Li Arjantînê jinan Dêra Katolikê şermezar kirin 2018-08-24 11:48:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Arjantînê bi hezaran jinî helwesta Dêra Katolîkê ya li dijî kurtajê şermezar kirin û ji dêrê derketin.    Piştî ku zagona ji bo pêşî li kurtajê vebe li Senatoyê hat astengkirin li welatê Arjantînê tevgerên jinan çalakiyên şermezariyê û kampanya li dar xistin. Bi hezaran jin ji ber ku Dêra Katolîkê piştgirî da astengkirina ji bo zagona kurtajê, ji dêrê derketin.    Li gor nûçeya Deutsche Welle (DW) çalakiyê bi banga insyatîfa jinê ya "Apostasia Colectiva" dest pê kir. İnsyatîfê li 7 bajarên welêt navendên ku xizmeta piştgiriyê didin, vekir. Jin bi vê yekê hedef dikin ku nîşan bidin ku Dêra Katolîkê hemû kesî temsîl nake.