Li Brezîlyayê ji ber baran zêde 79 kesî jiyana xwe ji dest dan 2022-05-30 10:21:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Brezîlyayê ji ber barana zêde, erd heziya, çem rabû û herî wekî lehiyê herikî. Di vê bobelatê de herî kêm 79 kesî jiyana xwe ji dest dan û 56 kes jî winda bûn.   Li herêma Recîfe ya li bakurê rojhilatê welat ji sêşema borî ve ji ber barana zêde lehî rabûye. Li gorî bîlançoya Parastina Sivîlan a Eyaleta Pernambûcoyê herî kêm 79 kesan jiyana xwe ji dest dane û 56 kes jî winda bûne.   Ji ber bahozê li ser giran erd heziya, çem rabû û herî wekî lehiyê herikî. Li Jardim Montevegerê ji ber heziyana axê herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.   Di meha sibatê de li Petropolîs a li eyaleta Rîo de Janeîroyê de ji ber lehiyê 233 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.