Germahî û têkiliya di navbera cîrantiyê de 2018-06-12 09:01:11   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Jinên Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê bi taybet di meha remezanê de xwarinê çê dikin û bi cîranên xwe re parve dikin. Bi vê yekê germahî û têkiliya di navbera cîrantiyê de pêş dixînin.   Têkiliya di navbera cîrantiya gelê Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê ya gelekî xurt di meha pîroz a remezanê de bêtir xurt dibe. Jinên Hesekê ji bo vê çandê zindî bihêlin bi taybet di meha remezanê de diçin serdana hevdu û dema ku diçin serdana hevdu teyfikek xwarin jî bi xwe re dibin. Bi vê sayê jiyana komînal jî geştir dibe.    Di serdema neolotîk de çandek komînal hebû. Alav û xwarinên ku zêde diman li gel dihatin belavkirin. Jinên Kurd jî hewl didin ku ji rola xwe ya kevnar dûr nekevin û têkiliyê di navbera xwe de xurtir bikin. Di heman demê de gelê Kurd ji çanda mêvantiyê hez dikin û vê yekê di meha remezanê de bêtir dijîn.    Di çanda Kurdan de mêvandarî û cîrantî cihekî girîng digire. Jinên ku bi taybet di meha remezanê de diçin serdana hevdu li derd û kulên hevdu jî guhdar dikin û di heman demê de di şûn û şahiyê hevdu de bi hev re ne. Dema ku gelê Kurd di şahiyan de tên ba hev cilên xwe yên gelêrî li xwe dikin û bi vê sayê hem têkiliya di navbera xwe de xurt dikin hem jî li çanda xwe ya kevnar xwedî derdikevin.