'Vegera rast a li jiyanê çand e' 2020-09-07 09:04:56   Rûperîn Bekir   ŞEHBA - Rêvebera Komîteya Çalakiyê ya mîhrîcana Amara ya Kantona Şehbayê Werdê Şêxo li ser amadekariya mîhrîcanê wiha dibêje: "Jinên Şehba bi amadekirina vê mîhrîcanê dê gavên dîrokî ji bo parastina çanda resen bavêjin. Vegera rast a li jiyanê çand e."   Piştî rizgarkirina Kantona Şehbayê ji çeteyên DAIŞ'ê di sala 2016'an de, bi rêxistinkirina qadên jiyanê Tevgera Çand û Hunerê a Kantona Şehbayê bi armanca nûjenkirina çanda herêmê ya ku di encama dagirkeriyê de hatibû çewisandin yekemîn car amadekariya mîhrîcanê dike. Di mîhrîcana ku wê were li darxistin  dê hemû pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb û tirkmen wê cih bigirin. Her wiha di mîhrîcanê de wê sinevîzyon, helbest, şano, spor, stranên zaravayên kurdî  û erebî werin pêşkêş kirin. Têkildarî mijarê Rêveba Komîteya Çalakiyê ya mîhrîcana Amara ya Kantona Şehbayê Werdê Şêxo ji Ajansa me re axivî û behsa amadekariya mîhrîcanê kir.   'Amadekarî hêzê dide me'   Werdê di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku yekemîn mîhrîcana xwe bi navê gundê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê pêk bînin û wiha got: "Ew bû nêzî sê mehan ku amadekariya mîhrîcanê tê kirin û perwerdeya li ser mîhrîcanê heta roja îro jî didome. Em îro bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo gihîştin vê astê û em îro amadekariya mîhrîcanekê bi vê awayî dikin. Me xwest yekemîn mîhrîcanê bi navê gundê Rêber Apo bi nav bikin.  Ji ber ku Rêber Apo jiyana me tevan guhert û jiyanek nû ji bo me afirand."   'Em ê carek din çanda xwe vejîn bikin'   Werdê di dewama axaftina xwe de bi lêv kir ku Mîhrîcana  wê di demek nêz de were lidarxistin hemû pêkhateyan hemêz dike û wiha pê de çû: "Mîhrîcana me bi dirûşma "Ronîkirina çandê lêkolîna kesayet, heqîqet, zanebûn û guhartin e" wê were li darxistin. Ev mîhrîcan jiyana wekhev a di navbera pêkhateyan de vedibêje. Her wiha di mîhrîcanê de wê sînevizyon, komên helbestan, şano, stranên erebî û kurdî, sînevizyon  li ser jiyana Rêber Apo bên pêşkêşkirin û tîmên sporê yên weke goka piyan û destan jî wê hevrîkiyê bikin. Çanda ku di encama dagirkerî û hebûna çeteyan li ser xaka herêmê hatibû çewisandin em ê carek din bi lidarxistina vê mîhrîcanê nûjen bikin."   'Jin wê tevli mîhrîcanê bibin'   Werdê di dawiyê de teqez kir ku êdî jinên li Şehbayê zincîrên koledariyê diqetînin û wiha axivî: " Jinên li Şehbayê bi amadekirina vê mîhrîcanê wê gavên dîrokî ji bo parastina çanda resen bavêjin. Jinên Şehbayê li ser dika jiyanê zincîrên koledariyê diqetînin û pêşengtiya nûjenkirina çanda xwe dikin. Her wiha wê gelek jin tevli vê mîhrîcanê bibin."