Ji MKG'ê atolyeya rojnamegeriyê 2024-09-15 15:59:56     AMED - MKG'ê ji bo 2 rojan atolyeya rojnamegeriyê li dar xist.   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ji bo 2 rojan atolyeya rojnamegeriyê li dar xist. Rojnameger Bêrîtan Canozer di roja ewil a atolyeyê ku li avahiya komeleyê hat lidarxistin de bi sernavên "Nêzîkatiya li ser mafan û rojnamegeriya li ser bingeha mafan" û "Rojnamegeriya li ser zayenda civakî" nirxandin kir.   Di roja duyemîn a a atolyeyê de Rojnameger Nezahat Dogan bi sernavên "Pêşvebirina naverokê û hilberîna nûçeyan" û "Têkoşîna bi ziman re li ser esasê zimanê cihêkarî û nefretê yên di çapemeniyê de" nirxandin kir.    Di atolyeya ku wekî danişînên înteraktîf hatin lidarxistin de, li ser pirsên rojnamevanên saziyên çapemeniyê yên cuda nîqaş hatin kirin.