Li Zurîhê Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz dest pê kir 2024-06-30 18:18:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zurîhê 11’emîn Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz dest pê kir. Di mîhrîcanê de peyama, “Têkoşîna Sara rê nîşanî me dide” hat dayîn.   Li Zurîh a Swîsreyê, Mîhrîcana Jinan Sakîne Cansizê dest pê kir. Mîhrîcan bi boneya bîranîna Sakîne Cansiz ku di 9’ê Çileyê 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hat qetilkirin, her sal tê lidarxistin. Mîhrîcan bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) û bi piştgiriya nêzî 30 rêxistin û însiyatîfa jinan, li qada Kasernenareal a Zurîhê bi dirûşmeya “Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” pêk tê.   Qada mîhrîcanê bi wêne  jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin xemilandin. Di mîhrîcanê de ewilî axaftina vekirinê ji aliyê endama YJK-S’yê Selma Surer ve hat kirin. Selma Surer anî ziman ku bi mîhrîcanê jinên cîhanê têne ba hev û got, têkoşîna jinên Kurd rê nîşanî jinên bindest dike.   Piştre li ser navê YJK-S'ê Ozen Aytaç jî axivî û bal kişand ser girîngiya ruhê têkoşînê ya Sakîne Cansiz û Zeynep Kinaci. Ozen Aytaç diyar kir ku têkoşîna Sara û Zîlan nexşeya rêya wan e. Ozen Aytaç, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sakîne Cansiz felsefeya jiyanê ya gerîla ye. Di jiyanê de hemû astengî yek bi yek derbas kir û bû xwedî hêz. Têkoşîn her tim ji bo wê bû mijara rûmetê. Ew li her derê bû, carna fermandar, carna şervan, carna dîplomat, carna xwişk, carna jî berxwedêr û ya herî girîng jî bi sekna xwe rê nîşan da. Têkoşîn û berxwedana wê ji me jinan re mîrate. Çalakiya Zîlan ji bo me destpêka serdemeke nû ye. Têkoşîna hevrê Sara û Zîlan nexşerêya me ye. Têkoşîna wan a jinan êdî li cîhanê belav bûye. Em jin, mîrateya ku me ji wan girtiye ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî, bi hev re ber bi şoreşê ve dimeşin’."   Mîhrîcan bi çalakiyên çandî yên ji aliyê gelek saziyên jinan ve tên lidarxistin berdewam dike. Saziyên ku di organîzasyona mîhrîcanê de cih digirin ev in; Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), Jinên Ciwan ên Kurd (TekoJIN), Women Defend Rojava, Medico International, Frauen Lesbes Kasama, Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropayê (ADKH), FÎST, Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), PDA, Jina Nû, Tevgera Elewiyên Demokratîk (FEDA), Zurîh Kollektive, Solifonds, Frauenbundnis, Weqfa Jinan a Navneteweyî (WÎLPF) Yekîtiya Jinên Sosyalîst (BFS), Pira Zurîhê ya Amedê, BastA, Partiya Sosyalîst (SP), Lîsteya Alternatîf (AL), Frauenstreick (Greva Jinan) , UniMenos, Mor-Sor Kollektive û Bethnahtin Frauen UnioN.