Li Pakistanê jinek trans hat qetilkirin 2018-08-23 13:29:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Pakistanê jinek trans piştî ku îşkence lê hat kirin, hat qetilkirin.    Li Bajarê Peşaverê yê Pakistanê jinek trans hat qetilkirin. Li gor nûçeya Pembe Hayatta cenazeyê jina ku nehat diyarkirin li ber Deriyê Barayê hat dîtin. Polîsan ragihandin ku jina trans berî ku bê qetilkirin îşkence lê hatiye kirin. Piştî komkujiyê du kes hatin girtin.    'Em edaletê dixwazin'   Piştî bûyerê rêxistina trans Trans Action Pakistan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji 2015'an heta niha 62'emîn komkujiya transan hatiye jiyîn û hat gotin ku divê pêşî li vê yekê bê birîn. Piştî qetilkirina jina trans aktivîstên trans li bajar çalakî li dar xistin. Aktivîstên trans diyarkirin ku wan ji polîsan daxwaza parastinê kirine lê ev xwesteka wan bi cih nehatiye.    Jinên trans hevala xwe ya ku hat qetilkirin bi bîr anîn û pankarta "Em edalatê dixwazin" hilgirtin.    Zagon kêm û bê bandor in   Her wiha li Pakistanê zagonek ku transan diparêze derketibû. Di heman demê de jî di hilbijartinên giştî yên Pakistanê de jî 5 trans bûn namzet. Lê trans tînin ziman ku ev zagon têrî parastina wan nakin.