‘Şaredarî kirine wek qerekol’ 2023-12-07 09:03:25     Oznûr Deger    MÊRDÎN - Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîdeng Altindag ku qeyûm tayînê şûna wê bû wiha got: “Berdewama zîhniyeta talanker anîn li vir bi cihkirin û xwestin bi vir bilîzin. Em ê bi gelê xwe re xwedî li keda xwe derkevin.”   Deshilatdariya AKP û MHP’ê ji 2016’an heta niha li Kurdistanê polîtîka qeyûm pêk tîne û encama vê de qeyûm tayînê şaredariyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat kirin. Piştî hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an şûnde di serî de ji bo şaredariyên bajarê mezin yên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm tayînê gelek şaredariyê Kurdistanê kir û siyasetmedar hatin girtin. Di vê pêvajoya em ber bi hilbijartinên hreêmî ve diçin, texrîbatên qeyûm didomin. Qeyûm ku ji bo gel tu xizmetê nake û hemû saziyên faliyetan dimeşînin girtiye, li şaredariyan polîtîkayên şerê taybet dimeşîne.   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Fîgen Altindag a qeyûm tayînê li şûna wê hat kirin derbarê siyaseta qeyûm de nirxandin kir.   Bi destê qeyûman nelêrêtî   Fîgenê daxuyakirin ku Mêrdîn bi ziman, çand, dîroka xwe bajarekî cudaye û piştî hatiye hilbijartin 4 meh şûnde qeyûm tayînê şûna wê hatiye kirin û wiha domand: “Di vê pêvajoyê de em wek hevşaredarên hatin hilbijartin me xizmet ji gelê xwe re nebir. Li Mêrdînê texrîbatên qeyûm wisa giran bûn kevir li ser kevir nehiştin. Qeyûm talan e, darbeye, nelêrtî û diziye. Bi gotinan nelêrêtiyên qeyûm nayên vegotin. Nelêrêtiyên li şaredariyê hatin kirin bûn manşet. Qeyûm Mustafa Yaman îmze avêt nelêrêtiyên mezin. Ev nelêrêtî di raporên Sayiştay a 2022’an de bûn rapor.”   ‘Zîhniyeta talanker bicih kirin’   Fîgenê her wiha di axaftina xwe de bi lêv kir ku ji aliyê qeyûm ve ji bo Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan mêrek hatiye tayînkirin û wiha dirêjî daye: “Mêrekî tacîz û destdirêjiyê erê dike anîn serê Kent A.Ş. Ev hemû yekin. Tenê ne Mustafa Yaman û kesên din. Ev polîtîkayek dewletê ye. Li hember şaredariyên Kurdistanê polîtîkayek bû. Rojek piştî hilbijartinan plan û projeyên ‘bila ne yên hatine hibijartin bila yên tayînkirî bên’ ava kirine. Naveroka wê jî tije kirin. Li şaredariyan îhaleyên hatin kirin li gorî usulê nehatin kirin. Karker û memur ji derve anîn. Ji Çorum, Anatolya Navîn û Behrareş karker û memur anîn. Zîhniyeta talanker bicih kirin.”   ‘Şaredarî kirin wek qerekol’   Fîgenê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Ji roja qeyûm hat tayînkirin gel nikaribûn daxwazên xwe bînin ziman. Gel şaredariyên xwe dixwazin. Şaredarî kirine wek qerekol. Mirov nikarin bikevin şaredariyan. Bihêlin hundirê wê derveyê wê mirovan ditirsîne. Zîhniyeta di hundir de mirovan ditirsîne. Ez bawer dikim ku gel her tiştî baş dibîne û wê li ser sindoqan bersiva wan bide. Me dît ku ev gel çi pirsgirêkan dijî. Gelê me bi dengekî bilind daxwazên xwe tîne ziman. Em ê vê pêvajoyê bi gelê xwe re bimeşînin. Em ê derî bi derî bigrein û bihev re biserkevin.”   ‘Em ê xwedî li keda xwe derkevin’   Fîgenê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser bêtehemuliya qeyûm û wiha dawî lê anî: “Ewil nav guherîn piştre naverok û bi rêvebirin. Em ê van ji nûve bihûnin. Em ê ji nûve xurt bikin û saz bikin. Em ê bi gel re xwedî li keda xwe ya bi salan derkevin.”