Qûrsên zaravayên Soranî, Hewramî û Kelhurî hatin destpêkirin 2020-11-29 14:12:57   STENBOL - Komeleya Lêkolînên Kurdî, bi serkeftinek nû dest bi qûrsên zaravayên Soranî, Hewramî û Kelhurî yên Kurdî dike. Hevserokê Komeleyê Eyup Sûbaşi, diyar kir ku ew bi van qûrsan dixwazin pêşî li pişavtinê bigirin.   Komeleya Lêkolînên Kurdî, weke destpêkek nû dest bi qûrsên zaravayên Soranî, Hewramî û Kelhurî yên Kurdî dike. Komele, di 7'ê Kanûnê de, wê li ser pergala ZOOM'ê dersên onlîne bide destpêkirin û ev qûrs wê 3 mehan dewam bikin.   Roj û saetên qûrsên di 7'ê Kanûnê de dest pê bikin, wiha ne:    Soranî: Duşem, di navbera saetên 20.00 û 22.00'yan de,   Kelhurî: Pêncşem, di navbera saetên 20.00 û 22.00'yan de,   Hewramî: Rojên Sêşem û Înê, di navbsera saetên 20.00 û 22.00'yan de.   Kes ji vê lînêkê dikarin xwe xwe bigihînin cihên têkildar: