Ji bo asta 3’yemîn a kampanya ‘Azadiyê’ xwe amade dikin! 2024-07-01 09:05:37       Melek Avci   ENQER E- Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan, diyar kir ku di çarçoveya kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çarseriya prisgirêka Kurd de 16 hezar û 803 name şandine ji CTP’ê re û got di pêvajoya pêş de wê xebatên hiqûqî û dîplomatîk zêde bibin û ji bo asta sêyemîn a kampanyayê amadekariyan dikin.   Di 10’ê cotmeha 2023’an de dostên gelê Kurd kampanya ‘Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî ji pisgirêka Kurd re çaeseriya siyasî’ dan destpêkirin û kampanya didome. Heta aniha gelek çalakî pêk hatin û asta yekem açalakiyê temam bû derbasî asta duyemîn hat kirin.    Seranserê havînê jî  wê asta duyem a kampanyayê bidome.   Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Ayten Kaplan der barê kampanyayê de ji JINNEWS’ê re axivî û ji bo dema nû jî nêrînên xwe anî ziman.   16 hezar û 803 name hatin şandin   Aytenê destnîşan kir ku nameyên şandine ji CPT'ê re dehezar derbas kirine û hefteya pêş wê encambê bigirin. Aytenê wiha vegot: “Di rewşa  heyî de 16 hezar û 803 name hatin şandin. Niha dora Avusturyayê ye. Wê di 4-5 rojan de bişînin. Piştre welatên Iskandînavyayê û Kibris wê bişînin. Eleqeyek mezin tê nîşandan. Kampanyayên cuda jî tên meşandin. Tevgera jinan name şandin ji CPT’ê û  peywira CPT bi bîr xist. Got divê şertên Îmraliyê bi rayagiştî re bên  parvekirin. Di heman demê de divê hiqûq pêk bê. Divê parêzer û malbat hevdîtinê bikin. Me namzeyên xwe şandin. Niha du sê hefte li pêş me ne. Em ê wan temam bikin û daxuyaniyêkê bidin.   ‘Dema mijar dibe rêberê gelê Kurd siyaset dikeve navberê’   Aytenê got  hefteya borî CPT bi parêzeran re hevdîtin kriye û got: “Mîsyonek CPT heye lê biryarên CPT Konseya Ewropayê dide. Di hevdîtinên wir de dema pirsên Îmraliyê tên, ji ber di alî Tirkiyeyê de vetoyek heye tiştekî  nabêjin. Di hevdîtina parêzeran de jî gotin ‘hûn mafdarin titşekî bê kirin tune ye. Ji ber  vetoya Tirkiyeyê tê astengkirin.’ Lê israra me heye, armaca damezrandina CPT diyare. CPT saziyek serbixwe ye. Dikarin biçin cem her kesî. Lê dema mijar dibe serokê Kurd tiştek nayê kirin û serbixwebûn namîne.”   Di 10’ê cotmehê de wê kampanaya ‘hezar jin yek deng’ bidawî bibe   Aytenê  diyar kir ku di dema nû de wê ev hemû li ber çavan bên girtin û nexşerêyek bê amadekirin û wiha pê de çû: “Parlamenteroya Ewropayê hilbijartina nû kir û parlameterên nû hatin. Wê endamê konseya Ewropayê jî biguherin. Di vî alî de hedefên me yên nû dema ku endam zelal bibin, wê ziyaret bên kirin û dosya bên teslîmkirin. Ji bo pêşxistina diyalogê û bi hevkariya diyalogê wê bibîrxistin bên kirin. Di jeman demê de kampanyayek me ya din ku dimeşe heye.  Kampanya "hezar jin yek deng". Em ê wê jî di 10’ê cotmehê de temam bikin û bi çapemeniyê re parve bikin.”   Ji bo asta 3’emîn amadekarî   Aytenê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Me civîna dema navberê kir. Me hedefên xwe yên salekê yên li pêş xwe nîqaş kirin. Me got em di asta 3’emîn a kampanyayê de dikarin çi bikin û gelek pêşniyar hatin. Me nîqaş kirin. Me biryar da ku komîsyonên van pêşniyaran bên avkairin û ji bo xebatên siyasî û hiqûqî bê meşandin biryar hat dayîn. Em girÎngiyê didin vê.  Ewropa dibêje welatekî demorkatîke lê  demorkasî keta ku ye, çima sînor tên danîn çima tê xetimandin. Divê ev bên deşifrekirin. Em ê konseptekê ava bikin û bi rayagiştî re parvge bikin. Em ê hem CPT û hem jî Konseya Ewropayê îqnqa bikin. Em dê di van aliyan ji bo naskirina parlametneran bikevin hewldanan û hevdîtinan bikin.”   ‘Wek mekanîzma dewletê îflas kiriye’   Aytenê balkişand ser hilbijartinê parlamentoya Ewropayê û wiha pê de çû: “Ewropa û cîhan ber bi rastgiriyê ve diçe û  yekitiya Ewropayê wek mekanîzma, di alî konjoktora cîhanê de ji  pirsgirêkên aborî , şer û karasetan re siyaseteke perspektîfê dernaxe pêş. Bala xwe bidinê di 2015’an de bi pêşga koçeriya mezin re YE’ê dîwarên welatan xêz kir. peymana Schengen tune hesiband û dîwar danîn. Encamên vê ji ber şerin.Li Tirkiyeyê jî krîza aborî krîzên civakî hene. Tu nikarî bi penaberekî Sûriyeyê vê îfade bikî.Ji ber di alî mekanîzmayê de dewletê îflas kiriye. di alî Kurdan de çareserî heye. Bi pêngavê re gelek rewşenbîr, akademîsyen çaresseriya krîza ku sêyemîn şerê cîhanê afirandiye, paradîgma serokatiyê dibîne. Ev alternatîf nêrîneke jiyanê ye. Paradîma Abdullah Ocalan wê pirsgirêkan çareser bike û mirovan bigihîne çareseriyê.”