UNESCO: Di 2024'an de 68 xebatkarên medyayê hatin kuştin 2024-12-29 13:39:51     Li gorî daneyên UNESCOyê di 2024an de herî kêm 68 rojnameger û xebatkarên medyayê li ser kar hatin kuştin.   Teşkîlata Çand, Zanist û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) têkildarî rojnamegerên jiyanaxwe ji dest dan agahî parve kir. UNESCOyê da zanîn ku rojnamegerên ku jiyana xwe ji dest dane ji sedî 60ê wan li herêmên şer jiyana xwe ji dest dane. UNESCOyê da zanîn ku erka rojnamegeran ewe ku gel agahdar bike û cîhanê têkildarî geşedanan ronî bike û ji bo vê yekê canê xwe didin. Direktorê Giştî yê UNESCOyê Audrey Azoulay, anî ziman ku dema rojnameger li ser kar bin û bên kuştin nayê qebûlkirin û got: “Divê hemû dewlet, li gorî hiqûqa navneteweyî xebatkarên medyayê û rojnamegeran biparêzin. Divê hemû dewlet ji bo parastina rojnamegeran gavan bavêjin.”   Li gorî daneyên UNESCOyê di sala 2024an de 42 rojnameger li qada şer hatin kuştin. UNESCOyê ev agahî parve kirin: “Li Filistinê 18, li Ukrayna 4, li Kolombiya 4, li Iraqê 3, li Lubnanê 3, li Myanmarê 3, li Sudanê 3, li Suriyê 1, li Çadê 1, li Somalî 1, li Kongoyê 1 rojnameger hatin kuştin.