Li Îrlandayê li dîjî qedexeya kurtajê referandûm 2018-01-31 13:10:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îrlandayê ji bo zagona kurtajê bê nermkirin dê referandûmê bê lidarxistin.   Li Îrlandayê derbarê zagona qedexeya kurtajê de ji bo nermkirina vê zagonê tê plankirin ku di meha Gulanê de referandûm pêk were. Li gor nûçeya DW'yê di referandûma ku dê pek were de dê ji bo guhertin di zagona kurtajê de bê kirin rayeyê bê sitendin. Dema ku di referandûmê de encama "erê" derkeve dê zagona kurtajê di ber çavan de derbas bibe.    Li gor anketên ku hatine çêkirin gelê Îrlandayê ji sedî 56 li kurtaja ku di 12 hefteyên destpêkê de, germ tê nihêrtin.    Serokê Îrlandayê Leo Varadkar ku di meha Hezîranê de hatibû ser îktidarê û di heman demê de bijîşk e anîbû ziman ku zagona kurtajê pir teng e.   Li gor zagona Îrlandayê di 1983'an de kurtaj hatibû qedexekirin. Maddeya kurtajê di 2013'an de ji bo rewşên talûke hatibû guhertin. Di guhertina maddeyê de bandora jina ku ji ber kurtaj nebû û di 2012'an de jiyana xwe ji dest dabû, hebû.    Jinên ku li gor zagonê tev nagere û kurtaj dibin bi bi girtîgehê tên cezakirin.