Şaredariya Cizîrê bi projeyên jinan dibêje 'Em li vir in' 2024-09-08 09:04:34     Gulistan Gulmuş   ŞIRNEX - Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan diyar kir ku qeyûman zirarek mezin daye destkeftiyan lê bi projeyên ku xistine jiyanê ji jinan re qadên nû vekirine û got: “Li dijî polîtîkayên ku 8 sal in destê jinan vala hiştine em dibêjin ‘em li vir in’.”   Şaredariyên DEM Partiyê ku di hilbijartinên herêmî de şaredarî ji qeyûman girtin xebatên ji nûve avakirinê bi lez didomînin. Yek ji cihên ku ji nûve pêvajoya avakirinê lê hatiye destpêkirin Cizîr e. Şaredariya Cizîrê ji bo dema nû projeyên xwe didomîne.    Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasander barê xebatên jinan û xebatên giştî de axivî.   Ji 765 xebatkarî tenî 80 heb jin in   Gulerê da zanîn ku di salên 2016 û 2019’an de qeyûman dest daniye ser şaredariyan û 5 mehe jî şaredarî ji nûve girtine, hîna texrîbatên qeyûman hîs dikin. Gulerê wiha domand: “Qeyûman qadên jin, zarok û ciwanan veguhertibû qadên rantê. Bi taybet destkeftiyên jinan hatibûn tunekirin. Em hatin ser peywirê 765 xebatkar hebûn. Ji van tenê 80 heb jin bûn. Rengê jinê ji holê hatibû rakirin. Di 2016’an de qeyûm midûriyeta jinan rakiribû. Di 2019’an de ji nûve hatibû vekirin lê qeyûman dîsa girt. Ev 4-5 mehe em li vir in. Me hema midûriyeta jinan vekir. Niha xebatên me didomin.”   ‘Di tu midûriyetê de jin tunebûn’   Gulerê he wiha bi lêv kir ku pêvajoya pêş de wê navenda şêwirmendiya jinan vebikin, di vê çarçoveyê de jî wê xwe bigihînin jinên ku tundiyê dibînin. Gulerê wiha dirêjî dayê: “Heta niha niha 5-6 jinî serî li midûriyetê dane. Van jinan tundî dîtine, ji hevjîn veqetiyane lê tundî dîtine an jî dest ji hevjîn berdane. Têkiliya me bi van jinan re didome. Em dibin alîkar, rê û rêbaz didin ber wan. Polîtîkayên şer çanda tundiyê mezin kiriye. Ji 20 midûriyetên ji wan mane de yek jinek tuneye. Niha tişta em dikin esasgirtina midûriyet ajinê ye.”   ‘Em dibêjin em li vir in’   Gulerê der barê projeyan de wiha vegot: “Me berê jî gotibûn em sê projeyan bikin van wê du heb yên jinan yek jî giştî be. Demek nêz de em ê koperatîfa jinan vebikin. Em ê malên tenûrê vekin. Ji bo kesên pirsgirêkên aborî dijîn em ê van vebikin. Projeya me ya din jî bazara jinê ye. Keda jinan li herêmê nayê dîtin. Li malan nayê dîtin. Ev wê projeya me ya sala pêş be. Ji bo jinên gundan wê qadên bazarê bên avakirin. Li vir bi salan hala sebzeyan heye lê ji bo jinan cih tuneye. Jin zivistanê bin baranê de havînê jî bin rojê de ne. Ji bo nimêj bikin destmêj bigirin qad tune ne. Sala pêş de em ê ji bo jinan van qadan vebikin. Em ê ji bo jin û ciwanan qadên îstîhdamê zêde bikin. Li dijî polîtîkayên tundiyê em bi jinan re bên gel hev. Em ê her hefte ji bo jinan pêşandana sînemayê bikin. Ew jî wê demek kurt de detspê bike. 8 sale destê jinan vala hatiye hiştin. Li dijî van polîtîkayan em dibêjin ‘em li virin’.”