'Zarok pêşengên parastina çandê û pêşxistina wê ne' 2020-09-06 13:56:59   Ferîda Zade   ŞEHBA - Endamên Tevgera Kevana Zêrîn ên ku tevlî amadekirina kilîba zarokan ya bi navê"Gundê me" bûne kilîba zarokan a ku çand û hunera Efrînê vedibêje nirxandin kirin û gotin: "Parastin û pêşxistina çanda civaka me erkek li ser mile me ye. Jİ bo her dem çand û hunera me bijî me Koma Şehîd Rohenda yekemin kilîba zarokan amade kir."   Koma Şehîd Rohenda yek ji komên zarokan a Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Efrînê ye û ji bo ku her dem huner û çanda xwe zindî bikin bihêlin klîbek stranan a bi navê "Gundê me" ya ku ji 16 zarokan pêk tê amade kirin. Her wiha kilîba ku bi mehan hatiye amade kirin li ser jiyana gelê Herêma Efrînê ya beriya dagirkirina dewleta tirk vedibêje. Derbarê mijarê de Endamên Tevgera Kevana Zêrîn ên ku tevlî amadekirina kilîpê bûne ji Ajansa me re axivîn.   'Çanda me wê her di bîra me de be'   Endama Koma Şehîd Rohenda ya Tevgera Kevana Zêrîn, Lava Îbrahîm, anî ziman ku li kîjan deverê bin wê her çand û hunera xwe biparêzin û wiha got: "Piştî derketina me ji Efrînê, tevî rewşa koçberiyê û şert û mercên zehmet da ku em çanda xwe her zindî bihêlin me kilîpek bi navê "Gundê me" amade kir. Ev kilîp ji stranên 16 zarokên girêdayî Tevgera Kevanan Zêrîn a herêma Efrînê pêk tê. Bi riya kilîp û stranên ku di kilîpê de tên gotin em rojên berê zindî dikin û ji temaşevanan re peşkeş dikin. Her çiqas em di zor û zehmetiyan re derbas bibin jî em ê parastina çanda xwe bikin."   'Di nav zehmetiyaran de kilîp bi dawî bû'   Şîlan Omer a 15 salî ku ji gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya herêma Efrînê ye di derbarê kilîbê de ev yek anî ser ziman: "Koma şehîd Rohenda ev bû salek hatiye avakirin. Me kilîba bi navê ‘Gundê me’ amade kir. Avakirina vê komê ji bo me gavek pir girîng bû. Her wiha em di gelek zehmetiyan re derbas bûn, lê tu zehmetî li pêşiya me nebû bend. Em bi vê gavê serbilind in û em bi hêvî ne ku wê kilîba me bala herkesî bikşîn e."   'Zarok pêşengên parastina çandê ne'   Rêvebera Tevgera Kevana Zêrîn Mizgîn Çolaq jî di derbarê kilîba nû de wiha got: "Koma Şehîd Rohenda ji zarokan pêk tê ev kom nêzî salekê hatiye avakirin û tevlî hemû çalakiyên ku dihatin li darxistin bûye. Ji bo ku koma Şehîd Rohenda di astên herî bilin de bi pêş bikeve û gavên mezintir bavêjin me xwest ku em kilîbekê bi vî rengî amade bikin. Zarok pêşengên parastina çandê ne. Her wiha koma şehîd Rohenda ji 16 zarokan pêk tê, di nav de stranbêj, sazbend û yên ku li daholê dixin hene. Ji bo ku em kilîpekê xweş û balkêş bidin pêş nêzî du mehan e zarok li ser kilîbê tên perwerde kirin."   'Parastina hunerê erkek li ser milê me ye'   Endama Ragihandina Kevana Zêrîn Şêrîn Xelîl jî da xuyakirin ku di encama êrîşên dewleta tirk de di aliyê kişandina kilîpê de rastî gelek astengiyan hatin e û ev tişt got: "Dema ku me kilîba bi navê gundê me li navçeya Şêrewa dikişand em gelek caran rastî êrîşên dewleta tirk a dagirker hatin. Li ruxmê êrîşan jî em bi ser ketin û me kilîba xwe bi dawî kir. Her wiha kilîba me li kampa berxwedanê ya Kantona Şehbayê jî hatiye kişandin. Tevî koçberiya bi êş û zehmetiyên jiyanê, em di hemû waran de çanda xwe diparêzin û parastina çandê erka ser milê herkesî ye."   Hêjayî gotinê ye ku Kilîba zarokan a bi navê"Gundê me" dê di demên pir nêz de li ser malperên înternêtê bê weşandin.