Girtiyên li girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kirin 2024-09-15 14:06:16     NAVENDA NÛÇEYAN -Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê di salvegera serhildanê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyên jin bi qîrîna dirûşma 'Jin jiyan azadî' qeyda deng parve kirin.   Di  16'ê Îlona 2022'an de li Tehrana paytexta Îranê serhildanên "Jin jiyan azadî" di pêşengiya jinanan de  hatibûn destpêkirin û li tevahiya cîhanê belav bibûn. Bi minasebeta 2'emîn salvegera qetilkirina Jînayê li Îranê greva giştî hat destpêkirin û 34 girtiyên jin ên siyasî ku li Girtîgeha Evînê ne jî ji bo piştgiriyê bidin greva giştî ragihandin ku wan dest bi greva birçîbûnê kirine.   Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan  li ser hesabê fermî yê X ê girtiya siyasî ya xwedî Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgîs Mihemedî  hat ragihandin, qeyda dengê girtiyan ku dirûşma "Jin jiyan azadî" berz dikin jî hat parvekirin.