2024: Dengê berxwedanê parzemîn derbas kirin (1) 2024-12-20 09:03:27   Her der 'Jin Jiyan Azadî'   Derya Ceylan   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan seranserê 2024’an bi daxwazên wekhevî, azadî û edeletê qad tije kirin. Dirûşmeya "Jin jiyan azadî" li cîhanê deng da û têkoşîna mafê jinan li gelek qadan bû pêşengiya veguhertina civakî. Çalakiyên li seranserê cîhanê, hêza berxwedan û piştevaniya jinan carek din danî holê.   Sala 2024’an, sala ku têkoşîna mafê jinan ji her demê zêdetir bi awayekî xurt di sahneya global de cih girt. Jin ji bo wekheviya zayendî, ji bo bidawîbûna tundiya li ser jinan û pêkhatina mafên aboarî li her çar alî cîhanê daketin qadan. Di van çalakiyan de jinan daxwazên xwe yên ji bo wekhevî û edeletê anî ziman.   Di çalakiyan de dirûşmeya "Jin jiyan azadî" derket pêş bû bû sembola têkoşîna hevpar. Ev dirûşmeya ku bi berxwedana jinê li Rojhilata Navîn rû da, di 2024’an de ji Asyayayê heta Ewropayê ji Bakurê Amerîkayê heta Başûrê Amerîkayê dengê mîlyonan jinî kir ye. Veguherî banga azadiyê ya gerdunî.   Jinan ne tenê li qadan, di siyaset, kargerî û platformên civakî de mafên xwe parastin. Di vê pêvajoyê de li her çar alî cîhanê çalakî pêk hatin û hêza îradeya xurt a veguhestina civakî danîn holê.   Di asta cemseran de di 2024’an de derbarê têkoşîna jinê de tiştên derketin holê wihane;   Afrîka: li dijî tundiyê bang   Başûrê Afrîkayê: Di Adara 2024’an de têkoşîna li dijî tundiya zayendî bû rojeva sereke ya rêxistinên mafê jinan. Jinan li dijî bûyerên destdirêjî û qetikirina jinan çalakiyê protestoyî pêk anî û daxwaza qanûnên bi bandor kirin. Di serî de Johannesburg û Cape Town li bajarên mezin bi dehezaran jin daketin qadan.   Nîjerya: Di îlona 2024’an de jinan bi kampanya ‘"50/50 nûnerî’ di hilbijartinan de bi daxwaza nûneriya wekhev li gelek eyaletan meş pêk anîn. Vê kampanyayê li paytext Abuja û Lagos  piştgiriyek mezin dît. Jinan bang li hikûmetê kirin ku rêjeya nûnerjiya jinan a di rêveberiyên herêmî û meclîsan de bên zêdekirin.   Asya: Daxwaza mafê wekhevî û perwerdehiyê   Pakîstan: 8’ê Adarê de bi navê "Meşa Aurast" çalakî pêk hatin. Li paytext Îslamabad û Lahor bi tevlibûnên mezin pêk hatin. Jinan ji bo wekheviya aborî, wekheviya zayendî, tundiya zayendî bidawî bibe daxwazên xwe anîn ziman. Li kolanan pankartên ‘jin jiyan azadî’ pir zêde hatin dîtin.   Hîndîstan: Jinên cotkar li herêmên bejayî ji bo mafên aborî têkoşîn meşandin. Di adara 2024’an de li seranserê welat di protestoyan de jinan newekheviya heqdest û ewlehiya kar prosto kirin. Meha tebaxê de destdirêjî li doktorekê hatibû kirin û qetilkirin. Piştî vê li welat protestoyan destpê kirin û jinan bi dirûşmeya ‘jin jiyan a zadî’ daxwaza edeletê kirin.   Afganîstan: Jinan hezîrana 2024’an de, rejîma Talîban ku çûyîna zarokên keç a zanîngehê qedexe kir, protesto kir û kampanyayên piştevaniyê yên navneteweyî pêk anîn. Bi hewldanên aktîvîstên jin navendên veşartî yên pewerdê hatin avakirin.   Ewropa: Grev û reformên qanûnî derketin pêş   Fransa: Di 8’ê Adara 2024’an de di merasîmeke ku serokomar Emmanuel Macron tevli bû de,  mafê kurtajê tevli destura bingehîn a Fransayê bû. Ev wek gavek dîrokî hat qebûlkirin û jinan serkeftin bi ‘jin jiyan azadî’ pîroz kirin.   Îrlanda: Heman rojê  hikûmetê du referandumên cuda ku têgeha malbatî û têkilkiyên derveyê zewacê jî dihewand, rolên jinan yên nav malbatê de ji zayendê serbixwe dikir,  anî. Lê hilbijêran ev red kirin. Parêzvanên mafê jinan diyar kirin ku encamên derketine ji bo meşandina têkoşîna wekhkeviya civakî ev çavkaniya motîvasyonê ye.   Ispanya: Di meha gulanê de jinên di sektora turîzmê de dixebitin, ji bo newekheviya di heqdest de û xwe dispêre zayendê ketin grevê. Di serî de li Madrîd û Barselonayê li gelek bajaran çalakî pêk hatin. Li welat di rojevê de cihekî girîng girt.   Almanya û Fransa: Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd (TJK-E) li Dusseldorf, Stuttgard û Marsîlyayê meşên mezin pêk hatin.   Bakurê Amerîkayê: Parêzvanên maf li qadan bûn   Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê: Di Çileyê 2024’an de di serî de li Phoenix, Arizona û Washington DC,  li 100 bajarî zêdetir ji bo mafê kurtajê meş pêk hatin.Meha adarê de li Washington DC, Dadgeha Bilind dermanê mîfeprîston sînor kir. Di protestoyên mafê kurtajê de 13 kes hatin binçavkirin. Di Hezîranê de li Roev Vade bi hezaran jin ji bo mafê kurtajê meşiyan. Îlonê de li Washington DC meşa rizgariya zayendê pêk hat.   Başûrê Amerîkayê: Mafê jinan derket pêş   Arjantîn û Şîlî: Di meha Adarê de komên femÎnîst li dijî qetikirinên jinan çalakiyên kolanê yên girseyî pêk anîn. Di çalakiyên li Buenos Aires û Santîago de jinan bang li hikûmetan kirin ku ji bo peşî li van sûcan bê girtin tedbîrên qanûnî bên girtin.   Brezîlya: Jinan di meha Tîrmehê de li dijî tundî û polîtîkayên newekheviyê rêze çalakî pêk anîn.Ji bo parastina maf têkoşîn meşandin.   Okyanusya: Daxwazên wekhevî û têkoşîna li dijî tundiyê    Avustralya: Aktîvîstên mafên jinan ji bo têkoşîna li dijî tundiyê û ji bo ji stargehan re zêdetir fon bên veqetandin meş pêk anîn. Li Sîdney û Melbourneyê çalakî pêk hatin û banga ewlehiya jinan li hikûmetan kirin.   Zelandaya Nû: Jinan meha îlonê de di kampanyayên hilbijrtinê de ji bo wekheviya zayendî dengê xwe bilind kirin.