînayê, berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ li her derê cîhanê deng da. Bandora wê îro jî didome.  Li gorî we sedema xwedîderketina li vê berxwedanê çibû?   Kuram û felsefeyek vê dirûşmeyê heye. Xwediyê vê felsefe û kuramê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Jinên kurd li dora vê felsefeyê xwe xurt kir û rêxistin kir.  Piştre ev felsefe belav bû. Jinan her ku xwesetin bi xwe re hatin gel hev. Ev bû wesîleya rêxistibûna xweser û berxwedanê. Tenê li Kurdistanê bandor nebû. Li her derê cîhanê bandor bû.  Min di roportajekê de xwendibû. Jinên Afganîstanê gotibûn ji jinên kurd gelek bandor bûne û wê xwe wek wan rêxistin bikin û parastina cweherî av abikin. Ev êdî bi herêmekê sînor nîne. Herî dawî li Hîndîstanê destdirêjî li jinek doktor hatibû kirin û piştre hatibû qetilkirin. Li Hîndîstanê qirkirina jinan heye. Li wir jin li dora vê felsefeyê daketin kolanan.   * Ne tenê li Îranê li her derê li hember jinan tundî zêde dibe. Li dijî vê tundiyê jî berxwedanek jinan a mezin dibe heye. Hûn der barê vê de çi dibêjin?   Serdestiya mêr di sedsala 21’ê de jî hemû nirxan wêran dike. Bi alavên kapîtalîzmê bedena jinê dike alav. Li aliyê din jî êrişê jinan dike, jinan ji hiş, bîr û dîrokê dûr dixe. Lê li dijî vê berxwedaneke jinan heye. Ev berxwedan bandor li civakê jî dike û dema ku pergal vê dibîne hemû alavên tundiyê dike dewrê.  Qanûn û hiqûqa xwe ji holê radikin û hêza cezakirinê derdixe holê. Li Tirkiyeyê rojê ji 10’an zêdetir e jin tên qetilkirin. Em nikarin vê wek tiştekî normal bigirin dest. Ji ber ji ber vê tundiyê qebûl nakin bi qirkirinê re tên rû hev. Ji ber em di van pêvajoyan de derbas dibin jin êdî dixwînin û dibin xwedî hişmend. Li dijî vê hişmendiyê jî êriş zêde dibin. Lê jin bi rêxistibûnê bersiv didin van êrişan. Ev mirovan kelecanî dike. Ev sedsal sedsala jinê ye. Ji ber jin li kolanan bi hemû hêza xwe pêşengiyê dikin.   * Zîhniyeta mêr dewletê jî li dijî vê berxwedanê ji xwe re li rê û rêbazan digere. Têkoşîna jinê wê li dijî pergala mêr xwe çawa mezin bike?   Ger êriş hebin divê parastin jî hebe. Demên berê, dîrokê, roja îro, êdî jin lêkolîn dikin. Ji felsefeya ku mêr afirandiye bigirin heta mîtolojî, teolojî, zanistê lêkolîn lêkolînek heye. Heman demê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd zanista jineolojiyê hat vekirin. Em li dora jineolojiyê lêkolînên xwe dikin û alternatîfên xwe rêxistin dikin û bi vî awayî dikarin bên gel hev. Em di lêgerîna ku dikarin têkoşînê çawa yekbûyî bikin de ne. Em Dema ev hemû hebin divê jin jî hişmendiya xwe ya xweser ava bike. Jin dema hişmendiya xweser ava bikin parastina cewherî jî ava dikin. bi vê hişmendiyê jin dakevin kolanan û xwe rêxistin bikin parastina xwe jî ava dikin. cihê hemû avabûnan kolane, siyaseta kolanê ye. Divê jin li kolanan bersiva pergalê bidin. Heta ku li kolanê bersiv neyê dayîn wê pergal jî şûnde nekeve.