'Em ê ji bo zimanê kurdî têbikoşin' 2020-11-02 09:01:10   Sara Şêx hesen   HELEB - Rêvebera Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Bajarê Helebê Fatma Koşen li ser helwesta ENKS’ê ya li dijî perwerdeya zimanê kurdî helwesta xwe anî ziman û got: "Perwerdeya zimanê kurdî yek ji deskeftiyên şoreşa me ye. Em helwesta ENKS'ê ya li dijî perwerdeya zimanê kurdî red dikin û em ê ji bo zimanê xwe têbikoşin."   Bi armanca avakirina yekrêziya kurdî di navbera partiyên kurd de hevdîtin pêk tên, lê belê di rojên borî de ENKS'ê li hemberî pergala zimanê kurdî derket û bi hinceta ku zimanê kurdî ne fermî ye daxwaz kirin ku ji holê rabe. Têkîldarî mijarê Rêvebera Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Fatma Koşen nirxandin kir.    'Ziman nasnameya mirov e'   Fatmayê di destpêka gotina xwe de diyar kir ku xewna wan a bi sedsalan îro pêk hatiye û wiha berdewam kir: "Ziman hebûn û tunebûna mirovan diyar dike. Her wiha ziman nasnameya mirov e. Beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk were, zimanê kurdî bi temamî hatibû qedexekirin û vê qedexeyê bi salan berdewam kiribû. Her çiqas qedexe be jî me bi komên biçûk û veşartî zimanê kurdî perwerde dît û da. Xewin û xeyala me bû ku rojekê zimanê xwe bi awayekî aşkera bi kar bînin, dibistan û zanîngehên me hebin. Îro bi saya şehîdên me ew xewin û xeyalên me pêk hatin û nifşên me yên nû bi zimanê xwe mezin dibin. Me berdelên giranbûha dan û em îro bi zimanê xwe dixwînin û perwerdê dibînin. Şoreşa me derfetek pir mezin ava kir ku em hînî zimanê xwe bibin. Çi dibe bila bibe destkeftiyên ku me bi dest xistine em ê biparêzin."   'Zimanê me hebûna me ye'   Fatma di dewama gotina xwe de helwesta ENKS'ê li dijî zimanê kurdî şermezar kir û wiha domand: " Em helwesta ENKS'ê li dijî zimanê kurdî bi tundî şermezar û red dikin. Ev helwesta ENKS'ê nakeve xizmeta kurdan, berovajî dikeve xizmeta dijminên kurdan û dagirkeran. Em tucaran qebûl nakin ku zimanê me bê qedexekirin û dibistanên me bên girtin. Divê Gelê Kurd zimanê xwe biparêze û ev xewin û xeyalên ku bûye rastî em biparêzin. Mafê her kesî ye ku zimanê dayika xwe hîn bibe. Em hebûna xwe bi zimanê xwe û meteryalên ku hatine diyarkirin dibînin.  Di zimanê me de gelek pêşketin çêbûye, heta netewên cuda jî tên hînî zimanê me dibin. ENKS dixwaze cardin pergala Rejîmê vegere, lê bila kurd jî bîr nekin ku di dema rejîmê de zarokên kurdan gelek tundî dîdîtin û ji zimanê xwe bêpar diman. Divê em ji bîr nekin ku dema zarokên me di dibistanên rejîmê de perwere didîtin û peyvek zimanê kurdî digotin lêdan dixwarin û ji mafên xwe yê perwerdê jî bêpar dihatin hiştin.  Divê em wek Gelê Kurd vê rastiya ku li ser gel ji aliyê Rejîmê ve dihat ferzkirin ji bîr nekin û em hîn zêdetir li zimanê xwe xwedî derên. Tiştên ku me dîdîtiye, em naxwazin zarokên me jî bibînin û bijîn. Em dixwazin zarokên me bi awayekê azad zimanê xwe hîn bibin û em ê têkoşîna vê jî di her aliyê de bidin."   'Têkoşîna me ya ji bo ziman didome'   Fatma herî dawî bang li hemû kurdan kir ku xwedî zimanê xwe derkevin û wiha bi dawî kir: "Banga min ji bo her kurdekî/ê ye ku ji bo zimanê kurdî xwedî helwest bin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Têkoşîna me ji bo ziman dewam e û wê her dewam bike. Nêrîn û helwestên ku ji bo qedexekirina zimanê kurdî pêşdikevin, tucarî bandorê li me nake berovajî hêrsa me zêdetir dike û em zêdetir bi zimanê xwe ve tên girêdan. Wê xwendevên nivşên nû ji bo zimanê kurdî wê bighêjin asta herî bilind."