Hunermend Fathia Tantawi jiyana xwe ji dest da 2021-08-04 15:52:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermenda Misrî ya weke sembola hunera Misrê tê zanîn Fathia Tantawi ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.   Hunermenda Misrî Fathia Tantawi wek sembola hunera Misre tê nasin. Fathia, nêzî 140 karên dramatîkî pêşkêş kir ku despêkê li ser sehneyan pêşkêşî dikir, dûvre di gelek rêzefilman, şevbihêrk û fîlimên televîzyonê de xebat da meşandin. Di nav karên wê yên televîzyonê de gelek filîmên navdar hene. Xebata sînemayê ya herî dawî li ber destê wê jî rêzefîlma "Ebû Cebel" bû ku di sala 2019'an de hate pêşandan.   Hunermenda navdar Fathia Tantawî ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.