Li Endonezyayê hejmara miriyan bû 387 2018-08-11 15:12:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Endonezyayê Yekşema borî bi pileya 7 erd hejiya bû. Di encama erdhejê de heta niha 387 kes mirin.   Li Endonezyayê Yekşema borî bi pileya 7 erd hejiya bû. Erdhej li girava Lombokê pêk hatibû. Rayedaran ragihand ku bîlançoya erdhejê girane û heta niha 387 kes mirin e.   Rayedaran diyar kirin ku bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe bûne û ji bo van mirovan pêdivî bi ava paqij, xwarin û dermanan heye. Di erdhejê de bi deh hezaran mal, mizgeft û şîrket hilweşiyan.   Berdevkê Ajansa Neteweyî ya Felaketên Xweyazî ya Endonezyayê Sûtopo Pûrwo Nûhroho wiha got; “Bi dîtina me wê bîlanço zêdetir bibe. Dibe ku hê nava herî û avahiyên hilweşayin de mirov hebin. Dibe ku mirînên din nehatibe ragihandin yan jî nehatibin qeydkirin.”