Hejmara nû ya Newaya Jin a îlonê derket: Di fitrata we de dagirkerî, tecawiz heye 2020-09-01 10:48:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya Newaya Jin a îlonê bi manşeta "Di fitrata we de dagirkerî, tecawiz, komkujî heye" derket.   Hejmara nû ya meha îlonê ya Rojnameya mehane ya Newaya Jin a li ewropayê weşanê dike bi manşeta "Di fitrata we de dagirkerî, tecawiz, komkujî heye" derket. Têkildarî mijarê gelek gotar hatin weşandin. Her wiha mijarên wekî Peymana Stenbolê, polîtîkayên şer, aştî, şopa serîhildana Kobanê, sînema, şano di hejmara nû ya Newaya Jinê de cihê xwe girtin.     Ronî Eylem êrîşên dewletê yên li dijî jinên kurd ên di şexşê Îpek Er a ji aliyê çawişê pispor Mûsa Orhan ve hat tecawizkirin de anî ziman. Rojnameger Gulîstan Îke heman serenav di rûpela kurdî de anî zima. Endama Lijneya Weşana Kovara Jîneolojiyê Rûşen Seydaoglu têkildarî hewldanên xespa destkeftiyên jinan a li Tirkiyeyê şîrova kir.    Roportaja Ester Hergûşî bi Seroka Meclîsa Rêveberina DSM'ê Îlham Ehmed re çêkiribû jî cihê xwe di Newaya Jin de girt. Di roportajê de encam û sedemên şerê Rojhilata Navîn hat ziman.    Elîf Kaya serîhildana di 14'ê Îlona 2014'an de ya li dijî DAÎŞ'ê anî ziman. Zerya Gul bal kişand ser polîtikayên cîhanê ya derbarê teqîna Beyrutê ya di 4'ê Tebaxa 2020'an de. Dilzar Dîlok bi rêya ravekirina pirtûkê têkiliya şer û jinê rave kir. Rojnameger Bêrîtan Zagros jî bal kişand ser bertekên gel ên li dijî rêveberiya Kurdistana Federe. Nazan Ustundag bal kişand ser kampanyaya bi navê "girtîgehan lag bikin" a li cîhanê belav bûye. Nilgun Yelpaze cih da mijara têkoşîna jinên afro-amerika ya li dijî zayendperestî û mêtingeriyê.    Roza Metîna  mijara “Di paş deriyê zindanê de pêşwazîkirina 1'ê Îlonê” girt dest.  Arkeolog û antropolog Lida Kayhko jî li ser mijara rêbazên serîhildana li dijî vîrusê girt dest. Her wiha portreyên hunermenda Xorosanê Xangul Mosêrzad û Aktivista Kenyayî Phyllis Omido di Newaya Jinê de cih girtin.