Li Hindîstanê jin bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ daketin qadan 2024-08-17 11:05:14     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li Hindistanê tecawizkirin û qetilkirina jinekê prostesto kirin û pankarta “Jin jiyan azadî” vekirin.   Li bajarê Kalkuta ya bi ser eyaleta Bengala rojava ya Hindistanê di 9’ê tebaxê de bijîşkek destdirêjî li jinekê kir û û pişt re jî hat qetilkirin. Nerazîbûn û hêrsa li dijî tecawizkirin û kuştina vê jinê berdewam dike. Jin li gelek deverên Hindistanê daketin qadan û bûyerê protesto dikin. Jinan ji zanîngehan bigire heta termînalên otobusan çalakî li dar dixistin û dirûşma “Em edaletê dixwazin” berz kirin.    Rojnamevanên ku li herêmê dixebitin ev şîrove kirin: “Me berê qet nedîtiye ku li bajêr bi şev jin bi girseyek ewqas mezin meşiyan e.”    Piştî bûyera tecawizê û kuştinê, li seranserî wî welatî jin protestoyan li dar dixin. Jin di roja 8’emîn de daketin kolanan û daxwaza edaletê kirin. Jinên hindistanî di çalakiya roja 8’emîn de dirûşma jinên kurd “Jin jiyan azadî” li ser pankarta xwe nivîsandin.    Çalakî ango xwepêşandan li bajarên Delhî, Haydarabad, Mumbaî û Pune jî hatin lidarxistin. Li hin deveran xwepêşandar û polîs hatin dij hev. Polîsan mudaxileyî xwepêşadaran kirin.